Li bajarê Mannheimê jî Komiteya Pistgiriya HAK-PARê hat sazkirin

Rêxistina HAK-PARê li Ewrupa her diçe xurttir dibe. Roja 17 nisanê li bajarê Mannheimê civîna Komita Pistgiriya HAK-PARê pêkhat. Di civîna me da kesên ku bi dehan salan di refên Rîya Azadî de karkirine besdar bûn.
Li ser armanc û sêweyên pistgirîya bi HAK-PARê re gotubêj hatin kirin. Di civînê da emekdarên xebata rêxistinî ya kurdan li Almanyayê M. Ali û Adnan Sütçü wek axaftvan besdar bûn. Ew bi girani liser rewsa welêt û siyaseta HAK-PARê sekinîn. Dûra hemû bêsdarvanan ditîn û ramanên xwe anîn zimên. Bi vî awayî civîn bû cîyê dilxwesîyê û moralekî bilind.
Di dawî ya civîna da, rêvebirên Komita Pistgiriya HAK-PARê hatin hilbijartin. Komita Mannheimê ji hevalên HAK-PARê yên qedirbilind wek Hüseyin Güler, Halit Kahraman û Sehmus Çakmak pêk hat.
Besdarên vê civîna ku bi xwarin vexwarin hatibû amadekirin, sipasiya xwe pêskesî Zeycan Kahraman û Arîfe Munzur kirin ku bi amadekirina xwarinê keda xwe tevî amadekarîya civîna HAK-PAR Mannheimê kiribûn. Civîn bi serfirazi dawî hat.
Dengê Kurdistan-Münih
Rênas Sütcü
Dengê Kurdistan