Nûçe

LI BASÛR BAYÊ HAK-PARÊ RABÛ!

Latif EPÖZDEMIR
Partîya me, li Basûrê Kurdistanê ofîsa xwe vekir. Roja 16’yê Êlûnê desteyek ji dost û heval û endamên HAK-PAR ‘ê ji derîyê ‘Brahîm Xelîl’ derbas bûn û ber bi Hewlêra paytext ve ketin rê. Heyeta HAK-PARÊ di Zaxo û Dihokê de borî û geyîste Hewlêrê.

Heyeta HAK-PARê dest bi bernameya xwe kir. Heyet bi bandrolên partîyê û bi alayên Kurdistanê ve heta ber parlamentoya Kurdistanê mesîya.Televizyona K24 jî liwê hazir bû. Pistre serokê HAKPAR’ê Refik KARAKOÇ ji bo raya gisti û çapemenîyê daxuyanîyek da. KARAKOÇ, ka gelo çima çalakîyek wiha dikin û raya HAKPARê li ser gelpirsînê (referandum) anî ziman. KARAKOÇ daxûyan ku ‘serxwebun mafê here rewayê Kurdistanîyan e.Tu kesek nikare li berê Kurdan ji rêya serxwebûnê bide alî. HAK-PAR bi dil û can pistgirîya gelpirsînê (referandumê) dike. Pistî daxûyanîya Refik KARAKOÇ, birêz Ibrahîm GÜÇLÜ ji raya xwe anî ziman. K24 bi zindî ev çalakî wesand.

Pistî çalakîya ber parlamentoyê girse dîsan bi perçem û alayên HAK-PAR û Kurdistanê ve mesîyan ber bi ‘Parka Sarewanîyê’ ve. Li wir xwepêsandan û sadûmanîyek mezin hebû. Çalakvanên HAK-PARê besdarî wê çalakîyê jî bûn. Hunermenda Kurd FATÊ jî li ser dikê bu û sitranên serxwebûna Kurdistanê digot. HAK-PAR’îyan li vê derê belavok belav kirin û bi xwepêsanderan re sihbetan pêk anîn. Pasî girse vegerîya ofîsa HAK-PAR’ê.
Roja 17’ê mehê roja merasima vekirina ofîsê bû. Amadekarî dest pêkirin. Alaya kurdistanê ber bi asîmanê hesin ve hate bilind kirin, hawir bi ala û perçeman hate xemilandin.Tabelaya HAK-PARÊ li diwar ket, pankart û afîsên HAK-PAR’ê ofisê û derdorê ofîsê xemilandin. Merasim saaet li diduyê pasinîvro bû.
Di merasima vekirina HAK-PARÊ de nêzikî 200 mêvan besdarbûn. Cîyê sanazîyê bû ku hemû hêzên Basûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê wê rojê li cem hev bûn. Ji basur, alîyê hikûmeta Kurdistanê serokê parlamana Kurdistanê rêzdar Cafer EMINKI , wezirê Rewsenbîrî Dr.Salar OSMAN , parêzgerê (Walî) Hewlêrê Newzad HADI, ji partîyan; KDP, YNK, PSDK, YEKGIRTÛ besdarê merasima me bûn. Li ser navê PDK Rêzdar Elî Huseyn ( serokê pêwendiyên navxwe, endamê KN) ,Nîzar Botanî, Çimen Xan û çend kes ji rageyandina KDP mêvanê me bun. YNK jî, bi du endamê komita navendî û berpirsîyarîya rageyandinê hatibûn. Wirya ZENGANE endamê mekteba sîyasî, Xalis BIRADOSTKÎ endamê KN, di merasimê de besdar bûn. Partîya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê jî, bi rêzdar J.ZEKERÎYA mêvanê me bûn. Serokê binkeyê Lales Sêx SEMO jî peyamek ji bo HAK-PARê siyandibu. Her wiha Ehmed Kanî û Xelil Sincarî ji bi telefonê ji me re serketin xwest.
Di merasîma me de, ji rojhilat endamê deftera sîyasî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKI) Mehmed Nezîr Qadirî û endamê komîteya navendî Mehmed Salih Qadirî û çend hevalê dî merasima me de besdar bun.Ji Komelaya Sorisgera Zehmetkêsê ji,endamên komîta navendiIbrahim Muhammedi,Idrîs Kuladyî,berendamê KN Saman Rîsasahib mêvanê me bun. Partîya Azadîya Kurdistanê-IRAN û Hizba Demokrata Kurdistanê-IRAN jî besdarê merasimê bibun.
Ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên ENKS ( Enîya Nistimanîya Kurdên Surîyê), nûnerên hemû partîyên Kurdên Surîyê jî li wê bûn. Partîya Demokrata Kurdistana Suriyê, Partiya Yekîtîya Kurdên Suriyê, Partîya Pêsveruya Kurdên Suriyê, PYDKS, EL-PARTI, PDNKS, PÇKS, her yek bi çend nûner û rêberên xwe besdarê merasima partîya me bûn. Hemîdê HACI DERWÊS (serokê Partîya Pêsverû) û Brahîm Biro (Serokê ENKS) jî peyam sîyandibûn. Rewsenbîr û nivîskar Mihemed HEMO jî li cem me bû. Dr.Izedin Temo, Hesen Qasim (Tevgera civaka Sivîl) û gelek rewsenbîrên Kurdên Rojava mêvanê me bûn. Hunermend Ezîz jî li wê bû.
Ji bakûrê Kurdistanê nûneren PDK-T, PAK, KDP û PWD’ê jî besdarî merasimê bûn. Desteyek ji tacir û rewsenbîr û xwendevanên bakûrê Kurdistanê ku li basûr bineci bûne ew jî di merasimê de hazir bûn. Hunermendên Kurd BRADER û FATÊ Xan jî mêvanê me bûn.
Merasim ji alîyê cigirê serokê gistîyê HAK-PAR’ê Latif EPÖZDEMIR ve bi Kurmancî û Soranî hate pêskêskirin. Di destpêka merasimê de, rêz ji bo sehîdan, yada sehîdên Kurdistanê, silavkirina pêsmergeyan, silavkirina mêvanan destpê kir. Pasê , kurdeleya derîyê ofisa HAK-PARê; ji alîyê rêzdaran hat birrin.
Kemal BURKAY (Serokê Weqfa Rêya Azadî,niviskar,birewer û siyasetmedarê Kurd)
Cafer EMINKÎ (W.Serokê Parlamana Hikumeta Herêma Kurdistanê)
Dr. Salar OSMAN ( W.Wezîrê Rewsenbîrî û Lawan)
Elî HUSYN (Endamê KN PDK,berpirsê pêwendîyên navxwe)
Newzad HADÎ (Parêzgerê (WALI) bajarê Hewlêr’ê)
Refik KARAKOÇ (Serokê HAKPAR’ê) ve hate meqes kirin û mêvan daketin ofîsê.Di merasimêde her pênç kesên ku Kurdele birîbun her yek hestên xwe anîn ziman. Mêvan li ofîsa me fersend dîtin ku bi hevre sihbetê bikin.

Merasima ofisa HAK-PAR’ê saet didûyê pasî nivro dest pêkiribu û saet li çaran kuta bû. Di heman rojê de li Koysencaxê yada Dr. Seîd SEREFKENDÎ (Sehit sekreterê gistiyê Hizba Demokrata Kurdistana Iranê) hebû. Kemal BURKAY û çend hevalên din besdarî wê merasimê jî bûn. Hevalên ku ji bakur hatibûn ew jî êvarê birêketin vegerîyan welat.
Roja 19 ‘yê mehê Sekreterê gistiyê KOMELA sorisgerên Zehmetkê Rêzdar Abdullah Muhtedi hate serdana ofisame û li me pirozbayi kir. Di vê merasimê de rêzdar Burkay û Muhtedi li ser pirsên welat û pêvajoya navçe sekinîn.
Em li ser navê HAK-PAR’ê sipasiyan hemû besdar û mêvanan dikin, sipasiya hevalên me yê ku ji bakur hatibûn dikin, her wiha sipasîya PDK dikin ku gelek bi dilgermî dostanîya me kir, bû alîkar bo ev merasim bi basî derbas bibe. Sipas ji karmend û berpirsên ADACAFE re, ji A.Selam û Azad re ku gelek zehmet kêsan di ber damezrandina ofisa me de. HAK-PAR bi dilgermî pirozbayî li komîteya vekirina ofîse dike ku ew Ji Latif EPÖZDEMIR, Abdullah ÇELEBI, Düzgün KAPLAN, Cafer STÊRK û nûnerê ofisa meya Hewlêr Zana SEZEN pêk hatibûn.

Dengê Kurdistan

Back to top button