Nûçe

Li Berlinê bi hezaran Kurdistanî besdarê tazîya Mam Celal Talabanî bûn û ew bi hurmet bîranîn

Pas bihîstina koça dawî ya Serokê Yekitî Nistimanî Kurdistan, Mam Celal Talabanî, ji seranserî Almanya û gelek dewletên dî, bi hezaran Kurdistanî hatin bajarê Berlînê.

Malbat û hevrêyên Mam Celal, di rojên 4-5/10/2017an li Hotêl Intercontînental da tazîye amade kiribûn. Di nav van du rojan da, ji çar perçên Kurdistanê, partî, rêxistin, kesayetî besdarê tazîyê bûn û sersaxîyên xwe ji malbat û hevrêyen YNK ra pêskese kirin.

Bi nave KOMKARê jî serokê gistî Rohat Geran, Sekreterê Gistî Dr. Sükrü Güler, endamê rêvabirê gistî Dogan Yildiz û endamê komîta raçavkirinê Ünal Yardimci besdar bûn.

Malbata wî, di roja 6/10/2017an da ji bo binaxkirinê, termê Mam Celal birin Silêmanî.

Dengê Kurdistan

Back to top button