Li Berlînê civînek li ser 100 Salîya Salvegera Komkûjîya Ermenîyan di Imparatorîya Osmanî da pêk hat

Li Berlînê civînek li ser 100 Salîya Salvegera Komkûjîya Ermenîyan di Imparatorîya Osmanî da pêk hat
Di roja Semîye, 22.11.2015an da, KOMKAR-Navend, bi hevkarîya Waqfa Rosa-Luxemburg, bi navê 100 Salîya Salvegera Komkûjîya Ermenîyan û Rola Civata Kurd di vê komkûjîyê da, civîneke berfireh pêk anî.
Gotarvanên civînê du dîrokvan, Dr. Hîlmar Kaîser û Alî Haydar Koç bûn. Herdu gotarvan, gotarên xwe bi zimanê Almanî pêskês kirin û pirsên besdarên civînê dan.
Rêvebirina civînê Kadrîye Karcî bû. Karcî, bi navê Waqfa Rosa-Luxemburg xêrhatina mêvanan û gotarvanan kir.
Pasê bi navê KOMKAR-Navend, serokê gistî Rohat Geran bixêr hatina mêvanan kir û armanca civînê ronahî kir. Geran da xuyakirin, ku KOMKAR dixwaze bi van çalakîyan ve di nav civata Kurdan da jî li ser vê babetê niqas bê kirin û hîn tist bi bastirîn askere bibin.
Gotarvanên pêsîn Dr. Hîlmar Kaiser da xuyakirin, ku li dor 1,4 mîlyon Ermenî, di dema Împaratorîya Osmanî da rûbirûyê komkûjîyê bûne. Bi gotineke din Îttîhat Teraqî xwestîye ku koka Ermenîyan biqelîne. Kaiser axaftina xwe usa berdewam kir: ‘Ew karê qîret, bi plan û bi dezgeh hatîye birêve birin. Ev yeka, di arsîva Osmanîyan da askere tê dîtin.’
Kaîser axaftina xwe da bi berdawî usa got: ‘Di hîn bajarên Kurdistana Bakûr da, wek Dîyarbekir, Erzurum, Xarpit, Ezirgan da, ji sedî 95 Ermenî bi awayekî komkujî jîyana xwe jî dest dane.’
Li ser pirseke, Dr. Kaiser askere kir, ku arsîva Osmanîyan, ji sala 2010an pê ve ji bo lêkolînvanan ra vekirî ye. Kesên ku diwazin di arsîvan da lêkolînan çêbikin, bê astengî dikarin karên xwe birêve bibin.
Besa dudoyan ‘Di dema komkujîyê da rola Kurdan’ bû. Dîrokvan Alî Haydar Koç, dûr û dirêj li ser vê babetê raxestîya û da xuyakirinê, ku ev komkujî bi plan û bi destê Jontirkan pêkhatîye. Koç got: ‘Mirov nikare bi tevayî îddîa bike, ku tevayî gelê Kurd besdarê komkujîyê bûye. Hîn esîrêt ji ber sedemen cuda cuda besdarê vê bûne. Lê rejîma Jontirk, di sala 1917an da wan esîretana jî sirgûnê Rojavayê Tirkîyê kirine.
Koç axaftina xwe du usa got: ‘Beravêja wî, Kurd pirî caran hewl dane, ku Ermenîyan bibarêzin û parastine jî. Her usa hewl dane vesêrin û vesartine jî.’
A. Haydar Koç da xuyakirin, ku li dora 800 hezar ta 1 mîlyonek Kurd, di Gulan sala 1916an da ber bi Rojavayê Tirkîyê hatine sirgunkirinê.
Dengê Kurdistan