Nûçe

Li Berlînê karnavala pistgirîya serxwebûna Kurdistanê

BANG

Revenda Kurd a Elmanya
Gelê me yê dilsoz û xemxur û welatparêz
Dem dema SERXWEBÛNÊ ye!

Xwîsk û birayên xwestivî û delal;

Li roja Sembî 23.08.2014, demjimêr 17:00 bi goreyî dema Kurdistanê wê li HEWLÊRÊ Karnevala Serxwebûna Kurdistanê bê dest pêkirin, jibo wê jî Komîta Bilind daxwaziya xwe gehandiye revenda kurd li derveyî welat ku di wê rojê û di wê demê de bi bilindkirina ALA Kurdistanê bêne ser cadeyan û kombûnên girseyî çê bikin.

Me jî weke Însiyatîva Pistgiriya Serxwebûnê li Elmanya ew daxwaz gehand piraniya Komele, Partî û Saziyan daku em lihev bicivin û biryar bidin.

Roja pêncsmebî 20.08.2014 em civiyayîn û me biryar da ku em jî di wê xwesi û sadiyê de besdar bin.

Biryar:

Piraniya komele û sazî û partîyên Kurdistanî pistgiriyê didin Karnevalê û wê di roja sembî demjimêr 15:00an de liber deriyê Wezareta Karên Derve a Elmanya amade bin.

Em daxwazê ji we yên welatparêzên dûrî welat, xwedî hest û soz û hûnên xemxurên mafên gel,

werin em hemû bi hevra bêjîn:

‘Belê ji Serxwebûna welat re!’

Werin em hemû bi hevra ala pîroz bilind bikin û li Berlînê bihejînîn bi banga xwe.

Werin, malbatên xwe, zaroyên pêserojê, cîran û dostên xwe bînin û bihevra serxwebûnê bixwazin û bi bêjin;

‘Bila îro be ne sibe, karesat û xwênrêtin û zilim û zorî bese!

‘Em bibin DEWLET û xwedî KURDISTAN a Serbixwe li cîhanê serbilind bijîn!

Werin emê bihevra dengê xwe bikin yek, emê pistgirî bidin HEWLÊRê û hemû kurdên Cîhanê.

Hatin bo hemî KURDANe, ji her bajarekî ku ew bikarin xwe bigehînin Berlînê.

Însiyatîva Pistgiriya Serxwebunê li Elmanya

Dengê Kurdistan

Back to top button