Li dijî êrisên ser Kobanê li Stockholmê xwepêsandanek çêbû

Dengê Kurdistan – Stockholm
Îro li paytextê Swêdê Stockholmê, li dijî êrisên ser Kobanê xwepêsandaneke kurdan çêbû.
Ev xwepêsandan jî wek gelek caran manîfestsayoneka kurdên welatparêz, bi organîzekirina Federasyona Komeleyên Kurdistanê pêkhatibû. Li ser navê partiyên swêdî, parlamenterên partîyên cuda wek gotarvan besdar bûn. Ji partiya Sosyal demokrat; ji Folk partî (Partiya Gel) û têkoserekî mafên mirovan ê navdar wek Thomas Hammarberg besdar bûn û gotar xwendin. Hammarberg (Sekreterê gistî yê ‘Dezgeha zarokan xilaskin’ ; Sekreterê gistî yê berê yê Amnestî Internasyonal; Ambasadorê Swêd ji bo mafên mirovî; Serokê berê ê Weqfa Navenda Olof Palme) daxwaz û hêvîya xwe ji bo pêserojeke azad ûbextewar ji bo gelê kurd anî ziman û bangî mirovatiya hevdem û dewletên xwedî hêz û gotin kir ku gelê kurd bi tenê nehêlin.
Axêfevanekî din ê manîfestasyonê Fredrik Malm (ji partîya Fp-partiya gel) ê ku ji gelek rewsenbîrên kurdan nêzîktir û bastir rewsa gelê kurd û Rojhilata Navîn disopîne, gotarek xwend. Ji partiyên siyasî yên swêdî siyasetmedarên din jî besdarî civîna manîfestosyona dijî DAÎSê bûn û pistgiriya xwe nîsandan.
Di kombûna Stockholmê ya vê carê de hejmara besdaran ne gelek bû. Ev bala Thomas Hamerbergê kal jî kisandibû ku wî di axaftinaxwe de got ku ‘divê kurd xwepêsandana bikin, gelek kom bibin, dengê kurdan em bi hevra bilind bikin.’
Di vê organîzekirina xwepêsandana Federasyona Kurdan de kêmasiyên mezin hebûn, loma besdarî li gor demên berê kêmtir bû. Lê dîsa jî manîfestoyeneke giring bû. Kurdên Swêdê dîsa jî ne bêdeng bûn. Besdar ên ji çar parçên Kurdistanê bi alên Kurdistanê û bi hestên welatparêzî yên xurt besdar bûbûn. Kombûn bi serfirazî bi dawî bû.
(Bi hêvîya ku careke din xelk zûtir û bastir bên agadarkirin ji bo besdarîyên xurttir)
Dengê Kurdistan