Li dijî fikir û ramanên cuda, heta kengê bêtehamulî

Ji dema ku Birêz Kemal Burkay vegeriyaye welat, ji alîyê serkirdayetiyên KCK û dezgehên wan yên çapemeniyê qampanyayek li ser derew û boxtanan, bi sewiyeyek nizim li dijî Kemal Burkay vekirine.
38 sal berê bo çareserîya pirsa Kurd daxwaz û pêsniyarên Sekreterê Berê yê PSKê Rêzdar Kemal Burkay çi bûn, îro jî ew in. Wî, sî sal li derveyê welat çi parasti be, di vegera xwe ya welat de jî ewî parast. Ango di bîr û baweriyên xwe de tu posmanî nîsan neda. Di çapemeniyên Tirk û Kurdan de, bi xwe bawer û bi serbilindî dîtin û ramanên xwe pêskesî raya gistî ya Kurd û Tirkan dike.
Li ser astengîyên pês çareseriya pirsa Kurd li Tirkîyê, him siyaseta dewletê, him jî siyaseta PKKê rexne dike. Ne tenê rexne, ji bo cîhbicîhkirina demokrasiyê li Tirkiyê û bo çareserkirina pirsa Kurd jî dîtin û pêsniyarên xwe pêskes dike.
KCK ne mecbûr e wek Burkay bifikire. Mafê her kesî ji bo rexnekirinê heye. Yê KCKê jî heye. Lê tistê ku KCK li dijî Kemal Burkay dike ne rexne ne, boxtan in, derew in û tehdît in. Rêxistinên bi xwe bawer siyaseta xwe li ser derew, boxtan û tehdîtan danamezrînin.
Birêz Burkay rexna xwe ya li ser avabûna PKKê de, bi gotinên îradeya KCKê Abdulah Ocalan nimûne dide û rexne dike. Kemal Burkay belge nîsan dide. KCK dibêje ‘Abdulah Ocalan îrada me ye û gotinên dawî ewê bije’. Eger KCK ne li gel gotinên di heqê avakirina PKKê de ye, bila berê xwe bide serokê xwe, îrada xwe Abdulah Ocalan. Eger durust bin, bila li dijî Ocalan û gotinên wî derkevin.
Erîsên KCK tê wê wateyê, ku ji xeynî xwe tu kesî nasnakin. Rêxistin, kesayetî, rewsenbîrên Kurd ku wek wan nefikirin, ‘xayîn’ îlan dike. Li tu deng û rengên cuda tehamul nake. Siyasetek statukoperest, siyasetek tirsê li dijî deng û rengên ji wan cuda didomîne.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu, erîsên li dijî Birêz Kemal Burkay tên kirinê mehkum dike û bang li hemû partî, rêxistinên siyasî yên Kurd, hemû rêxistinên sivîl yên demokratîk û hemû siyasetmedar û rewsenbîrên Kurd dike, ku li hember erîsên KCKê bêdeng nemînin.
26.01.2012
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu
Dengê Kurdistan