Li Efrînê Grûpên çekdar gora Dr. Nûrî Dêrsimî sikandin

K24 ‘ Navenda Nûçeyan
Li Efrînê, çekdarên ser bi artêsa Tirkiyê ve destdirêjiyê li ser gorên kesayetiyê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî dikin û wan goran sikandin.
Çalakvanên ji Efrînê wêneyên gora kesayetiyê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî ji K24ê re birê kirin û dan zanîn, ji pêr ve gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî ji aliyê çekdarên ser bi artêsa Tirkiyê ve hatine dizîn û sikandin.
Dan zanîn jî, çekdaran hemû kelûpelên di mezara Henan û mizgefta wê de jî dizîne û pistre jî ew mezar wêran kirine.
Siyasetmedar û rewsenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ku di sala 1894an de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jidayik bûye û di sala 1937 yê koçî Heleba Sûriyê kiribû di sala 1973an de koça dawiyê kir. Dr. Nûrî Dêrsimî berî mirina xwe gora xwe li Mezara Henan a li Efrînê kolabû û wesiyet kiribû li wir bi xakê bê spartin.
Di sala 1991an jî hevjîna wî Ferîda Dêrsimî koça dawiyê kir û li kêlek hevjînê xwe Dr. Nûrî Dêrsimî li Mezara Henan bi xakê hat spartin.
Mezara Henan ku tê de mizgeftek û gora kesayetiyê Kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî heye, navdartirîn mezara Efrînê ye û cihekî wê ya taybet li cem Efrîniyan heye. Li tenist mezarê jî goristaneke mezin heye.
Artêsa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirine, gelek cih û sûnwarên dîrokî û olî wêran kirine, bi taybet cih û sûnwarên olî yên Êzidî û Xiristiyanî.
Dengê Kurdistan