Li Hewlêrê semînerek li ser ayînî Yarsan

Îro li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê semînerek li ser ayînî Yarsan û pêwendî û cudahiya di nava Îslamiyet û ayînî heqîqet de hate lidarxistin.
Dengê Azad/Hewlêr
Semînera ku ji aliyê Akademiya Kurdî ve hatibû lidarxistin, gelek akademîsyen û mamosteyên zanîngehê besdar bûn.
Semînera ku bi du besa hatibû lidarxistin di besa yekem de li ser ayînî Yarsan(Kakeyî) ji aliyê Felakedîn Kakeyî ve û pêwendî û cudahiya di nava Îslamiyet û ayînî heqîqet de jî ji aliyê Dr. Îrfan Mistefa ve hate pêskêskirin. Her du gotarvan jî bi sêweyekî akademîk û zanistî derbarê babetên xwe zanyarî dane besdarvanan.
Besdarvanan jî bîr û baweriyên xwe li ser babetan pêskês kirin û ji gotarvanan sûal pirs kirin.
Di semînerê de herwisa ji aliyê hunermendê Yarsan Seyîd Siyavesî Yarî ve çend sirûdên ayînî yên Yarsan hate pêskêskirin.
Dengê Kurdistan