Nûçe

LI HIMBER PROVOKASYONÊN NÛ, DIVÊ EM HISYAR BIN

Bi rûdanên sîyasîyên vê dawîyê re,li herêma Kurdistanê, bi taybetî jî, li Amedê,di dem u mekanên cuda de, her wiha bi sîweyên ciyawaz birek cînayet destpêkirin.

Ev mirovkûjîyên ku di mitinga HDP a Amedê de destpêkiribun u pasî bi kustina serokê Komela IHYA-DER a nêzîk bi HUDA-PARê, Aytaç Baran re dewam kir u her wiha dû kesên din ku li navenda bajêr li çayxaneyek u kesek jî ku di mala xwe de hate kustin çar kesên din jî, wek cîneyetên ‘kirdar ne diyar’ hatin kustin. Sedem ku ev kustinên vê dawîyê bi rengê wan cînayetên dema berê qewimîn, girseya gel xist nav tirs u xofek nû.

Ev cînayetên ku ji nû ve qewimîn jî didin nîsan ku, hinek hêzên tarî u nexûyar,dixwazin,emnayetiya gel bit irs u xof u sedadî bixin xeterek nû.Dîyare ku ev hêzên çepel u tirshêner, divên di nav gel de qeyranek nû derxin.Sedem ku kesên cûda cûda yek li dû yek hatin kustin,tê bira mirov ku ev tolhildan u hisapkarîyek nûye u wek berê dîsan rojên xeter wê werin avakirin.Ya ku zêdetir balkêse, ev kustin bi eskereyî pêk hatine u hêzên ewlekarîyê hê jîi kirdarên van kustinan peyda nekirîye.Wisan xûya dike ku hêzên tirshêner u mirovkûj ji nû ve , dîsan li ser karin u destê wan li ser tetîkê çekên xwe ne.

Bêguman armanca van bûyeran têkbirina hizur u ewlekarîya gelê Kurd e, u her wiha ew dixwazin ku careke din qeyranek tirshêner biqewimînin.Divê gelê Kurd li himber van provokasyon u lîtîkên nû hisyar u hestîyar be u rê nede buyerên mirovkûjî.Gelê Kurd di dema nêzîk a berê de vê sanoyê temase kiribu.Lazime ku heman sano careke din destpê neke u pêsî li vê sanoya qirêj were girtin.Lewra em weki HAK-PAR’ê, bang li hemu kesî dikin ku li himberê van bûyer u provokasyonên kirêt hisyar bin u vê lîstikê pûç derînin.

Em bûyerên bi van aweyan ji alîyê kî ve were li darxistin bila were li darxistin,di gel vana hemu buyêr u rûdanên sedad , bi tundî sermezar u tifûbaran dikin.Kirdarên van kustinan, bi zûyî divê werin dîtin u ev kustin u cînayet bi zûyî werin zelal kirin u her wiha ev cînayet bi zûyî werin seknandin.Divê were zanîn ku buyerên wiha xesarek mezin didin tekosîna demokrat u netewî a gelê Kurdistanê.Her wiha ev cînayet rik u kîn u nefretê dixe nav Milet u Milet parve dike, yekîtîya gel têk dibe.

Bi vê minasebetê, em weki Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR; rehmet li kustîya dikin u sersaxî didin malbat u dost u derdorê kesên ku di van buyerên kiret de jîyana xwe ji dest dane.Her wiha divê em cûdahîyên di navbera xwe de, bi xwesbîni u rêya gûftûgoyê çareser bikin.Divê her kes li himberê van bûyeran hisyar be u fersendê nede hêzên tirshêner u res u tarî u rê nede provokasyonên nûtir.11.06.2015

Latif EPÖZDEMIR
Cîgirê serokê Gistîyê
Partîya Maf u Azadîyan/ HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button