Nûçe

Li Koln’ê bi deh hezaran kes besdarî Festîvala Serxwebûnê bûn

Kurdan li Almanya’yê li bajarê Kolnê li meydana Heumarkt, ji bo pistgirîya Referandûma Serxwebûnê festîvaleke mezin çêkirin. PDK, HAK-PAR û KOMKAR jî di nav de, gelek rêxistinên siyasî û sazîyên sîvil dest dan hev û festîvaleke serkeftî pêkanîn. Festîval bi besdarîya deh hezaran û bi sahî û kelecaneke mezin çêbû.

Di destê wan da bi hezaran alayên Kurdistanê qefle qefle kurd, mêr û jin û zarok, ciwan kisîyan meydanê. Cos û kelecana wan, bang û sirûdên wan dîmeneke hêja radixist ber çavan.

Di serî da ji Almanyayê, ji gelek welatên nêzîk terefdarên HAK-PAR û KOMKARê jî bi girsî besdar bûn.

Kurdên Ewropayê li Kolnê bi dengekî bilind pistgirîya xwe dan Referandûma Serxwebûnê.

Ji festîvala Kolnê re silavnameyeke Serokê Herêma Kurdistana Basûr birêz Mesud Barzanî hatibû. Mesja Barzanî ku ji alî nûnerekî ”Komela Dostîya Kurd û Almanan” ve hat xwendin, bi coseke mezin hat pêswazîkirin.

Gotinên ku di mesaja Serok Barzanî de ji besdaran re xîtab dikir weha bû:

‘Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz, Xûsk û birayên min ên xostevî,

Gelek cihê keyfxwesî û hêviyê ye, ku hejmareke mezin a keç û xortên gelê me li derve ji bo pistevanîkirina serxwebûna gelê me li vir civiyane û ez destxwesiyê li we dikim û spasiya we dikim. Dengê we pistgermî û hêzê dide xûsk û birayên we yên li Kurdistanê.

Îro milletê me li hember qonaxeke gelek hestyar de ye, di 25ê Îlona îsal de referandom tê kirin, da ku gelê Kurdistanê biryarê li çarenivîsa xwe bide û ber bi serxwebûnê ve pêngav bihavêje.

Biryara referandomê biryara gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ye û serweriyeke din a mezin e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de.

Referandom armanc nîne, belku wesîleyek e bo gihîstin bi armanceke mezintir ku serxwebûn e, ev jî tenê bo xelkê kurd nîne, ji bo hemû wan netew û olan e yên ku li Kurdistanê dijîn.

Gelê me li Basûrê Kurdistanê bi mercê sirîkatiyê jiyaneke bi dilxwaz li gel dewleta Iraqê hilbijart. Pistî sed salî para gelê Kurdistanê ji wê sirîkatiyê, ês û enfal û kîmyabaran û jenosîd û qirkirin bû. Hemû hewlên me li gel dewleta Iraqê bê encam bûn û ew mafên ku xweda bexsiye mirov, ku jiyan û azadî ye, li me hat zewtkirin, gelê Kurdistanê jî bindestî û paskoyetiyê qebûl nake, ji ber wê di niha de bi heman sêwaza saristanî û demokratîk gelê Kurdistanê li berdem du bijardeyan dibe, yan mana li gel dewletekê ku hertim hewla ji nav birina me dide, yan avêtina pêngavan ber bi serxwebûn û serfiraziyê ve.

êZêdebarî hemû wan karesatên ku hikûmetên Iraqê anîne serê Kurdistanê, pistî rûxana rejîma Beisî, Kurdistanê hemû hewlên xwe da ji bo avakirina iraqeke nû ya federalî û demokratîk li ser bingeha sirîkatî û lihevkirinê, lê belê hemû hewl bê encam bûn, rêkevtin hat kirin û hat binpêkirin, yasa hat danîn û nehat cîbicîkirin, pabendbûn bi destûrê nehat kirin û hat binpêkirin, heta ku gihîste wê yekê ku nanê xelkê Kurdistanê bibirrin. Hêsta ferhenga înkarkirinê û bi kêm dîtina gelê Kurdistanê serdest e. Ferhengek ku sirîkatiyê qebûl nake. Gelê Kurdistanê ji mana li gel Iraqê bê hêvî bûye û êdî naxwaze ezmûnên sikestxwariyên berê dubare bike û neçar jî nîne ku heta hetayê pasko be û çav li ser mafên xwe bigire.

Em daxwaza tisteke asayî û yasayî dikin. Gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya astiyê û dûr ji tundûtîjiyê bigihîje mafên xwe û bastirîn pêwendî li gel Iraqê û cîranan û welatên herêmê hebe. Armanca referandomê gihandina peyam û xwasteka hevwelatiyên Kurdistanê bi cîhaniyan e ku serxwebûnê û astiyê dixwaze.

Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe biparêze û di astiyê de bijî û ber bi pês ve biçe, pêwîstî bi serxwebûnê heye. Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe ji ser û arîseyên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber wê bastir ev e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên bas, da ku arîseyek mezintir di navbera wan de çê nebe û êdî em her du alî di alozî û tirsê de nejîn.

Ezîzên min…

Millet xwediyê nêrîn û helwesta xwe ye û divê ew derfet bi xelkê Kurdistanê bihê dan ku biryara xwe bide û nêrîna xwe bîne ziman. Tekane dermanê hemû derdên me û tekane garantiya dubarenebûna karesatan ev e, ku em ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêjin.

Soresên gelê me bo azadî û serbestî û serxwebûnê bûye, gelê Kurdistanê di sedsala bihorî de ji bo parastin û mana xwe gelek qurbaniyên mezin dane, we di hemû boneyên netewî de roleke camêrane dîtiye, ji bo referandom a 25ê Îlonê jî ez daxwazê ji we dikim, erkê xwe yê nistimanî û netewî û demokratîk pêk bînin û bi hemû siyanekê pistevanê serxwebûnê bin, dengê we bila bo serxwebûnê be, ev jî ji bo dawî anîna bi bindestiyê û hilatina roja azadiyê, ji bo vefadariya bo xwîna sehîdên me, ji bo astî û vejînê, ji bo bexteweriya bo nivsên paserojê.

Bijî Kurdistan!

Nemirî bo sehîdên rêya azadiyê! ‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Dengê Kurdistan

Back to top button