Nûçe

Li Komeleya ÇIRAya Amedê Danîsana Wêneyan a derbarê Kêsên Hatine Windakirin de

Di 4ê Gulanê de, li Komeleya ÇIRAya Amedê bi Mamoste Zilkîf Mavlay re çalakiyek hate li darxistin. Di çalakiyê dewêneyên malbat û xizmên kesên hatine windakirin ku Mavlay kisandiye û navê “Hest(î)-Sîna li Pey Wendayan” lê kiriye, hatin nîsandan û derbarê çîrokên wan kesên di serê kirêj ê li Kurdistanê de hatine windakirin û hestên malbatên wan de axifî.

Mavlay, didestpêka axaftina xwe de qala xebata xwe ya ku nêzikî ses mehan domiye kir û got ku ji bo vê xebatê pêk bîne tevlî çalakiyên Dayikên Semiyê yên li Amedê, Stenbolê û Batmanê bûye, wêne kisandiye, ji wan çalakvanan çendin malbat bijartiye û li gel wan hevpeyivîn pêk aniye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Mavlay li ser çîrokên kesên di serê qirêj ê li Kurdistanê de hatine windakirin û hest û serpêhatiyên malbatên wan de sekinî. Wî anî ziman ku hêzên dagirker xwedî wê erkê bûn û dikaribûn wan kesan bigirin û cezayê giran bidin wan. Lê dagirkeran bi awayekî din ev kes windakirin û xwestin ku gelê kurd asimile bikin û netewebûyîna xwe temam bikin.

Mavlay anî ziman ku malbatên kesên wendakirî di encamên ew bûyêrên ku hatine serê wan de travmayên giran jiyane. Li aliyekî xizmên wan hatine windakirin û ev bûye travmayek û li aliye din mecbur hatine xistin ku cih û warê xwe koç bikin û ev jî bûye travmaya duyemîn.

Wî anî ziman ku di hevpeyivînên li gel xizmên wendakirî de her malbatekî li gel evqas êsan aniye ziman ku ew ne li pey tolhildanê ne û astiyê dixwazin. Dîsa Mavlay got ku ji malbatan pirsiye ka gelo derbarê hevûdin helalkirinê de çi difikirin û malbata bi giranî gotiye kesekî diyar li himber tune ye ku bibêje min xizmên we biriye, windakiriye û ji we lêborînê dixwazim ku ew jî wan helal bikin.

Mavlay di dawiya axaftina xwe de bal kisand ser bêeleqedariya civakê a li himberê têkosîna xizmên wendakiriyan û xwest ku her sazî, dezgeh û gelê kurd xwedî li têkosîna wan derkeve. Ew kesên hatine wendakirin nede ji bîrkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button