Nûçe

Li Kopenhagê sehîdên komkujîya Hesekê hatin bibîranîn

Di êvara 20. Adara 2015´an de, di dema ku kurdan li Hesekê li Rojavayê Kurdistanê Agirê Newrozê pêdixistin û Newroz pîroz dikirin, rêxistina terorîst a DAIS’ê bi du trimbêlan êrîsên xwekujî biribûn ser kurdan û komkujîyek pêkanîbû. Di encama erîsên terorîstî de di cî de 35 kesan jîyana xwe ji dest dan û 150 kes jî birîndar bûn. Pistî wê her ku çû reqema sehîdan zêde bû. Heta niha 57 welatparêzên kurd jîyana xwe ji dest dane û jîyana gelek kesên din jî hê di xeterîyê de ye.

Bi minasebeta birîanîna komkujîya li Hesekê, Partîya Demokrata Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S), rêxistina li Danîmark, di roja 29.03.2015’an de li Valby/Kopenhagê merasimek pêk anî.

Di merasimê de gelek partî û komelên kurdî besdar bûn û axaftin kirin.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

31.03.2015

Dengê Kurdistan

Back to top button