Nûçe

Li Kopenhagê sehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Di roja 07.04.2013’an de, li bajarê Kopenhagê, paytexta Danîmark, ji bo bîranîna sehîdên Kurdistanê merasimek hate li dar xistin. Ev merasim bi amedekarîya Partîya Demokrat a Kurdistanê ‘ Îran (PDK-Î) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk hat.

Merasim ji alîyê nûnerê PSK’ê, rêxistina Danîmark, Serhad Amedî ve hate vekirin. Pistî bi xêrhatina mêvanan û yek deqe rêzgirtin ji bo sehîdên Kurdistanê û sirûda netewî ‘Ey Reqîb’, Amedî dest bi axaftina xwe kir. Amedî di axaftina xwe de qala dîroka kurdan, Komara Kurdistanê li Mahabadê û sehîdkirina nemir Qadî Mihemed û hevrêyên wî kir û bal kisand ser armanc û pêwîstîya merasima ji bo sehîdên Kurdistanê.

Pistî Serhad Amedî nûnerê PDK-Î, rêxistina Danîmark, Silêman Kelesî di derbarê dîroka Kurdistanê de û xasima jî di derbarê Komara Kurdistanê li Mahabadê û Pêwsawa Qadî Mihemed de semînerek pêskês kir.

Gelek welatparêz besdarî merasimê bûn. Herweha partî û rêxistinên kurdan jî ên wek Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtî Nîstimanî Kurdistan (YNK), Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û hwd. tê de besdar bûn û peyamên xwe pêskês kirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button