Li Kopenhagê seva ji bo alîkarîya Wan’ê hat lidarxistin

Wek ku tê zanîn di roja 23.10.2011’an de li bajarê Wan’ê û li hin navçeyên wê, erdhêjeke mezin rûda, bi qeweta 7.2 li gor risterê. Heta niha jî erdhêj li herêmê her berdewam dikin. Erdhêja herî dawî jî berîya çend rojan qewimî, ango di roja vê îna derbasbûyî de. Di encama van erdhêjan da heta niha bi sedan însanan jîyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jî birindar bûn û bi sedhezaran kes bê mal û bêwar man. Herwekî din bi hezaran jî malbatan cih û warên xwe terk kirin, ber bi Anadolê û metropolan ve belav bûn û bûne koçber. Yên ku mecal neditîn an jî nexwestin dev ji cih û warên bav û kalan berdin bê çare li cih û warên xwe man, lê piranîya wan di vê demsala sar û seqem de hîna jî di bin çadiran de, ango di bin konan da jîyan dikin û li beramberî sermê û seqemê berxwedanek dijwar didin.
Wek li gelek welatan, li welatê Danîmarka jî komîteyek hevbes ji bo alîkarîya Wan’ê ji alîyê KOMKAR-DK û çend malbatên ji Wan’ê, ku li Kopenhagê û derûdorên wê dijîn, hat damezirandin, kontoyek hat vekirin û bi destûra polîsê Kopenhagê li seranserê Danîmarka kampanyeke alîkarîyê hat dest pê kirin. Komîte ji van kesan pêk tê: Güven Özvan, Fuat Talay, Serhat Süslü û Yilmaz Yildiz. Güven Özvan serokatîya komîteyê dikê.
Di xeleke vê kampanya alîkarîyê de Komîta alîkarîya Wan’ê di roja 21.01.2012’an de li bajarê Kopenhagê sevek bi xwarin li darxist. Di seva pistgirîyê de nêzîkî 200 kesan besdar bûn û ji seat 17.30 heta 23.00’an berdewam kir. Pistî bi xêrhatina mêvanan di sevê de li ser navê komîtê him bi zimanê danîmarkî û him jî bi zimanê kurdî axaftin hatin kirin û li ser rewsa maxdurên erdhêja Wan’ê hate rawestindin û daxwaz hat kirin ku wan bi tenê nehêlin û alîkarîya wan bikin. Ji hêladin ve jî helwesta negatîf a hikumeta Tirkîyê û hin derûdorên nijadperest li beramberî erdhêjê û qurbanîyan hat rexne kirin û protesto kirin.
Di sevê de ji bo alîkarîyê hin dîmenên Wan’ê, ku berîya erdhêjê ji alîyê Serhat Süslü ve hatibûn kisadin, ji bal mêvanan ve bi qîmetekî bilind hatin kirîn û bi vî sêweyî pistgirîya xwe dan nîsandan. Di sevê de herdu sîyasetmedarên danîmarkî bi eslê xwe kurd, Özlem çekiç, endama parlamento ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û endama berê a parlamento ji Partîya Sosyaldemokrat, Yildiz Akdogan jî axaftin kirin û bîr û boçûnên xwe li ser rewsa erdhêjê û maxduran anîn ziman.
Di sevê de gelek hunermend besdar bûn û bi mûzîk û awazên xwe pistgirî dan vê seva taybet. Hunermendên ku besdar bûn ev bûn: Fuat Talay, Cahit Ece, Mizgîn Özdemir li gel Anders, Medya Özvan û grubeke danîmarkî bi navê ‘The Brazierlights in the Window’.
Partî û rêxistinên ku pistgirîya vê kampanyayê dikin evin:
Partîya Demokrata Kurdistan (PDK), Yekîtî Nîstimanî Kurdistan (YNK), Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Demokrata Kurdistan (PDK-Bakur), KOMKAR-DK, Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark û Yekîtî Lawan.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû Kopenhag
Dengê Kurdistan