Li Kopenhagê xwepêsandan li dijî rejîma Îranê

Yilmaz Yildiz – Kopenhag
Ji bo nîsandana nerazîbûna li dijî sîyaset û milîtarîzma rejima meleyên Îranê û nerazîbûna li dijî bidarvekirina xortên kurd li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, duh di roja 03.11.2013’an de xwepêsandanek li ber sefareta rejima Îranê li bajarê Kopenhagê hat li dar xistin. Ev xwepêsandan ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Soresger a Zehmetkêsên Kurdistana Îranê ve hatibû amade kirin.
Girseyek mezin ji kurdên her çar besên Kurdistanê, ku akincîyên bajarê Kopenhagê û derdorên wê ne, besdarî xwepêsandanê bûn û bi sîarên kurdî, farisî, îngilîzî, danîmarkî û bi pankartan sîyaseta rejima Îranê û xasima bidarvekirina xortên kurd di zîndanên Îranê de mahkum û sermezar kirin.
Bi zimanê kurdî û danîmarkî axaftin hatin kirin û bala raya gistî û navnetewî kisandin ser vê hovîtîya rejima kevneperest, ku her gav û her dem xortên kurd ên sîyasî bi hêceta ku ‘dijminatîya Xwedê’ dikin, bidarve dikin.
Xwepêsandanê du seatan dewam kir û bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ di seat 15.00 de bi dawî bû.
Wek ku tê zanîn berîya çend rojan di nava heftîyekê de 14 xortên kurd ji alîyê rejimê ve hatibûn sêdare kirin. Ji bilî van hê 26 kurdên din jî li benda sêdarekirinê ne.
04.11.2013
Dengê Kurdistan