Nûçe

Li Koyayê Sahiya Newrozê

Îro li Deftera Siyasî a Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê-PDKÎ sahiya Newrozê hate lidarxistin.

Dengê Azad/Hewlêr

Sahiya Newrozê ku li hola Azadî a Deftera Siyasî a Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê-PDKÎ hatibû lidarxistin, Sekreterê Gistî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, endamê Deftera Siyasî a PDKÎ, Serokê Komeleya ÇIRA ya Amedê Ramazan Moray û çend rêvebir û endamê komeleyê, Rêvebirê Saxa Amedê yê HAK-PARê Sevgî Çelîk çend endamê vê partiyê, endamê Komeleya Ciwan û Zarokan Kurdistan yê Ewrûpa-KOMCIWAN Sukrî Demîr û gelek endam û qadirên PDKÎ besdar bûn.

Sahiya Newrozê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo canî pakî sehîdên Kurdistanê destpêkir.

Pistî rêzgirtinê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî axaftinek kir. Rêzdar Hîcrî di destpêka axaftina xwe de cejn û sersala Newrozê a gelê Kurd pîroz kir. Hîcrî di berdewamiya axaftina xwe de li ser rojeva Rojhilata Navîn bi gistî û bi taybetî jî rojeva Îranê nirxand. Sekreterê Gistî yê PDKÎ herwisa li ser bi serkeftî derbasbûna boykotkirina dewra 9ê a hilbijartina parlamentoya Îranê jî nêrînên xwe anî zimên.

Pistî axaftina Rêzdar Mistefa Hîcrî çend sirûd, pexsan û stranan sahiya Newrozê li dervayê holê agirê Newrozê hate vêxistin û besdarvanên sahiyê bi govendan Newrozê pîroz kirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button