Li Kurdistanê Çavnerînên Min
Komcivîna pêncan ya Partîya Maf û Azadîyan di 04.11.2012 an de li Enqerê pêk hat, besdarîyek gelek hêja ku di ser du hezar kesî re, ji herçar besên Kurdistanê mêvanên hêja, nûnerên partîyên sîyasî, heval û dostên partîyî ji hundurê welat û dervî welat hebûn. Bi axaftina rêveberîya komcivînê, dîwan ji hêla rêveberîyê ve hate pêsnîyar kirin, ji hêla nûneranve dîwan hate erêkirin, xwendina mesajên giranbihayên dezgeh û keseyetên, partîyê û nûnerên partîyê, mersa millî ya netewî ya gelê Kurd û alaya gelê Kurd hate bilind kirin komcivînê de germayek û heyecan xurtir bû. Solaxanên-sîarên weke ‘Ji Tirkîyê re demokrasî, Kurdistanê re azadî!’ û ‘Bijî azadî û bijî Kurdistan!’ hatin avêtin.
Mixabin û hezar mixabin, ji hêla organîzê ve gelek kêmasîyên wê hebûn. Divabûya ku di komcivîneke weha de û bi teyîbet jî komcîvana Hak-Parê de weha nebûna, divabûya ku bastirîn organîze bûna. Li gor dîtina min besdarî gelek bas bû. Lê qedir û qîmet ji bo mêvana gelek qels bû, divabûya ji devê derîyê salona komcivînê heta cîhê salona civînê û heta ku mêvan ji wir biçûna amadeyek bi rêk û pêk pêk bihatina. Navên hinik mêvanên komcivînê ku ji bajarê dûr hatibûn, derba ewilî hatine komcivîna partîyek weha, nehatibû xwendin pistre hate xwendin, heta di amadekirina jibo raya gistîre û di malperan de jî nehate nivîsandin, mesele yek ji wan kevne parlementêrê CHPê yê bi xwe Kurd, berêz Mehmûd Duyan, dibe ku ev xeletî diwarê teknikî jî bûbe.
Hilbijartina kekê Kemal Burkay ji bo Serokatîya Partîya Maf û Azadîyan li gorî raya gistîya xelkê der û dora dibêjin basbû ku kesek weha demoqrat, asitîxwaz û azadîxwaz ji bona gelê Kurd û Tirk di vê pêvajoya îroyîn de bas bû. Pîroz be kekê Kemal ji bo te van du salên pêsîya me, ji bo Serokatîya te ya Partîya Maf û Azadîyan.
Mêvanên ku ji bo komcivînê hatibûn, ji welatên ewrûpa yê weke, swêdê, Elmanya, Holanda, Feransa Siwîsre, Awustûrya û Danîmarka, li ser yaxa çakêtên wan rozêtên ku alaya Kurdî hebûn ewjî cîhê kêfxwesîyê bû, xeyala hemû hevalên ku besdarîya komcivînê kiribûn rojik ji rojan ku kekê kemal burkayê di partîyek legal de, cîhê xwe bigre û bibe serokê partîyek legal di sertê tirkî de, komcivîna xwe jî li Enqerê çêbibe û mersa millî ya gelê Kurd jî bê xwendin. Besdarên ji ewrîpayên hatibûn hemû kedkar û zehmetkêsên welatê bav û kalên xwe bûn, mala hemûyan ava.
Mazûbanê minî li Enqerê xwedê jê razî kekê minî hêja û delal Alaaddîn Aras û xanima xwe gelek xizmet kirin ji min re û kekê Kemal Arasê birayê mezin yê kekê Alaaddîn, em du roja li mala wî man. Malbata xwe tevî zarokên xwe xizmeta mêvanên Hak-Parê dikirin mala wan ava, destê meriv ji mala wan nedibû, ji ezed û îkrama wan. Kekê Kemal Aras nûnerê bajarê Diyarbekrê bû, min derba ewilî ew naskir, suhbeta wî û dîtinên wî li ser siyasetê gelek xwes û balkês bûn ji bo min. Dîsa jî divê ku em madî û manewî pî berî çalakî, kar û xebatên van du salên pêsîya me, ji bo Partîya Maf û Azadîyan bibin, weke yek neferên vê partîyê li hindurê welat û dervî welat bibin.
***
Ez li gelek gund û bajarokên weke, ‘Omerya, Nisêbînê, Qiziltepe, Dêrikê’ derûdora bajarê Mêrdînê bi munesbeta sîn, sahî û dewetkirina ku meriv û dostan ez dewetî hevdîtinan dikirim. Bi van munasebeta min gelek dost û hevalên xwe yê kevn dîtin. Bi teybetî di dewetkirina minî bi teybetî suhbetên li ser civaetê û tistên kevn ku derbas bibûn suwal û suhbet dihatin kirin. Cimaetê û meriva suwalên li ser pêvejo û dema ku em têde nin dipirsîn, emê çawa ji vê gabûsa ku ketîye ser gel jê xelas bibin, dipirsîn..
Ji xwe televzyon di mala herkesî de heye, heta serê çiyayîkî gundek hebe televzyon û înterenet heye. Li cîhanê û li welat çi dibe, çi nabe pê tê hisandin. Mesele bîr û raya min li ser vê pêvajoya ku gelê Kurd li tirkî û rojhilata-navîn çi dibe, çi nabe, çi feyda gelê Kurd di vê demê de heye û bi teyebetî jî rewsa tirkî wê çawa bibe di pirsîn?. Min jî li gor sîyaseta ku min di parast bîr û raya xwe diyar dikir.
Îca cimaetê hemûçka qala kekê Kemal Burkay û sîyaseta wî û dîtinên wî dikir, hemûçka digotin yên weke Kemal Burkay û siyaseta ku dimesîne girîng e ji bo gelê Kurd û gelê Tirk divê demê de. Êdî ne dema serê çekdarî û pevçûnê ye, dem dema dîyalogê, asitîyê û li hevhatinê ye, di cimaetên ku me lê suhbet dikir, dihate gotin.
Xelkê digot, em êdî ji polîs û leskeran natirsin, ’em ji xwe bi xwe, ditirsin’ yanî em kurd bi xwe ji hev ditirsin. Xelkê bi xwe digot, bila ev serê qirêj bisekine, dîyalog û hevdîtin pêk bê, ne ser û pevçûn ku feyda tu kesî di ser de tune, ji xeynî zirarê ku dide xelkê û der û dorê pêve tune. Berî çend sala aramekirina ser rîya cîhê ku seyteret-qaraqol lêbûn dihate kirin û gelekî leskeran û polîsan xelk aciz dikirin, lê ana jî îstisnayî ku têye kirin arama, ewjî bi sêweyeke normal û medenî arame têye kirin.