Nûçe

Li Ludwigshafen komeleyek nû ya KOMKARê hat damezrandin

Rênas Sütcü / Dengê Kurdistan

Cîhê sanazîyê ye ku li Ludwigshafen komeleyek nû ya KOMKARê hat avakirin. Duh -16.10.2016- li Ludwigshafen bi besdarbûna endam û dostên KOMKARê komcivînek gelek bi rêzdar û bi berhem hat li darxistin.

Komîteya amadekirina komcivînê, civînek gelek balkes amadekiribû. Li ser navê komitaya amadekar birêz Hüseyin Güler vekirina komcivînê kir. Wek tê zanîn kekê Hüseyin du hefte berê birayê xwe û apê xwe wendakiribû. Em spasiya xwe pêskesî kekê Hüseyin dikin ku rewseka wusa da tevî Komcivîne bû. Her wusa bona rêvabirina komcivînê birêz Adnan Sütcü berpirsyarê KOMKAR yê basurî Almanya , birêz M.Ali Dogan serokê Komela KOMKAR ya Munih e û ciwanê komela me nu ya Ludwigshafen’ê Baran Kahraman hatin hilbijartin. Pistî rêzgirtina bona sehidên Kurdistanê kar û xebat a komitaya amadekar birêz Hüseyin Güler û birêz Halit Kahraman anî zimên . Her wusa bêsdervan jî bir û raya xwe derheqa komelê da gotin û pîroznahîya xwe pêskesî dîwanê kirin. Di xala rojevê ya hilbijartina revêbiriya komela Mala Gelê Kurd li Ludwigshafenê birêz Hüseyin Güler , Ibrahim Younisî, Zeycan Kahraman, Halil Akan, Sehmus Çakmak, Baran Kahraman ji bona salekî hatin hilbijartin. Di vê Komcivînê da lêjna Komciwan Ludwigshafen jî hat hilbijartin.

Berzan Ibrahim, Baran Kahraman, Sadî Musa, Devran Kahraman, Ibrahim Younis, Mirvan Kahraman, Mustafa Esman û Ezman Kahraman vî karê pîroz yê Ciwanan birêvabibin.

Komcivîna Mala Gelê Kurd li Ludwigshafen, bi besdarên ji her çar parçeyên Kurdistanê va bi rastî bû Mala Kurdan.

Dengê Kurdistan

Back to top button