Nûçe

Li Münih KOMKARê 8 e Adarê roja jinên cîhanê bi çosek mezin hat pîrozkirin

Ev çalakî ji alîye KOMKAR Münih , Komjin Münih , Destaya komela afratên
Kurdistan, PDK-S bi hevra hat amadekirin.
Serokê komelê birêz M.Ali pîrozkirina Sahîyê bi axaftinekê vekir. Wateya vê rojê anî zman, her wisa bi navê Komjinê xanim Nurcan Sütcü va jî besdar hatin peswazîkirin.

Ser navê Destaya komela afretên Kurdistan xanim Newroz ser wateya rojê axaftin û kir û liser rewsa jinên Kurd nerînên xwe anî zman. Her wisa xanim Rûken bi Almankî, xanim Asrîn bi tirkî belevoka Komjinê xwandin .

Peyama birêz Kemal Burkay ku ji bo sahîya Roja Jinên CÎhane hat xwendin.
Peyama Burkay ji alîye bêsdarvanan va bi çosek mezin hat peswazîkirin .
Pistî axaftinan bi muzika Kürdi bi hevra govend hat kisandin.

Dengê Kurdistan Münih / Rênas Sütcü

Dengê Kurdistan

Back to top button