Nûçe

Li Munihê dest dirêjîya Maliki hat protestokirin

Roja semîye -15.12.2012 li bajarê Munihê li ber avahiya konsulosa Amerikayê çalakiyek ji aliyê rêxistinên demokratîk yên kurdî li Munihê hate lidarxistin.

Çalakî li seat 14:30 destpêkir heya seat 16:30 dom kir. Çalakiya kurdan li bin drusmên wek: “Maliki dest dirêjî Kurdistanê meke, Bila orduya Dicle vekise û ji Kurdistanê derkeve, madeye 140 were karkirin , Kerkuk , Xaniqîn Sengal Kurdistan e’ da qasî 200 kes kombûn û jibo asitî û azadî helwesta xwe diyarkirin. Xwepêsandana rêxistinên demokratîk wek Komkar-München, Kurdishe Kultur Verein û rêxistinên din yên kurda, li wir bi hevra bala raya gistî li Munihê xwestin bikisînin ser vê pirsê kû ew tu carî ser nexwazin li Kurdistanê. Çalakî bi qasi 2 seatan ajot û bi asitî dawî hat.

Dema Nû Munih
Rênas Sütcü

Dengê Kurdistan

Back to top button