Li Parîsê li ser ”serxwebûna Kurdistana Basûr û rewsa dawin” konferansek hat amade kirin

RIZGAR AMEDÎ / Paris
Li ser vexwendina Komîteya Pistgirîyê li Fransayê bo serxwebûna Kurdistana basûr, Cîgirê Wezîrê Rewsenbîrî û Lawan Dr. Salar Osman, derbarê gelpirsîya serxwebûnê û rewsa dawîn, roja 27.05.2017, konferansek li Parîsê da.
Demek berê, ji alîyê nûnerîyên hêz û partîyên Kurdistan û welatparêzên kurd li Fransayê Komîteyeka pistgirîya serxwebûna Kurdistanê hatibû damezrandin û vê komîteyê ji bo agahdarkirina Kurdên li Fransayê ev konferans amade kir. Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê besdarê konferansê bûn û elaqeyaka mezin nîsan da.
Konferansê, pistî xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb di 14an da dest pê kir û nêzîkê 3 se’etan ajot.
Di destpêka konferansê da Dr.Salar Osman sipasîya komîteya pistgîrîyê û besdaran kir û wiha got :
« Qonaxa ku em Kurd, îrô jê derbas dibin, derfetên mezin pêskêsî me dike, ev jî ragihandina serxwebûna basûr e.
Wek hûn jî dibînin û dizanin, rewsa rojhilata navîn ne aram e. Sûrîye bûye gola xwînê, Iraq jî rûberûyê ser e, li Iranê jî, her roj Kurd têne dardakirin. Gelên herême ji demokrasî, azadî û aramîyê bêpar in.
Tenê Kurdistana basûr, bêdewlet be jî, rûberûyê hêrisên hov ên Daîse bûbe jî, dîsa herêma herî aram û azad e.Lê ev rews dibe ku wiha nedome, divê zûtirin wext, em dewleta xwe ava bikin, û pê ra hin pirs û gelemseyên di warê parlamento û sîyasî da hene, çareser bikin.
Kar û xebatên me di wî warî da ji berê xurttir in û rewsa niha jî ji demên berê guncawtir e. Gelek welat pistgirî didine vê hewldana me. Em wek serkirdayetîya Kurdistanê amade ne, îsal gelpirsîyekê çêbikin û raya gelê xwe werbigirin. Em ne weka partîyekê, lê weka neteweyekê hizir dikin û tevdigerin. Serok Barzanî jî ne weka serokê PDKê lê weka serok û nûnerekî neteweyekê hizir dike. Ew di civîn û danûstandinan da jî, hemî hêz û pêkhateyên Kurdistanê digire ber çav. Em ne tenê serxwebûna Kurdan, lê serxwebûna Kurdistanê dixwazin. Kurd pirranî bin jî, Kurdistana basûr pirr rengîn e ji alîyê bawerî û kêmneteweyan. Ev alîyekî mijarê ye.
Mixabin, Kurd di nava xwe da, li ser vê mijarê ne yekdeng in, û hin alî jî, bi grûpatî û hizbîtî li meselê dinihêrin, li dijî dewletbûnê derdikevin. Pirr heyf û mixabin ku hindek hêz û partî, li basûr, li bakur û rojavayê, propagandaya neyînî dikin li hemberî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê. Li alîyekî din jî dewletên wek Iran û yên din jî desttêwerdan dikin dakû basûr nekare serxwebûna xwe ragihîne.
Em di vê serdemê da pirtir hewl didin ji bo dîyolog û hevahengîyê daku gels û pirsgirêk kêmtir bibin bo ku em bigihêjin amancên xwe.
Dr. Salar Osman li ser pirsa hin besdaran jî got : « Gelpirsî, dê îsal, bawer dikim, di meha îlonê da bê kirin, eger rewseka pirr awarte dernekeve holê. Kerkûk û deverên rizgarkirî jî dê tevlî gelpirsîyê bibin. »
Dengê Kurdistan