Li Rojhilata Navîn statu wê bê guherin

Pisti kongra ya 9’an a Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK li bajarên Evrupa civînên agahdariye tên li darxistin. Civîna siftê li Hollanda bajare Denhaage hat çêkirin. Pasê jî li Elmanya bajarê Bremen e. Li bajarê Munihê, ku paytaxtê Bavyera ye li Komela Komkarê ya Munîhê da ji di 15.10 2011’an da hat lidarxistin. Her wisa di 16.10. 2011’an da li Mannheime jî eynî civîn hat amade kirin.
Civina Munihê ji aliye Komkar- München û alîgirên PSK li Basurê Almanyayê va hat amade kirin. Di konferansê da wek axaftvan birêz Mesut Tek, ku bixwe Sekretere Gistî ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê ye cih girt. Pistî kurêzgirtina bo sehiden Kurdistan û sosyalizmê birêz Mesut Tek dest bi axaftina xwe kir.
Birêz Tek em grîngiyek mezin didin kongreyên partiya xwe, loma jî di nav van 36 salên ku derbazbûne, me 9 car kongraya partiya xwe çêkir. Ev serbilindiyek mezin e serfiraziyek e. Kongrêyen partiyan ji bo danûstandinek li ser kar û xebatê çêdibe. Kêmasî û calakiyên wê tên niqas kirin. Kongrêya me jî tevlêbûnek mezin va hat lidarxistin.
Pêwistiya Kurdan bi parti ya me heye. Em wisa dibinîn.
Biryaren me di komcivîna xwe da girtine mirov dikare bi du bes bi nav bike. Besek ji van ditîna me ya bo Rojhilata Navîn û Kurdistane û ya din jî konjukture dinya ye. Pêvajoya ku li Bakure Afriqa destpêkiriye û li Rojhilata Navîn berdawam e, faktorê Kurd rolek giring dileyîze. Tevgera Kurd li Rojhilata Navîn tevgerekî dinamîk e. Tekosîna gelê me li her parceyek Kurdistanê çalak e.
‘Tevgera guhartinê li Espanya, Ameîrka bi rêyen demokratîk û asiti xwe nisan dide, lê mixabin li Efrîqayê Bakur û li Rojhilata navîn bi xwin û lêdanê.
‘Bereyên ku li ser Rojhilata Navin hene, bandore xwe li ser hemu buyerên herêmê datine. Bereyek dixwaze statuya heyi weki xwe bimine, bereyê din ji dixwaze statu bê guhartin. Berêyê, ku statuparêz e, ji Îran, Suriyê û Hizbullah pêktê. Divê kurd di bereyê dij statu de ci bigrin.
Lê mixabin qismek ji tevgera Kurd wek PKK li tifakek Sî bi irane va digerinîn. Ev xeletiyek herî mezin e ku Kurd bikin. Mesajên Öcalan û Buran Kalkan bi vî avayî ne.
Tu feydeye tifaka hanê ji kurda ra nine.
Israil li hereme hêzek e û kurd divê li ber çavê xwe bigre. Divê politayên me li ser bingeha rastiye cêbibin, nu u liser vijdan got.
Her wisa birêz Tek liser lihev hatina Pejak û îrane jî bir ûraya xwe anî ziman. Li ser mesajên ku Karayilanê serokê KCK daye usa got: ‘Ger pejak li Irane bi riya siyasetê de karê xwe bike, çima li Tirkiye PKK dest ji sêre cekdariyê bernade.
Li iranê derfet ji bona karê siyasi nine, lê Tirkiyê kemasiyên demokrasiyê jî hebin sistemê pir partî hene. Ne hewce ye ku kurd li Tirkiye xebata çekdariyê bikin. Her wisa partiyê banê ku bi xwastina Ocalan tê amade kirin, bi raya me kêmasiyên pir bi xwe ra tine, lê hîn zu ye ku li ser vî biaxafin. Her wisa protokolê ku ji aliye Hakpar-kadep û Bdp va hat îmza kirin me pistgrî da. Li hevhatina tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê jî pêwistiyek mezin e. Em xosbîn in mezin tevgera siyasî ya Kurdistane astêngen ber yekitiyê rake. Em gringiyek mezin didin herekata Kurd ya legal li Tirkiye.’
Pisti axaftina xwe, birêz Tek bersiva pirsên bêsdaran ku liser babetê bûn, da.
Dema nu Munih
Rênas Sutcu
Dengê Kurdistan