Nûçe

Li ser rewsa Kurdistana Basûr

Serokê Gistî yê KOMKARê birêz DR. Sukrî Güler tevî komek doktorên Kurd ve li Kurdistana Basûr alîkarîya nexwes û birîndaran dikin. Birêz Güler li ser kar û xebata xwe û hevalên xwe û li ser rewsa Kurdistanê nivîsîye. Em kurdiya wê jî pêskêsî xwendevanên xwe dikin.

Pistî rûdanên Kurdistana Basûr ez di 18.08.2014-a de çûm Amedê. Berî çûyînê min bi rîya têlefonê ji birêz Bayram Bozyel tika kir ku li ser navê KOMKARê, bi buhayê 6000 Euro, dermanê bêtir ji bo zarokan peyda bike. Birêz Bayram sax be, daxwaza me gîhandîye serokê berê yê Odeya Bazirganîyê ya Amedê birêz Mehmet Kaya, bi alîkarîya wî bi erzanî ji me re bi buhayê 15.500 Euro, 64 karton/kolî derman amade kirin.

Êvarê li Odeya Doktoran , civîneke mezin ji bo nirxandina rewsa gistî hat kirin. Li vir hemû hevalên me xîretkêsîyeke mezin nîsan dan. Rotira din em, Prof. Dr. Huseyîn Bektas, xanima wî Nacîye xanim û 10 doktor bi dermanan û tevî ekîba televîzyona ZDF hatin Derîyê Xelîl Îbrahîm. Di derbaskirina dermanan de li gumrukê astengî çêbûn. Karmendên Muduryeta gistî (Birêz Abdulhemîd), Mudurê Tendurustiyê yê Silopîyê û tabîbê Hukumetê gelek eleqeder bûn û heta derîyê Sînor bi me re hatin. Ji Anqerê re raporek nivîsîn û faks kirin. Bersîveke erênî hat û me derman derbas kir.

Li Kurdistana Basûr, bi Dr. Dilsad re tevayî em çûne Zaxo. Li wir Mudurê Tendurustîyê yê Zaxo pêswazîya me kir. Pistî ku bernameyeke xebatê hat çêkirin, em li gundekî êzdiyan ku nêzîkî Kampa Xanîkenê ye (li vê kampê 70 hezar kes dijîn) bûn mêvanê mamê Dr. Cemîl.

Wê sevê em 15 kes li wir man. Rotira din (21ê tebaxê) em di sê komên cuda de ji hev veqetiyan. Dr. Barî, dermanzan Sîrîn, Dr. Daana û ez, li polîklînîka Nexwesxana Darabûnê ku li mintiqeyeke penaberan de ye, em xebitîn. Kêmasîya derfetan xebata me dijwar dikir. Pistî xebata li nexwesxanê em çûn cîyê kampeke ku nû dihat avakirin. Ew ji bo 14 hezar kesan dihat avakirin û hatibû plankirin ku heta deh rojan xilas bibe.

Roja 22ê mehê, ekîba me vê carê berê xwe da Sara îbrahîm Xelîl ku gelek meriv di xanîyên nîvavakirî, di nav însaatan de diman. Li vir gelek zarokên nexwes hebûn. Heta saat 15.00 me nexwes muayene kirin. Wê rojê me bi buhayê 10 hezar dolar sol, kinc û.w.d. kirîn (ku di rastîyê da buhayê wan 20-30 hezar dolar bû). Wek pistgirî bi erzanî didan me, jê kar nedikirin, hetta bi zirar difrotin. Me roja din ew li zarokên nav însaatan belav kir. Bi fotbolan zarok zêde-zêde kêfxwes dibûn.

Roja 23ê mehê bi kel û pelên mayî em çûn kampa Darûnê. Ji bo belavkirinê me ew tist danîn depoya UNICEF. Me li wir tu xebakarên biyanî nedîtin. Kamp gelek qelebalix û bê av bû. Li Kampa Xanîkenê 25 hezar kes dimînin ku piranîya wan zarok in. Ji bo xwarin, tendurustî û dibistanên zarokan xebat û hewldaneke mezin heye. Ji hukumeta Bexdayê û ji welatên din tu alîkarî hîna ne gîhaye Zaxo, Duhok û hin deverên wan. Her tist bi xebat û hewldaneke mezin a Hukumeta Kurdistanê tê kirin.

Roja 24ê mehê em ji Zaxo çûn Duhokê. Me seredana birêz mudurê Daîra Tendurustiyê Dr. Bextîyar kir. Wî pêswazîyeke germ nîsanî me da. Em Dr. Nezar ji salên berê dinasin, dîsa wek herdem merivekî kubar û delal e. Me di nav xwe de qise kir ka em çi dikarin bikin.

Vê gavê li Duhokê, di kampên avakirî de, li heryekê 4 odeyên muayenekirinê, li gor mezinbûna kampan li her yekê 2-3 himam û WC tên çêkirin. Herweha biryar hat standin ku 2 klînîkên hekîmî ya diranan bên avakirin. Mesrefa van 200 hezar dolar e. Doktorên kurd jî wê sarincên derman û asî-siringan bikirin.

Di 25.08.14 de em bi Dr. Kerîmê ku bi xwe jî Êzdî ye, çûn nav koçberên derdora Lalesê. Bêtirî wan nexwesên zarok in, me bi derfetên gelek kêm (nebûna derman problema mezin e) ew muayene kirin. Dûra em çûn Lalesê – cîyê ku ji gelê meyê Êzdî re cîyekî herî pîroz e. Em çûn mala nexweseke jin, ya ku ji malbata wê 24 kes ji alî ÎSÎD ve hatibûn kustin. Li gundê wê ji 170 kesan 145 kes ji alîyê ÎSÎD ve hatbûn kustin. Jinik ji roja hatîye vir heta wê gavê bi tu kesî ra qise nake û ji malê dernakeve derva. Li vê derê me du zarokên 3 û 7 salî ku dê û bavê wan li ber çavê wan hatine kustin dîtin. Ew dîmena wê gavê wisa bi dilsewat bû ku meriv nikare bîne ser zar û ziman. Herwisa sêl û sekna jineke ku bi 2 gullan birîndar bûbû, cesaret û metaneta wê dilê meriv bi hest dilerizand.

Pêsîyê 600 malbat tên xwe dispêrin Lalesa pîroz . Hefteyek berê xeberek hatiye belavkirin ku ÎSÎD 20-30 kîlometra nêzîk bûye. Li ser vê yêkê jineke 40 salî, ji bo ku nekeve destê barbarên ÎSÎD xwe dikuje. Pistre sêsed malbat wir terk dikin diçin Zaxo.

Di roja 26ê mehê de em çûn kampeke 10 km dûrî Duhokê. Li vir 25.000 kes dimînin. Rewseke xirab, bê hêvîtî û betaliya merivan pirseke mezin e li vir.

Rewsa Kurdistana Basûr di çend xalên bingehî de û bi kurtî weha ye:

1 – Li Sengalê bi qasî nehsedhezar, yek mîlyon kes dijîyan. 400 hezar kurdên Êzdî 50-60 hezar kurdên sunnî yên din jî ereb bûn. Wexta çawa ÎSÎD hatiye, ereban xwe dane alîyê wan. Di panîkê de êzdîyên ku karibûne ji wir revîyane. Li Sengalê ne tenê kurd, ereb jî hene û gundên derdorê hemû erebên Sunnî ne.

2 ‘ Di destê Pêsmerge de çek û sîlehê modern û bi hêz tunebûye. ÎSÎDê dest danîne ser çekên ordiya Iraqê (60 hezar) dema ku hîstine û revîne. Bi wan çekan li Sengalê dest bi teror û kustinê kirine.

3 – Piranîya Êzdîyên ku ji Sengal revîne, naxwazin pasda vegerin ji ber nebûna ewlekarîyê. Raya gistî li ser wê yekê ye ku li derdora Zaxo û Duhokê ji wan re xanî bên avakirin û starkirin.

4 ‘ Divê di gava yekemîn de ji merivan re kar û mijûlî bê peydakirin, wek; ji jinan re karên destpêseyî, ji mêran re mijûlîya cotkarîyê, ji zarokan re dibistan û parkên lîstikê bên çêkirin.

5 ‘ Hukumeta Herêma Kurdistanê bi çalakîyeke mezin dixebite. Jimara xelkê Zaxo 190 hezar e, 160 hezar koçber lê zêde bûye, jimara xelkê Duhokê 700 hezar e, 600 hezar koçber ên Êzdî û ji Kurdistana Rojava hene. Ji avqas kes re pêkanîna xwarin, mal, star û xizmetên din ne karekî hêsa ye. Hukumeta Kurdistanê di nav hewldaneke mezin de ye daku alîkarîya wan bike.

DR. Sukrî Güler
Serokê Gistî yê KOMKARê

Dengê Kurdistan

Back to top button