Li Swêdê Helepçe bi girseyî hat bibîranîn

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 16ê Adarê 2012ê de li Stokholmê li Adolf Fredriks Kyrka sehîdên Helepçeyê bi bîr anî. Di merasimê de nûnerên partiyên kurd û Swêdî bêsdar bûn axaftin. Girseyekî mezin Kurd bêsdarî civînê bûn. Film hat nisandan, Feriborz bi bilûra û Rekes bi tambura xwe muzika matemî sitirîn û ji aliyê bêsdarvanan ve mûm hatin vexistin.
Program ji aliyê Kurdo Baksî û sanogerê Ingela Karlson hat birêvebirin. Pistî deqîqeyek rawestandin ji bona sehîdên Helepçeyê li ser navê FKKSê seroka wê Sermîn Bozarslan, Nunerê Hukmeta Herêma Kurdistanê li Skandinavyayê Kerish Khola, li ser navê Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Zagros Kosrevî, Serokê Berê yê Partiya Çep Lars Ohly, Wezîra Yekîtiya Ewrûpayê ya Hukmeta Swêdê Brigitta Ohlsson, Sekretera Partiya Sosyaldemokrat Carin Jemtin, Hevseroka Partiya Hawidor Asa Ramson axaftin. Nivîskar Ann-Catrin Emanuelsson besek ji kitêba xwe li ser Helepçeyê xwend û sanoger Ingela Kalsson starenek li ser astiyê ji bona sehîdên Helepçeyê stirî.
Seroka FKKSê Sermin Bozarslan di axaftina xwe de daxwaz kir ku 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî û enfal wek komkûjî bê nasandin. Herweha axafärän din li ser karesata Helepçeyê sekinin, pistgiriya ji gelê kurd re anîn zimên.
Li Parlamenetoya Swêdê bîranîna Helepçe
Herweha di 15ê Adarê de jî, li Parlamentoya Swêdê bîranîna sehîdên Halepçeyê ji aliyê Hevkariya Parlamenteran Kurdistan – Swêd bi Hevkariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê civîneka bîranînê hat lidarxistin Di bîranînê de serokê Hevkariya Parlamenteran Kurdistan/Swêd Fredrik Malm daqîqeyek bi rêzgirtina sehîdan û pêxistina mûm bîranîne vekir. Seroka FKKSê Sermin Bozarslan axaft û daxwaz kir ku 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî û enfal wek komkûjî bê nasandin.
Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Herish Khola, li ser navê Hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê Sefik Kaya axaftin.
Di dawîyê de Parlamentera ji Sosya Demokratan Anna Lena Sörensson axaft, bahsa gera grûba parlamenteran bo Kurdistanê kir û serpêhatiyên xwe ji Halepçeyê bi besdaran parve kir.
Grûba parlamenteran soz dan ku dê her sal li Parlamentoyê Swêdê bo sehîdên Halepçeyê bîranîn amade bikin.
Dengê Kurdistan