Li Viennayê bo Elewîyan civînek hat çêkirin

Yusuf Budak
Di 21ê Gulanê de li Viennayê bo Elewîyan civînek hat çêkirin.
Niviskar Hüseyin Simsek despêka civînê de bal kisand li ser pirtûka xwe. Pistra wiha got:
‘Li Awistirya Elewî bi sê besan kom dibin. Elewîyên ji Kurdistanê, Elewîyên bi ola îslamiyê ra û Elewîyên bê ola îslami. Niha li Awistirya 9 bajaran da komelên Elewîyan hene.
Di Sala 2009an de li Vienna, Vorarlberg, Tirol, Wels, Salzburg, Graz, Wiener Neustadt, Linz û Innsbruck elewîtî wekû ol hatîye naskirin.
Sala 2013an de li wan 9 bajaran di dibîstanan de dersê elewîtîyê bi fermî hatîye naskirin/têwkirin û di 130 dibistanan de dersên elewîtîyê tên dayînê.
Li bajarê Vienna du mamoste hene.’
Besdaran pirsin xwe ji nivîskar Hüseyin Simsek pirsîn. Pistra civîn bi aramî dawî bû.
Dengê Kurdistan