Nûçe

Li Viyenayê pirtûkxaneke zarokan vebû

Yusuf Budak

Di 26 ê Ilonê 2015 an de li Viyena pirtûkxana zarokan yekem hat vekirin. Berpirsîyarê pirtûkxanê mamoste Chadwick Williams axaftina xwe de bal kisand li ser pêwîstîya zimanê dayîkê.

Birêz Chadwick Williams bi teybetî wiha got:’Pirtûkxana me de ji hevdû cûda bi 30 zimanan pirtûk hene. Ji hemû zimanan 100-î zêdetir pirtûk hene. Zarok dikanin bên serdanîya me û bi pirtûkên zimanê dayîka xwe bixiwînin. Lê belê em pirtûkan nafirosin û dên nadin zarokan. ‘

Pistra grûba zarokan bi zimanê Elmanî û Ingîlîzî helbest xwendin. Besdaran jî bo zarokan çepik lêdan.

Di pirtûkxana zarokan de pirtûkên bi zimanê Kurdî jî hene. Dimîne li ser dê û bavan û mamosteyên zimanî kurdî ku ew berê zarokan bidin xwendina pirtûkên kurdî ku li vê Pirtûkxanê hene..

Dengê Kurdistan

Back to top button