Lihevhatinê De Para Me Kurda Çîye?
Li hevkirina komarê-desthiledarîya tirka û bi teybetî jî partîya AKP yê, serokê PKKê Evdila yê ku xwedêgiravî li Îmralyê ye, li ser çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li hevkirine ji bo pirsgirêkê çareser bikin xwedê giravî. Lê dîyare bi vî hawayî pirsgirêk mesela çeq û bergêye, kî, kê bi xapîne, kî di destê kêdeye, di xizmeta kêdeye?…sirovekirina vê meselê bêguman ya (imralyê) herkes dikakere raya xwe bêje, bi tirs yan jî bi mêrxasî. Lê ez dibêjim, ser bisekine herî base.
Pirsgirêka gelê Kurd ku çareser bibe, divê ku weke hevî bibe, ewjî divê ku komareke ji herdû gelan, gelê Kurd û tirka bi hawayê federal dibe. Ji bo ku gelê Kurd û Tirk bi hevre weke mirovê hemdemî -medenî bi hevra bijîn. Na weke ku serokwezîr tirkan R.T.Erdoxa dibêje, ‘tenê miltik, alik û zmanek’ heger lihevhatin ev be, wê ev ser û pevçûn berdewam bike ‘.
Ev hevîrê ji bo azadîya rasteqîn, hîn jî wê gelek avê biksîne’. Desthiledarîya Erdoxan û ku dibêjin pêvajoya Îmralyê ev xapandinek û qurnasîyeke rovitîyê ye, pirsgirêk bi vê sîyasta xapînok û qurnasîya rovitîyê çareser nabe.
Erê ev sîh sale ku serek qirêj hate mesandin; pêncî-sêst hezar kes hatin kustin, çar-pênc hezar gund wêran bûn vala bûn, pên, ses milyon gelê Kurd ji ser xaka bav û kalên xwe koçbûn, bi xeribîyê ketin, bi deh hezaran mirov birîndar û seqet ketin. Îca hesabê vê xisarê, wêrankirinê û mahcirîyê wê kî bide, sebebê van fêlên xerab kîne? xwedîyê vê curma ne mirovatî kîne?, wê kî hesab bide? Bila ev jî ji we desthiledarîya tirkan û apocîyan bibe siwalek sereke.
Lê dîsa jî çidebe bila bibe ev serê bê feyde û qirêj divê ku raweste, sernebe divê em hemû bibin pale ku ser bisekine, wê gelê Kurd bêhna wî bê ber wî, ji ber ev serê qirêj tu feyde neda gelê Kurd, tenê feyda kulmik merivên dijminê mirovatîyê û beserîyetê hebû,
Ez bawerim di vê qirna bîstûyekê de komara tirka û îdolojîya kevnar û zingargirtî ya kemalîst bi ser ket. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd ew pêvajoya ku jêre dibêjin, pêvajoya Îmralyê pirsgirêka gelê Kurd wê beravêtî bibe, bi destên Kurdên nûker û zilamên komara tirka.
Di eslê xwe de, ku merivên sîyasî yên Kurda bila bizanibin ku bê para me di vî serê qirêj de bisekine tenê ev e. Feyda gelê Kurd tune hîn ku belên mezin nehatine serê wî, weke Helebçe, gelîyê Zîlan, Dêrsim Agirî li Amûdê ku sêsitûsêstûpênc zarokên Kurdan hatin sewitandin di sînemê de, li îranê komara îslamî ku bi sedan xortên Kurdan dardevedike, sedûheyîstê hezar li iraqê hatin kustin, li tirkî huvdehezar fail mesûl mirov hatin kusin. Ser sekinandin herî feyda Kurdan heye, para herî bas ser bêyesekin e.
Wexta ku Evdila serokê PKKê li welatê Kenyayê girtin anîn tirkî, heger bê bîra we xwendevana Evdila ji desthiledarîya komara tirkan re wêçaxê ku hevkarîyek di nava sê partîyên weke DSP, MHP û MSP, hikumetek sê qolî damzarandibûn, Evdila got, musedê bidin min ez ê di xizmeta we debim. Lê hikumeta hersî partîyan nexwestin ku Evdila mihatab bikin, tenê ew ne seniqandin-dardevenekirin.
Lê hikumeta Erdoxan partîya AKP yê wirde-wirde lesker, polîs û MIT xist bin desthiledarîya xwe. Di dîroka hikumeta tirkan de, ev derba ewilîye ku bi destê hikumetke weha partîya AKP û serokotîya Erdoxan generalên tirkan têne girtin û di girtinê de têne mekûm kirin û cazayê giran didin wan generala. Erdoxan û partîya wî bi haweyeke zanebûn Evdila serokê PKKê xistin bin baskê xwe û ana Evdila bi haweyeke vekirî pistgirîya ji bo serokkomarîya Erdoxan dike.
Lê serokwezîrê tirkan R.T.Erdoxan vekirî dibêje, efûyeke gistî tune ” me gelek caran got, eger kesekî li dijî dewletê sûc kiribe, dewlet dikare efû bike, eger kesek kustibe, wê demê ne heqê dewletê ye wî kesî efû bike…” Erê efeyeke gistî tunebe û desthiledarîya Erdoxan û Îmralyê li hevkirine ku ser bêye rawestandin, ev çawa serrawestandine. Divê berî hertistî efeke gistî hebe, ku ev serê qirêj bisekine girtîgeh bêne valakirin û girtîyên sîyasî hemû bêne berdan. Na tenê ser bisekine û bese, ev jî lihevhateneke seqet û xapînoke. Lê dîsa jî xwezî ser bisekine, lê bi xwezî û bi dua ya jî ev nabe.