Nûçe

Mam Celal li Kurdistanê ye

BasNews (Silêmanî): Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Gistî yê Yekîtiya Nistimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, pistî zêdeyî sal û nîvekî ku li Almanyayê dihat tedawîkirin, vegeriya Herêma Kurdistanê.

Serok Talebanî, îro danê êvarê bi firokeyeke taybet ji bajarê Berlînê yê Almanyayê gihîst bajarê Silêmaniyê û tenê ji aliyê endamên malbata xwe ve hat pêswazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hatina Mam Celal de îro peyamek wesand û got: ”Bêguman vegera cenabê Mam Celal dibe sedema bihêzbûna yekrêzî û biratiya zêdetir a navbera hêzên Kurdistanî bi taybetî ku gelê me di qonaxeke hestyar û yekalîker re derbas dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatina Mam Celal li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: ”Rola cenabê Mam Celal di jiyana siyasî ya Kurdistan û Iraqê de rolekî dîrokî bû û roja vegera wî jî bo welat rojeke dîrokî ye bo gelê Kurdistanê.”

Mam Celal roja 17.12.2012’an li bajarê Bexdayê pistî civîneke çend demjimêran ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî krîza mêjî derbas kir û nexwes ket, pistî du rojan li nexwesxaneyeke Bexdayê ma, bo nexwesxaneyeke Elmanya hat veguhestin.

Dengê Kurdistan

Back to top button