Nivîsar

Mamosteyên Kurd û Zimanê Kurdî

Ji çar parçeyên Kurdistanê mamosteyên Kurd li Viennayê dijên. Ji wan mamostehan hemû mamoste di dibistanan de naxebiten. Mamosteyên ku karxanen û Taxsîyan de dixebitin hene. Lê belê piranîya mamostehan ji Kurdistana Bakur hatine. Mamosteyên ku di dibistanan de dixebitin;bi zimanê Tirkî,Almanî,îngîlîzî û Kurdî dersê didin zarokan. Ji wan mamostehan,mamostehên ku dersên Kîmya û Fîzîk jî didin zarokan hene. Bi teybetî dersên Kîmya û Fîzîk bi zimanê Almanî tê dayînê. Piranîya wan mamosteyên Kurd nistîmanperwerin û nîstewarin Avusturya yêne. Mamosteyên welatperwer,daxwezîyên xwe wiha dihanîn ziman:’Em li dibistanan mamostene. Di dibistanan de 20 zimanên ejnebîyan bûne zimanê fermî. Gelo çima dersê zimanê kurdî di dibistanên mîrî de nabe zimanê fermî? Em çawa dikanin zimanê kurdî di dibistanan de bikin zimanê fermî?’

Bo vê yekê em mamosteyên Kurd,sala 2009 an de hatin ba hevdû.Dawîya çar caran,kombuna mamosteyên Kurd de ‘Grûba Mamosteyên Kurd’pêk hat. Min bi xwe jî navbera Grûba mamosteyên Kurd de cî girt. Bernama Grûba Mamosteyên Kurd de du biryarên girîng hebûn.

Biryarên girîng vana bûn:

– 1. Em mamosteyên Kurd yekhem zimanê kurdî hîn dibin û zimanê kurdî li dibistanan de didin nînkirinê.

– 2. Ba vê Grûba Mamosteyên Kurd hêjmara mamosteyên Kurd zêde bikin û navbera xwe de kurdî biaxivin.

Ango xwe wusa da xuyakirn ku yekhem zimanê kurdî hînbûn e û dûra jî di dibistan de zimanê kurdî hînkirin e.

Grûba mamostehan heftekî sûnde mala hevalekî de dest bi hînbûna zimanê kurdî kir û heyst heftehan domand. Mamostehan bi xwe pistê du mehan sûnde sala 2009 an meha îlonê de,di dibistana seredayîyê(VHS Favorîten)de dest bi hîbûna zimanê kuredî kirin. Heya niha jî qursa zimanê kurdî bo mamosteyên Kurd,bi zaravayê Kurmancî û zazakî didome. Muxabin ji vê grûba mamostehan de tukes zaravayê Soranî û Goranî nizane;va jî kêmasikî mezin e.

Bi rastî ez bi xwe ji dibistana seredayî(VHS) yê dilgesim. Va dibistana (VHS) bo zimanê kurdî bûye cîyê çavkanî. Ji ber ku KOMKAR-Avusturya heft sale ku li VHS Favoritan de „Pêsengaha Pirtûkên Kurdî’amede dike. Mamosteyên Kurd,salane ku li wêh kurdî hîndibin.

Disa sala 2008 an de du qursên zimanê kurdî li vê dibistanê de hebûn. Bo grûba zarokan mamoste Ali Denîz ders dida û bo grûba mezinan jî min dersa zimanê kurdî dida. Heya niha jî grûba min bo mezinan berdewame.Lê belê niha grûba zarokan tûnne.Ji ber ku du salan belê mamosteyên Kurd bi hevra çûn seredanîya komelên kurdan û daxwazîyin xwe berpirsîyarên komelan ra gotin;bo zarokan Form danîn komelan.Bo vê yekê zarokên Kurd li dibistanan kurdî hîndibin. Ango mamosteyên Kurd dixwezin ku zarokên Kurd li dibistanan kurdî hînbibin.

Bi vî awayî du sale ku zimanê kurdî li dibistanan de bûye zimanê fermî. Sala îsal li Viennayê heft dibistanan de mamosteyên Kurd dersê didin. Çar mamoste bi zaravayê Kurmancî û yek mamoste jî di sê dibistanan de bi zaravayê Zazakî dersê didin zarokan.

Gelo tenê vaye? Ji grûba mamostehan,yek mamoste li komela Kurdên Elewî de bi zaravayê zazakî dersê dide mezinan. Ez bi xwe jî ji grûba mamostehanim û pênc sale ku VHS Favorîten de dersê zimanê kurdî didim mezinan.

Bi teybetî KOMKAR-Avusturya her sal meha Nisanê de’ Pêsengaha Pirtûkên Kurdî’heftekî amede dike. Bo vê setemê daxwazîya mamosteyên Kurd jî digire nav bernama xwe û navbera heftê de digîne gelê Kurd. Ez bi xwe hevalên KOMKAR ê ra û serperistê(müfettis) xwe Birêz Mag.Manfred Pinterits ra spas dikim ku alikarîya wan bo me zehf girîngen.

Daxweza min ewe ku sala 2012 an de li dibistanan de bi zaravayê Soranî û Goranî jî dersên zimanê kurdî bê dayînê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button