Maqûlî nîne
Dema bûyarên Sengalê dest pê bûn, hêzên kurdistanî yên çekdar xwe lezandin, hatin hewara Sengalê, gelekên wek min e dilsax xwesbîn bûn ku li ser wê kereseta xezeb tifaqe di nav wanda çê bibe, nakokiyê di nav xweda wê daynin alîkî, her yekê di hindava xwe da bê qelpî, Sengala Êzdiyan ji wan rewirên DAÎS ê azadke, bê berjewendî alî Êzdiyan bike, birîna wane kûr dermanke, êsa wan e giran sivik bike, qedirê êsa wan bigre, Êzdiyan demeke zû ji wî halê malwêran derxe
Xelkê Sengalê ra ewlekariyê çêbikin.
Vê civaka feqîre birîndar nakîn lîstokê nakokî û berjewandiyên xwe.
Gelê me berêda dibêje: Kê mirî vegerand, yê dila pirsî.’
Van rojên dewî mediya Kurdî da ji serok û rêvabirên hêzên çekdar daxuyanî û axaftinê usa tên bihîstin ku mêriv dikine nav sikê û tirsê.
Nakokî û dijatiyê navxweyî dixwezin Sengala birîndar da safîkin. Sengalê bikin meydan, êzdiya jî lîstokên nakokiyên xwe..
Maqûlî nîne.
Belê, ji bûyarên Sengalê çawa sengalî usa jî temiya Kurdên Êzdî qehirîne, xeyîdîne, bi gazinin, nikarin hêsirên xwe, hasten xwe, êsa xwe, giriyê xwe zevt bikin Xeyîdîne ji xwe, ku çima jib o ewlekarîya xwe nefikirîn, çek-sîlih ji xwera dest nexistin, gumana parastina xwe nedane li ser xwe, neyar hat, gihîst e rex mala wan derheqa ewlekariya neferê xweda xem nexwerin, mala wan wêran kirin , jiyana wan ser û binî hev kirin, xeyîdîne ji serok, rêvabir, oldar û giregirên êzdiyan, ku rê nîsanî wan nedan, roja teng da wanra nebûn pêsîkar, xeyîdîne, gazinin ji rayedarên Herema Kurdistanê, bêxemiya wane bi sala hindava Sengalê da, gazinin ku tengasiya wan da, dema neyarê hov hiçûmî li wan kir kêleka wan nesekinin, ew neparastin, bê pist bê xweyî, destevala di nav xezeba wane hov da hîstin, pista xwe dane wan çûn, xeyîdîne ji qedera xweye giran, dîroka xweye bi xûnê nivîsî, ku 50-60 sal carekê wan ber katastrofeke malwêran dide sekinandin
Bawariya wan ji kesî nemaye, bawariya wan ji wan jî nemaye
Kuda herin, kuda birevin, ku wî bextê res xilazbin, ku sibê ‘duspa ev malwêranî carke din dubare nebe?
Bawariya wan ji netewa wan, ji axa kal-bavê wan, serok, oldar, rêvabir, sêx û pîrê wan, birayên wane kurdên musulman jî nemaye, bawar nakin, gotin û sozên kesî bawar nakin, netewa xwe direvin, ji birayên xweye Kurden musulman direvin, jibo kujarên wan yên bi dewr-zemana bi nave îslamê ev xezeb tianîne sere wan musulmanî bû, îro jî ewe, ev qetliyam jî bi navê Îslamê-musulmaniyê pêk hat. Birayê wane kurd jî ji sedî nod bawarmendên wê olê ne. Pêra jî bi dewrana bi nave îslamê-musulmanyê birayê wane kurdên musulman jî tevî ereb, tirk û ecema ew qir kirine.
Kê vî halî da wê bawariya xwe unda neke? Bêguman û bêhîvî nebe?
Kê wê amintiya xwe bîne?
Werên, em demekê xwe daynin dewsa wan û bifikirin
Zulm e, bira Xwedê wê xezebê neyne serê tu evdî.
Usane, sîyasetmedar, rewsenbîr û berpirsiyarên hêzên Kurdistanî ji Êzdiyan, hasten wane birîndar, hîvyên wane sikestî, êsa wane giran fem bikin, wê êsê ya xwe hesabkin û di nav hewar-gaziya wan da ji hinek peyvên tel nexeyîdin û berê xwe ji wan neguherin.
Kes xelkê naxeyide, mirovên xwe dixeyide Êzdî jî eger birayê xwe nexeyîdin wê ji kê bixeyidin?
Gelê Kurd jî gerekê pasda, li dîroka Kurd û Kurdistanê ya malwêran binhêre û sebebên bindestiya gelê xwe, zulm û zora dagerkiran, sebebê van komkujiyan bibîne. Gelo di van 73 komkujiyan da hema zilek kara gelê kurd hebûye? Ji pey her komkujiyê ra herameke Kurdistanê wêran bûye, bêtifaqî û neyartiya di nav Kurdan da kûrtir û mezintir bûyê. Dagerkir dûrva li ser bêaqlaya Kurdan kenîne û simêlê xwe ba dane û nîrê koletiya Kurdstanê girantir kirin e
Çima DAÎS neçû welatekî îslamêyî din, li ser axa wê xelîfeta xwe ya kurdkuj avake, hat Kurdistanê? Bersîv yeke, wekî wek hezar sal berê îro jî Kurdan bifetisîne, tuneke û lê Împêratoriya Ereba çêke Her tist eskere li ber çavan e. Bi pilan, bi hazirî , bi pistgirya dewlet, hêz û serokên Îslamê çawa berê..
Heta çûk-mezinê Kurdan, rêvabir û deshilatdarê Kurdan, Fêodal û oldarên Kurdan, rewsenbîr û sîyasetmedar, komele û rêxistin vê rastiya malwêran nebînin dewletbûn zehmete Dibe hinek dewlet jibo berjewendiyên xwe Kurda bikin dewlet, lê pêvajoya dewletbûne wê dirêj û bi zehmetiyên navxuyî biksîne, çawa îro ye.
Bi heqî gerekê bê gotin di vê komkujiyê da kurd xê berê nîbûn. Payê kurdayî pirê, ev neheqî, ev heqeret, ev hovîtiya li ser pareke gelê xwe: Êzdiyan, wek neheqiya li ser xwe dîtin, rabûn hewara Êzdiyan., Raste, hinek jî bêdeng man, lê ez bawarim vê hovîtiyê dilê wan jî êsand. Hinek oldar û fêodalên fanatik bi çavsorî xwestin rabin pista ‘birayên’ xweye axret-îmanê, lê perwerda civaka kurd e kurdewariyê, ya dewrana 21 ê ew cîda dane rawestandin
Ji heçar perçê Kurdistanê, ji dewletin cihanêye cûrbicûr alîkarya kurdan e dikse ber bi Herema Kurdistanê Servanê dijî DAÎSÊ ser dikin kurdin, yên jib o wê axa pîroz sihîd dikevin kurd in, doxtor kurdin, xizmetkar kurdin, yên wan dîmenên zulm dinhêrin hêsira dibarînin kurdin. Tirkiyê û Sûryê da Êzdî dîsa li cem Kurdên musulman, bi alîkariya kurda sitar bûne, gelê Dihok û Zaxoyê derê mala xwe, derê dilê xwe Êzdiya ra vekirine.
Gerekê ev neyê bîrkirin
Êzdî sêkirdar in Alîkariyê û dostaniyê bîr nakin.
Ez time jî li ser wê nêtê bûme, niha jî bawariyê min ewe heta dewleta kurda çê nebe pirsgirêkên kurdan, navda usa jî yê Kurdên êzdî çareser nabin. Destûr, qewl û qanûnê dewletê, hukumdarî, jiyan, mîdiya, ziman, perwerde, fikirandin, bazirganî, hunermendî, erf, edet, malbet, helaqetî, çûyîn-hatin kurdewerî, bi bingeha dêmokiratiyê nîbin, neyarên kurda wê her derfetê bidine kêranîn bextê wan ra bilîzin, fikirê wan biherimînin, nahêlin bigihîjine fikirandina netewiyê çawa îro ye. Kurdistan eger nebe dewletek qanûnî, lê her netew, civak, bawarî bi hevra, rex hev bi biratî nejîn, pêsketinê tunebe, wê ewê jî gilolî li nav teriya gelek dewletên îslamî bibe.
Ûsane çiqas zû dewleta Kurda çê be ewqas zû wê pirsên Kurda bên çareserkirin.
Niha, ku hê Sengal di nav lepên DAÎS a xûnxur da xûn ji çiyayên wê dikse, eskere dibe di vê meselê da her hêzek ketiyê pey berjewandiyên xwe, Gelo ji pey DAÎSê ra Sengalê bibe malê kê? Di bin peyvên welatparêziyê da berjewandiyên ecêb vesartîne.
Askere hev nuxsan dikin, hev pûç dikin, kirinê hev res dikin, xwe qehreman û parêzvan, xweyî-xudanê Sengalê û Êzdiyan hesab dikin.
Pêra jî maqûlî nîne dema hêzên xweyî têlêvîzyon, radîyo û mecalên ragîhandinê bi zanebûn û merem mecala çê dikin ku bi devê hinek êzdiyên nexwendîye nezan û terefdarên xwe gilyên bêhurmetyê derheqa hev da bêjin, êzdiyan bi zanebûn li ber çavê hev res dikin.
Ciyê fikirandinê ye dema Sengal ji DAÎS ê paqij be, ev dijîtîiya hêzan wê çawa be?
Kêyê bibe xweyê Sengalê? Êzdiyê bibin malê kê’?
Maqûlî nîne, mêranî nîne, Kurdîtî nîne.
Ev bûyara Sengalê, di nav bûyarên dewrana 21 ê da kereseta here xûnrêj, here tiragîk û here neheq e, ne tenê Kurdistanê di temamiya cihanê da. Di dîroka Kurda da ev bûyara bê wîjdan bi dewrana nayê jibîrkirin. Ewled wê bi çevên bêteref û zanyarî van bûyaran analîzkin û kes, tu nav ji dat û datastana dîrokê xilaz nabe. Her kesê bi qencî û neqenciya xwe wê bê nirxandîn.
Vê serkariyê da kirina her hêzekê, her komekê, her evdekî Kurd ciyê sêkirandin û sahnaziyê ye, nîsana welatparêziyê, mirovhizyê û serbilindyê.
Dimîne ji pey paqijkirina Sengalê ra hêzên çekdar nakokiyê di na xweda daynin alîkî, wek mirovekî, pista vê civaka sikesiye birîndar (Êzdiyan) bigirin, alî wan bikin vê kereset û gênosîda bûyî ji alyê cihanê da wek Gênosîda Kurdên Êzdî’ bidine qebûlkirin. Sengalê, di hidûdê Kurdistana Basûr da, boy Êzdiyan wek Avtonom-parêzgeheke bidine avakirin, rewsa wêye ewlekarî, îdarî û aborî bi cidî ber çavan bigirin.
Bihêlin Êzdî bi xwe, li ser erdê kal-bavên xwe, bextê xwe, çaranûsa xwe, rêya xwe bi xwe bibînin û birînên xwe dermankin.
Evê bive welattparêzî, maqûlî û mêranî.
Êzdî jî gerekê nekevin pey xewnên derew Hestê xwe zevtkin, Sengala xwe, axa kal-bavê xwe bernedin, welatê xwe da pirsgirêkê xwe çareser bîkin.
19.09.2014
Eskerê Boyik