Nûçe

Meclisa HAK-PAR: Em ê pistgirîya namzedên demokrat serbixwe û welatparêz bikin

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di roja 23.12.2018 civîya û li ser mijarên rojevê guftugokir û ev dazana jêrîn ji çapemenî û raya gistî re belavkir.

Ji çapemeniyê û raya gistî re:

Di van rojên han de, ku Tirkiye di pêvajoya hilbijartinê de ye, Serokkomar Erdogan ragîhand ku leskerên Tirkîye dikare di demeke nêzîk bikeve nav Surîyê, Rojhilatê Firatê.

Balafirên ser berî Surîyê li alîyê Iraqê çiyayên Mexmûr, Sengal û Qerecuxê bombe baran kir. Ji ber vekisandina hêzên DYA, dagirtina Kurdistana Rojava ji bo demekê li pas xist, lê belê her gavekê dikare dest pê bike.

Tirkiye, li sûna ku pirsa sereke ya navxweyî, ango pirsa kurd bi sêweyekî astîyane, demokratîk û adilane çareser bike, berê xwe dide axa kurdan li bakurê Surîyê, ji ber ku ew her deskeftineke kurdan ji bo xwe xeter dibîne. Naxwaze tu statuyeke otonom bi destê kurdan keve. Ew vê yekê ji xwe re wek ”pirsa beka” dibîne.

Bê guman, her çend ew vê dagirkeriyê bi bahaneya ”serê dijî terorê” û ”xweparastina mesrû” nîsan dide jî, ev pêpeskirina huqûqa navnetewî ye.

HAK-PAR li dijî tevgera leskerî ya Tirkîyê ye. Divê bê dîtin ku ser, bilî ês, wêrankirnê, nefretê, zêdekirina dijminatîyê û xirabkirina aborîyê tu encamekê nade.

Siyaseta ku li ser dijminatîya kurdan hatiye avakirin bi awayekî xeternak dom dike.

Li navçeya Hendek a bajarê Sakarya bi navê Kadir Sakçi û Burhan Sakçi bav û kurek ketin ber êriseke çekdar. Kadir Sakçi yê 43 salî jiyana xwe ji destda, kurê wî jî nuha li nexwesxanê li ber xetera mirinê ye.

Ev êrisên han encamên zihnîyet û siyaseta red, înkar û îmhakirina kurdan e ku ji mêj ve tê mesandin.

Em vê êrisa hovane û hisê ku ji vê re zemîn hazir dike rûres dikin.

Hevbendîya ku ji AKP û MHP pêkhatiye û partiyên muxalefetê CHP û IYI PARTI gist li ser slogana ”Yek millet, yek dewlet, yek al û yek welat” bingehê siyaseta xwe ya dijî kurdan danîne. Evana nunerên siyasî yên ne çareserkirina pirsa gelê me ne.

HDP a ku hewldide kurdan ji daxwaza xwe bi xwe îdarekirina li welatê xwe vegerîne bîne ser xeta ”turkiyeyîbûnê” ya ku tevgera kurd li ser daxwaz û rênîsandana MIT’ê kesên ne kurd dike nûnerên kurdan û bi xwe ne xwedîyê îradeya xwe ye, nikare bibe nûnerê gelê me.

HAK-PAR bang li gelê me dike, ku ”Cumhuriyet Ittifaki” jî, ”Millet Ittifaki” jî, HDP jî ku hemû bi siyaseta dijî Kurdan bi hev re ketine qayisê, di sandoqan de mehkûm bike.

Em ê wek HAK-PAR daxwazên gelê me yên mesrû herdem bînine rojevê. Him siyaseta antikurd ya kolonyalî, him jî rûyê rasteqî ê rêxistinên ku zirarê didine gelê kurd eskere bikin. HAK-PAR dê wek rêçeke milli ya paqis, zelal çavê wê li ser berjewendîyên gelê me, xwe ji pêserojê re amade bike.

Partiya me, ku di hilbijartinan de besdarîya wê hatiye astengkirin, bi biryar dixebite ku di ser wan astengîyan re derbas be. Ew ê her wext gelê me li hember siyasetên sas, dek û dolabên xapînok sîyar bike, siûra sîyasî ya demokratî û mîllî zindî bigre.

Partîya me ku di hilbijartinên adara 2019’an de, ji ber astengîyên heyî nikare besdar be, dê pistgirîya namzedên serbixwe, welatparêz bike.

23.12.2018

Dengê Kurdistan

Back to top button