Meclîsa HAK-PARê : Ji îradeya gele Kurd re rêz bigrin!

Meclîsa HAK-PARê ya nû, di roja 4.11.2017-an de li Enqerê kombû. Di civînê de endamên nû yên koma serokatîyê hatin hilbijartin û berpirsiyarî û wezîfeyên cuda hatin dabeskirin.
Di civînê de herweha li ser kar û xebatên li pês partîyê hat rawestin. Ji bo pêsdabirin û xurtkirina têkosînê, gelek dîtin û pêsniyazên cuda hatin pêskêskirin û hin biryar hatin girtin. Berdewam kirin û zûkirina avakirina teskîlatên partîyê û amadekarîya ji bo hilbijartên di pês da wek karekî sereke yê partîyê û rêvebirîya nû hat destnîsan kirin.
Meclîsa HAK-PARê, herwisa rewsa dawîn ya siyasî li Kurdistanê û herêmê hilda rojeva xwe û li ser guftugo kir. Xasima guhartinên ku di demên dawîn de li Herêma Kurdistana Federal rûdane, piralî hatin behskirin û nirxandin.
Di encama civînê de ji bo raya gistî û medyayÊê dazanek hat belavkirin. Di beyanê de, rewsa ku îro Tirkîyê têda ye û polîtîkayên wê yên xelet û neheq derbarî pirsa Kurd de careke dî hat ravekirin û rexnekirin. Xasima siyaseta neyartîyê ya ku Tirkîyê li dijî îrada gelê Kurd li Herêma Kurdistana Basûr dimesîne bi tundî tê rexnekirin. Di dazana HAK-PARê de bang li Hukumeta Tirkîyê tê kirin ku ji îradeya gele Kurd rêz bigre û ji bo çareserîya Pirsa Kurd gavên pêwîst bavêje, dest ji metodên antî demokratik berde, Rewsa Awarte (OHAL) rake.
Dengê Kurdistan