Nûçe

Meclisa HAK-PARê: Pirsa Kurd di hemû welatan da li ser esasê dadî û wekhevîyê çareser be

Daxuyaniya Meclisa HAK-PARê:

Em dixwazin Rojhilata Navîn bibe warê azadî, asitî û demokratîyê
Pirsa Kurd di hemû welatan da li ser esasê dadî û wekhevîyê çareser be

Meclîsa HAK-PARê pisti Komcivîna 5’an civina xwe ya yekem çêkir, li ser babatên di rojeva xwe da guftûgo kir û ji bo raya gistî daxuyaniya jêrê wesand:

Meclîsa Partiyê giha wê netîcê ku Kongra me ya 5’an him bi aliyê besdariya mêvanan, him bi aliyê mesajên pîrozkirinê, him jî bi aliyê besdarbûneke mezin ê heval û dostên partiyê, bi serfirazî û bi coseke mezin derbaz bû, ji bo dahatû hêviyek mezin çêkir. Bona vê yekê Meclîsa Partiyê hemû heval û dostên Partiyê pîroz dike û ji wan dixwaze ku kar û xebata Partiyê bi her awayî bê bilindkirin, rêxistina Partiyê bê xurtkirin û firehkirin. MP gazi hemû kesên welatparêz û demokrat dike, ku qimetê didine azadî û astîyê, bila werin di refên HAK-PARê da cîyê xwe bigrin, û pistgirî bidine Partiya me.

Meclîsa HAK-PARê kêfxwes e ku ew greva birçîbûne giha dawi him ji bo xwesî û jiyana girtiyan him jî bo daketina pêla tevliheviyê. Ew grev ji 60 rojî zêdetir e berdewam bû û dengê girtiyan li der û hundur bas hate bihîstin. Her usa hukumetê jî pêsnîyarek da parlamenê ku herçî bixwazin bikaribin di dadigehan da bi zmanê dayikê xwe birarêzin. Eva tistekî bas e. Lê gor vê yasayê mesrefên wergeran dê ji wan kesan bê stendin. Ev yek ne tisteki adil e. Bi cîanîna kar û barên dadî li ser milê dewletê ye û divê ew mesref jî li ser pista dewletê be.

Her usa jî daxwaza çalakvanên grevê ne tenê xweparastina bi zmanê dayikê bû. Di nav daxwazên wan da her usa jî daxwaza perwerde bi zmanê dayikê hebû, ku ev daxwaza hemû Kurdan e. Divê Hukumet û Parlamen him di vî warî da, him jî di warê daxwazên din ên Kurdan da gavan bavêje, bêyî ku van daxwazan bavêje pist guhê xwe û rê bide tesqele û serêsiyên teze. Iro haziriya destûreke nu heye û ev yek firsend e. Ji bo çareseriya pirsa Kurd û hewcedariyên din ji bo firehkirina demokratiyê, divê ev destûr bibe zemîneke bas. Bona vê yekê jî, divê perwerde bi zimanê dayikê, sîstemeke ne merkezî ku federalî jî di nav da be û nasnama Kurdî di destûra nu da ciyê xwe bigre.

Meclîsa Partiyê li ser guhartinên mihîm jî sekinî ku di herêmê da cî digrin. Yek ji wan pirsa Sûriyê ye. MP cardin teyîda biryarên Komcivînê û beyana dawî ya Komcivînê kir di vî warî da. Divê dewletên mezin, sazîyên navnetewî, berî hemûyan jî Rêxistina Milletên Yekbûyî wek sêrkarekî bê helwest nemînin li himber vê ser û sewata ku li Sûriyê çêdibe. Divê RMY bo sekinandina ser çi ji dest tê bike û hemû terefan li dora maseyekê kom bike û li hev bine. Em wek HAK-PAR hêvî û daxwaz dikin ku ev ser û sewat rojkî berê bighê dawi, bi hilbijartineke gisti Sûriye derbazî sazîyeke demokrat bibe û maf û azadiyên hemû xelk û netewên vî welatî bê naskirin. Bi raya me divê Sûriye bibe welatekî demokrat û federal û Kurd jî li ser axa xwe, li Kurdistana Rojava bikaribin karên xwe bi destê xwe û bi serbestî Rêva bibin.

Di van demên dawî da li Iraqê him ji ber pirsa Kerkûkê, li ser parvekirin û bikaranîna dewlemendiyên bin erdê wek gaz û niftê, him jî li ser pirsa Sûriyê di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Bexdayê ya Malikî da pirs û serêsîyên mihîm çêbûne. Besa mezin a niftê ji Kurdistanê dertê, lê Hukumeta Merkezî naxwaze ji hatina niftê para Kurdan bide. Serda jî Bexdayê hêzeke ekseri ya teze çêkiriye û behsa midaxeleya Herêma Kurdistanê dike, ku ev yek pêvendiyan hîn xirabtir dike. Ji xwe rewsa Iraqê gelek aloz e, lê ew gotin û kirinên Malikî yên provokatîf dikare rewsa Iraqê zêde aloztir bike. Divê pirsa Kerkûkê gor destûra Ireqê bê çareserkirin, ango li Kerkûkê referandûmek çêbe û gor raya gel statûya Kerkûkê zelal be; ango xelk çi dixwaze gor wê be. Divê Bexda li Kurdan laf û gefan nexwe û ji bo Herêma Kurdistanê serêsiyên teze dernexe. Siyaset û kirinên han ên sovîn di dema borî da tu feyda neda Iraqê û pistî niha jî nade.

Di van rojên dawî da navbera Filîstîn û Îsraîl da ser û pevçûnên teze derketin û li herême rews aloztir bû.

Heya ku li Rojhilata navîn li herçar dewletan (Iraq, Îran, Tirkîye û Sûriye) pirsa Kurd li ser esasên dadî û wekhevîyê çareser nebe, heya ku di navbera Filistîn û Îsraîl da asitî pêk neyê ev herêm nagihîje astî û îstîkrarê. Partiya me hêvî dike û dixwaze ku ev pirs ne bi riya ser û bi darê zorê, lê bi riya diyalogê û hevhatinê, bi naskirina maf û azadiyên hemû terefan bêne çareserkirin.

Em dixwazin Rojhilata Navin bibe warê azadî, asitî û demokratiyê. Ev yek dikare bibe û mafê hemû gelên herêmê jî di virda ye.

18 Çiriya Pasin, 2012

Dengê Kurdistan

Back to top button