Meclîsa HAK-PARê; Wezîfê me yê lezgîn sazkirina alternatîfeke bi hêz û bi îstîkrar e

Pistî hilbijartinên 24ê Hezîranê Tirkiye ji pergala parlementeriyê derbasê pergala ‘Serokatiyê’ ya usûla Tirk bu.
Hewldana aliyên Kemalîst û mîlîtarist ku ji sala 1920an ve desthilatdar in û hatine dorpêçkirin, têr nekir ku vegerin serdema xwe ya berê. Herçiqas bi dest guhertina desthilatdariyê re Tikiyeyê pergala parlamenteriyê pasde hêstibe jî, di esasê xwe de çu tistek nehatiye guhertin; ya balkês ew e ku hemû desthilatdarî di destê kesek de hatiye berhevkirin, sazî û dezgehên dewletê ji binî heta jor ji nû ve ji aliyê serok ve hatine bikeyskirin. Ji hev qetandina hêzan ku bingeha rejîmên demokratîk in, bi tevahî ji holê hatiye rakirin.
Wek demên berê di pêvajoya vê hilbijartinê de jî, ji pêskêskirina projeyên çareseriyê yên jibo pirsgirêkên esasî û peydakirina rê û rêbazên demokratîkbûna welat pirtir, bi çawabûna bidestxistina deshilatdariyê ve mijûl bûn û carek din siyaseteke li dijî kurd sopandin.
Partiya Maf û Azadiya-HAK-PAR ku bi sêwazeke bêhuqûqî mafê hilbijartinê jê hat stendin, ligel hemû zehmetî û mercên nelirê li pênc bajaran bi namzetên serbixwe besdarê hilbijartinê bû. Bê ku hesabê dengan bike û xwe bide xeraxek û ji dûr ve temase bike, li gor derfetên xwe li hemberî bereyên dijî kurd bêdeng nema û polîkayên wan aliyên ku zerarê didin Gelê Kurd, teshîr kir. Daxwazên Gelê Kurd û pêsniyarên partiya me yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de dexist pês û xist rojevê.
Berbiba nebû, ji polîtîkayên sas û xelet re û ji saziyên polîtîk re nebû palpist û kutek.
Herçiqas ‘Tefaqa Cumhur’ ku AKP û MHP di navenda wê de bûn, di hilbijartinê de bi serket jî, lê, hê jî pirsgirên esasî yên wek ya kurd, ya elewiyan û herwisa bendbendiya ku beriya hilbijartina din av civakê hat peydakirin, hê didome.
Pirsgirêkên abori, civakî, pêwendiyên neerênî yên bi welatên cîran re li ser dijayetiya Gelê Kurd, qeyranên ku di pêwendiyên bi Emerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpayê re derketinê holê, roj bi roj mezintir dibin.
Li Tirkiyeyeyê, bi vegotinên ‘perçebûn’ û ‘xeteriya mayindetiyê’ ku her diçe di nav civakê de tirs û alozi mezintir dibin, her wisa jî, roj bi roj pêla nijadperestiyê û ragesiyê dijwartir dibe. Divê bê zanîn ku Tirkiye bi vî awayî û bi van polîtikayan pêsde biçe.
Divê rayedarên Tirkiyeyê vê yekê bizanibin ku heta pirsgirêkên esasî ku pirsgirêka kurd jî din av de ye, çareser neke, demokratîkbûnê û berfirehkirina azadiyan ji xwe re nekin armanc, Tirkiye nikare bibe welatekî demokratîk û hevdem.
Meclîsa Partiya Maf û Azadiyan, destnîsan kir ku ji wan partiyên ku ew bixwe pirsgirêk peyda dikin û dibin perçeyek wê, çareseriyên demokratîk nayê hêvîkirin. Herwisa ragihand ku ji ber vê yekê ewê tekosîna xwe ya demokratîk ya jibo bidestxistina maf û daxwazên gelê kurd bidomînin.
Ji aliyek din ve jî, pêvajoya vê hilbijartinê, bêserûberî tevgera welatparêz û belawelatî û meyla qadirên siayasî yên kurd ya ji berbabûnê re û hesabên hîzbî û sexsî carek din da nîsandan ku
Di vê pêvajoyê de herweha, din av tevgera siyasî ya kurd de yên ku li ser xeta neteweyî û demokratîk bi israr in û yên di çarçoveya projeyan de hatine avakirin û palpistên wan ji hev hatin kifskirin.
Sazkirina alternatîfeke bi hêz û bi îstîkrar, herçiqas gelek bi zehmet be jî, teqez divê biserkevî û yek ji wezîfeyê me yê lezgîn e.
Partiya Maf û Azadiyan, dê nebe palpistê çu aliyeke siyasî ku samîmî nîn in, herwisa jî, dê din av xebatên bi vî rengî de cîh negre û wexta bi tistê wisa re wenda neke.
Meclîsa Partiya Maf û Azadiyan, herwisa ji bo bihêztirkirina aliyê xwe rêxistinî û bidestxisina mafê xwe yê besdarbûna hilbijartinê ku bi destezorê hatiye desteserkirin, dê zêdetir hewl bide. Herwisa, tistên din ku divê bên kirin, hatin destnîsankirin û di vê çarçoveyê de lijneya serokatiyê ji nû ve hat sazkirin.
Meclîsa partiya me, carek din bang li welatparêzên kurd û kesayet û qadirên siyasî ku reftarên tekosîna demokratîk in, kir ku pistgiriya Partiya Maf û Azadiyan bikin daku xeta neteweyî, demokratîk û asîtîxwaz xurttir bibe û bibe alternatîf.
MECLÎSA PARTIYA MAF Û AZADIYAN
Dengê Kurdistan