MECLÎSA PARTÎYÊ A HAKPAR’Ê:

‘Heqê xweserî u dewletek serbixwe, ji bo gelê Kurd wekî sîrê dayîkê helal e.’
Li du hilbijartinan Meclîsa Partîyê a HAK-PAR’Ê civîna xwe a yekemîn pêkanî u di civînê de li ser rûdanên vê dawîyê û rojeva welat gengesîyek berfireh hate kirin.Pistî civîna meclîsa partîyê nirxandinên Meclîsa Partîyê (MP) bi daxûyanîyek hat rageyandin.Li gor vê daxûyanîyê:
‘ Tirkîya hilbijartinên 7’ê hezîranê li dû xwe hist.Hilbijartin pistî berberîyek mezin kûta bu û AK PARTI ne karî bi tena serê xwe vê carê were ser kar.
AK PARTI, di destpêkê de,pista xwe spart helwesta civatê a guherînxwaz u li himber statûkoperestan rawestîya;ji reform û guhertinên ber bi YE ( yekitîya Ewrupa) bigre heta gelek reform u guhertinên din yê civakî gelek gavên giring avêt.Wesayet u bandûra leskeran bi dûr xist,di warê demokrasîyê de çend gavên wêrek avêt,her wiha derheqê pirsa Kurdî de jî gelek tistên qedirbilind xiste rê.Lewra gelên Turrkîyê yên guherînxwez pistevanîya AK PARTIYê kirin û du deman bi tena serê xwe li ser kar histin.Di vê navberê de de AK PARTI gavên xwe sist kir, ji rêya guhertinan berê xwe da rêyên ne qenc,dest bi gotin u siroveyên soven û nijatperest kir, di pirsa Kurdî de gavên berepas avêt,helwestên gelê Kurd û hêzên guherinxwaz ne anî cî;bi PKK’Ê re kete nav pazarkirinek nehînî, dest avête dek û dolaban, sûna ku heq u berjewendîyên milli u demokratîk yên gelê Kurd binasîne ew bi Qendil û HDP û PKK’Ê re kete nava guftugoyek silo û bêpayan. Sedem vê yekê, ev car AK PARTI vi sensî winda kir, millet wî kredîyê ku dabuyê bi pasve sitend.
AK PARTI pistevanîya gelê Kurd û hêzên guherinxwez winda kir, lewra kêm kisand.Ev, yek encamên here giringên vê hilbijartinê bu.
Encama here giring a didûyan jî ev e ku,hilbijêner,vê carê rê nedan Serokkomar Receb Teyib Erdogan ku helwestên xwe bibe serî.Erdogan gili û gazinên mixalefetê pistguh dikir,xwe disiparta bend û beraja antîdemokratîk a ku ji 12’ê Îlonê bermayî bu,Erdogan, xwest ku rejime parlementerî were guhertin u ‘pergala serokayetî a bi usula Tirk’ were damezrandin.Lê hilbijêner rê nedan ku helwest û nîyetên serokkomar werin cî.
Yek ji encamên giringên hilbijartinê jî, bêguman, serbaraj buna HDP’ê bu.HDP siyaseta xwe a nû ya bi navê ‘Turkiyeyî bûn’ xiste rê û hilbijartinê bi vê mebestê mesand.Li encam de, çend rayedarên Tirk, wek nunerên Kurda sande meclîsê.
Li dawîya hilbijartinan dîmena ku derkete holê, ji bo hikumet danînê tu partîyek bi serê xwe ne geyiste jimareya pêwist.Lewra niha wê koalisyon werin avakirin, an jî, hikumetek hindikayî,wê were dayîn.Renge ku di demeke nêzîk de, hilbijartinek nû jî were rojevê.Lê eskereye ku hê jî, pirsên here giringên welêt li benda çareseriyê ne.Weki destureke demokratik û nû, çareserkirina mafên gelê Kurd,pirsa Elewîyan û pirsên giring yên din,çehverêyên çarelêkirinê ne.
Di halek de ku, li devre, li ser sinorê heyî yê Turkiyê, li rojhilata navîn ewqas xeter u teklîhevî û qeyran û alozî henin,pevçûnên mezhebî û etnik diqewimin,li hundirê welat ji ku gelek malzeme henin ji bo tekli hevbuyînê, lazime ku mirov gelek baldar be.
Ji ber vê yekê divê rojek zûtir Turkîye normalîze bibe, bi astiyane û rêya guftugoyan hemû pirsgirekên xwe bi gavên wêrek çareser bike,reform û guhertinên pêwist pêk bîne.
Meclisa partya me, bêguman encama hilbijartinan li gorî HAK-PAR’Ê jî nirxand.Meclisa partya me,radigêne ku partya me di vê hilbijartinê de, maf u berjewendîyên sereke yên gelê Kurd bi mêrxasî anîye ziman û her wiha di hemû xebat û çalakîyên xwe de,azadi û wekhevi û astîyê wek daxwaza xwe a here giring pêsnîyaz kirîye.Komareke federal û demokratik danîye nawenda propogandaya xwe û bi rêkupêk, bi siweyek têkûs helwestên milli û demokratikên Miletê Kurdistanê daye ber çehv.Sedem vê xebata binirx û dilsoz em hemû kadro U terefdar û heval û hogirên partîyê, yên derve û hûndir, bi dil û can piroz dikin û ji bo xizmeta wan em ji wan re sipasdarin. Her wiha sipas ji wan kesên biryar û welathiz re ku bi wêrekî dengê xwe dane HAK-PAR’Ê û meyla xwe danin ser rêya rast.
Diyare ev hilbijartin ne dibin sertên bidil de pêk hat. Hilbijartinek azad û dadwer nebû. Hilbijartin di bin sî û saw û tirsê de derbas bû, çekbidestî diyar deya tirhêneriyê bû. Lewra gel di nav fikaran de çû ser sendoqan.Lê disan jî, partya me kari dengê xwe zêde bike.HAK-PAR nêzikê 60 hezaran den wergirt.Ji iro û sunda ve jî, emê bêwestan di rêya xwe a rast û welathizde bimesin.
Meclisa Partya (MP) me,di civîna xwe de li ser gelek pirs û kêseyên partîyê, li ser kêmasiyên bernamê, li ser nizamnameya partiyê û li ser gelek rê u sêwazên xebat û serketinê sekinî û hevdeng beyan kir ku bi aqilmendiyek hevbes divê ev pirs u kêseyên partiyê di demên pês de werin minaqese kirin û çareser kirin û rêya xebata partîyê xwestir bibe, per û baskên partîyê xurtir bibin.Parti bangi hemû dildar û terefdarên partîyê dike ku pistevanîya partiyê bidominin,heta ku partî xurt bibe, bihêz bibe û serkeve.
Meclisa Partiya (MP) me, buyer û rudanên vê dawîyê a navçeya me ji nirxand û derheqê wan de jî, raya xwe beyan kir.
Her wek ku tê zanîn rêxistina terorist a DAISÊ li rojavayê Kurdistanê, li Kobanîyê, erîsek dirinde û xwinrêj li diji gele Kurd pêk anî û nezik 150 kes kust.Em bi tundi vê êrisa dijmirov û dirinde naletbar û sermezar dikin. Em weki HAK-PAR’Ê sersaxiya xwe pêskêsî malbatên kustiyan dikin û sifayê ji birindaran re dixwazin.
Gelê Kurd iro li hemû perçeyên Kurdistanê ji maf û berjewendîyên xwe, lipîya ye.Gelê Kurdistanê li dijî Rêxistinên teroristên hevkar û dûvikên dewletên dagirker jî,gfel û welatê xwe diparêze.
Di van çend salên pasî de,bi giranî li basûrê Kurdistanê,sedem têkbirina destkevtîyên gelê Kurd,bi beyankirina daxwazîya serxwebuna Kurdistanê ku ji alîyê serokê herêmê rêzdar Mesud Berzani ve hate bilêvkirin, zêdetir bun u niha cehdeke mezin yê hevpar heye jibo tune kirina mafên Kurd U Kurdistanê.
Dewleta Iraqê,hest û wateyên yasayî û fermanrewa,ji bo Kurda pêkneanî.Pirs û kêseyên netewîyên gelê Kurdistanê pistguh kir.Mafê gelê basûrê Kurdistanê ku di butçeya gelemperide bi yasayi hetiye terxan kirin pêskês nekir ; Li himber hêrisên dirindeyên DAISÊ bê deng ma,bajarê Musilê ji teroristan re berda,jiyana Kurdên Êzdî neparast. Bêsik ew ji di wan qetliam û kustinên Kurdistanê de weki teroristan sucdare.Lewraye ku helwestan dewletek serbixwe jibo basurê Kurdistanê, helwestek bicîye u berjewende.Mina hemu gelên cihanê heqê serxwebun u dewletbuyînek serbixwe ji bo Kurdan jî heqek xwezaye. Heqê dewletdanînê weki sirê dayik li Kurda helale.Em weki HAK-PAR’Ê heqê serxwebun û dewletbuyina basûrê Kurdistanê rewa dibinin û pistevaniya herêma Kurdistanê dikin.
Li aliyekî din, êrisên dewleta dagirker a Iran ê li dijî gelê Kurdistana Rojhilat roj biroj dijwartir û xwindartir dibe. Her roj xortên Kurd têne idam kirin,zilim û zordestiyek bêpayan li ser gelê Kurd dibarîne. Dewleta Iranê dixwaze ku rojhilata navîsin û navçe li gor helwesta xwe dizayn bike. Lewra ye ku ji rêveçuyîna hikumeta basûrê Kurdistanê nerihet dibe û dixwaze ku aloziyê bixe herêma Kurdistana Basur. Lazime Kurd li himber provokasyon û dek o dolabên dewleta dagirker û kevneperest a Iranê hisyar bin u bala xwe bidin ser yekiti u destebirayetiya gelê Kurdistanê.Ne qabile ku herîsên PKK a bi ser pesmergeyên PDK-I ve were qebul kirin.Divê rê neyê dayîn ku PKK berê namluyên xwe bide pêsmergeyên Kurdistana Rojhilat.
Li Suriyê pevçun u kustin u xwinrêji berfireh berdewame. Lazime gelê Kurd haya xwe ji welatê xwe hebe û li himber hêrisên dirinde hêzên xwe bike yek.Ew wehseta kul i rojavayê Kurdistanê diqewime xwina mirovan dicemidine.Lewraye ku em bang li yekitiya Miletan û hemu hêzên astixwaz û mirovperwer dikin ku li himber êrisên dirinde yên rojavayê Kurdistanê bêdeng neminin.
Dijminên gelê Kurd di van qonaxên dijwar de, hazirin ku bi hemu hêz u karina xwe, dubendi u neyartiyê bixin navbera hêzên Kurd û wan bedrin hev û serê birakujiyê agir bikin.Divê hemu Kurd hisyar bin û neyêne leyistikên dijminên Kurda.
Yekîtîya hêzên Kurda zaminê serketinê ye. Ev yek li Kobanê careke din xuya bu.Bi pistevaniya hêza pêsmerga Kurda karin zora DAISÊ bibin û Kobanê rizgar bikin. Divê giringiya hevkarî û hevgirtina milli tucari neyê jibir kirin û hemu hêzên Kurd bi dil û can dilsozê hevbin û bi hevre li dijê dujminan ser bikin.Eger yekiti tunebe serketin ji nabe.Lazime ev yek her tim li ber çehv bi.
Em weki HAK-PAR’Ê bawerin ku gelê Kurd wê nIrê kolonyalizmê biskêne û wê bigêje jiyaneke azad, xweser û serfiraz.Gelê Kurdistanê ne tenê gund û bajarên xwe, lê wê welatê xwe seranser rizgar bike û bibe endamê gelên saristeyên cihanê. ‘
MECLISA PARTIYA MAF U AZADIYAN
HAK-PAR
Dengê Kurdistan