Nivîsar

Medya û ser

MEDYA û SER
Serê ISID ê li hember Kurda
Wezareta Pêsmerge, Parastin ‘ Zanyarî û medya Kurdî

Pirsa Medya û ser pirseke ne bes îroj herweha di demên berêde jî gelek aktuel û gelek lêkolîn li ser hatine kirin. Ji bo ev pirs bê zelal kirin divê berya her tistî mirov binere bê ka çi ji medya tê hêvî kirin, çi dikare çi nakare, çi dixwaze û naxwaze bike.

Di halatên ser de Hêvîya temasevana ji medya bêhtir li gor rewsa wan a Sosyal, kulturî, çînî (tebeqe), pîskolojîk û îdeolojîk tê guhertin. Wek mînak hinek temesevan bi zanetî an nezantî dixwaze bibihîze terefê ew dujmin dihesibîne xesarê dibîne, dema xeberk weha dibîne wek fanatekî futbolê dema taximê wî golê davêje kêfxwes dibe, Hinek dixwazin di wêneyên Ser de hiseke dramatîk bi wan re çê bibe, Hinek ji bo bi zanibin çi dibe xeberên ser taqîb dikin her weha hinek jî ji xwere maça futbolê dinerin. Lê rastî temasevan tu teesîreke pozitîv an negatîv li protsesa ser û wê medya çi û çawa bike nûçe nîne. Di encamde hêvîyê wan ji medya çi dibe bira bibe hinekî din ji wan re nûçê ser hazir dikin û wek sofra xwarinê dide ber wan ew jî dixun û hezim jî dikin.

Dezgehên medya di halatê ser de ji bo çêkirina nûça bi çi awayî û çi karin? Bêhtir li gor profesionalîzm, di ser de terefbûna wan û taqeta dezgeha medya ye. Lê medya çuqas xurtbe jî di halatên ser de herdem terefê xurt artêse ji ber wêjî dezgehên medya her dem mecbûrin li gor îmkanên ku artês ji wanre pêkes dike tevdigerin. Medya ku disîplîna ku artêsê di haletê ser de danîye xera bike ji alîyê artêsê tê ceza kirin. Ceza herî mezin jî ewe wan ji înformasyonê qut dike. Dema mirov lê dinere di haletê ser de sê terefên ku eleqedarin hene: artês, medya û temasevan, ji van hersêna êherî xurt artêse. Artês taqet û îmkanê di dest wan de hene ji bo çekirina înformasyonê bi kar tîne û serekî pîskolojîk û propaganda dike û ew bi ser dikeve. Ji ber di serdema nuh de serkeftin di warê serê înformasyonê wek serkeftina serê eskerî grînge heger ne bêhtir be. Em dikarin di vê babetê de gelek minakan ji cîhanê bidin da ku ji me ev pirs bêhtir zelal bibe.

Wek eskereye ku gelek kes bas dizanin serê Vîetnamê salên 1955-1975 di navbera DYA û Vietnamê de bi serketina Vîetnamîya bi dawî hat û di vêya de ku rola mezin a Televîzyonê bû, evêya bi gotina serokê DYA ê bêrê Lyndon Johnson eskere dibe ew weha dibêje ‘Me serê Vîetnamê ji ber televîzyonê wenda kir. Ji ber ku serê Vîetnamê serê pêsin bû ku telvîzyonê ji xelkê re neqil dikir’. Sebebê vêya ew bû ku televîzyonê kustina eskere DYA û mexduryeta xelkê Vîetnamê dianî ber çavan. Berxewdana xelkê Vîetnam û çêbûna raya gistî li dijî ser li DYA, ew mecbûr kir ku ji Vîetnam derkevin. Herweha Disala 1983 de dema DYA mudaxeleyî Grênada kir tecruba Vîetnam hebû wê demê general Sidl ê di serê Vîetnamê de berdevkê medya yê ordîya DYA bu, got ‘kesên nuha di ordîyê de generalin di serê Vîetnamêde subay bûn ez dizanim ruhê wan ji rojnamevana diçe’ dema derbasî Grênada bûn sûna ku sîstemek medya ava bikin ji binî de ne histin rojnamevan nêzî cephe bibin. Evêya bê guman ne razî bûn li DYA bi xwere anî.

Pistî vêya Ordîya DYA disala 1984 de xwest sîstemek bi navê Hawuzê Ragîhandinê ji bo di haletê ser de têkilî bi medya re çawa bê avakirin. Ev dezgeh ji esker, îstixbarat û rojnamevanê profesîonal bi helwestên millî pek tê. Naveroka vê dezgehê ewe ku di haletê ser de rojnamevanê li cephê di dana nûça û hazirkirina raportaja de divê çi bike?. Sertên vê sitemê yên herî grîng ji bo rojnamevanê ku di vê sîstemê de wê kar bikin ewe ku pêsin divê ewlekarîya netewî, eskerî wek erkên herî grîng liber çav bigre. Ev sîstem bi vî awayî kar dike: navendek merkezî a kontrolê ku ji esker, îstixbarat û rojnamevanê profesîonal bi helwestên millî pek tê heye, di haletê ser de artês kîjan rojnamevanê ew dixwazin nûçeyan di derbarê ser de bide pêsî wan di civînin pase wan dabesî grubên ji 10 rojnamevana pêk tên dike, di nav her grubekê ji vana merivekî Istxbaratê eskere serperestîya wan dike ew mervê îstixbaratê li cephê ji wanre cîh, wext û bi kêre bide û bistîne tayin dike, pistre hemû rojnamevan înformasyona dane hev a kû lazime bide dezgeha xwe ya medya tesliîmî vî mervê îstixbaratê ku serperestîya grûba wan dike, ew merivê îstixbaratê ku serperestîya grûba wan dike hemû îformasyonê dighîne merkeza ku van a ku nuça kontrol dike, pasê ev merkez van nûça kontrol dike kîjan nûçe maqul dibînin û dixwazin berdin teslîmî rojnamevan dikin, pasê rojnamevan dikare ji navenda dezgeha xwe a medya yê re rêke ji bo wesandinê. Ev sîstem Înglîz di dema serê navbera wê û Argentîn de di serê Falklandêde ji bo sîtemek wana di haletê ser de têkilî bi medya re nebû û bê tecrûbe bûn dîrekt ev sîstema Hawuzê Ragîhandinê bikar anî û serkeftî bû . Pistre DYA di serê bi Panamayê re jî bi kar anîn. Pasê jî DYA di sala 1991 dedi serê kendavê de ev sîstem bi kar anî her weha di serêe pasî bi Îraqê re dîsa ev sîstem bi kar anîn.

Em dikarin ji gelek welatên cîhanê gelek mînaka bi vî awayî bidin wek mîsal Rûsya Federal jî dî serê sala 2008 li gel Gurcistanê ji bo Asêtya wê jî sîstemek teybet ji bo medya ava kir û hemû rojnamvanê çi Rûsî çi biyanî di bin çavderîya hêzên eskerî berdan cephê. Fransa di operasyonên xwe ên li welatên Afrîka rojnamevan di bin kontrolek teybet de berdidan cephê ji bo berhev kirina înformasyonê .

Pistî ev mînakên li jor me dan em werîn li rewsa Kurdistanê, serê Hêzên Pêsmerge bi ISIDê re, Wezareta Pêsmerge, Parastin ‘ Zanyarî û medya Kurdî binerin. Di serê hêzên pêsmerge bi ISIDê re medya Kurdî azmûnek ne serkeftî da, ji ber medya Kurdî nakarîbû xwe li hember serê Pîskolojîk kû medya xêrnexwaz û dujminê kurdan li hember Kurdan dimesandin xwe bigre an bi kontr propagandayê serê kû medya xêrnexwazê Kurdan li hember Kurdan dimesand bisekinîne û derew derxe, bileksî vê medya Kurdî jî ket ber bayê medya xêrnexwaz a dujminê kurdan wanjî bi zanetî an bi nezantî bûn aletê propaganda medya xêrnexwazê Kurdan, ew protses nuha jî berdewame. Paradoksa herî mezin ewe ku qehremantîya hêzên Pêsmerge li hember çeteyên ISIDê kiriine heta nuha dor 1200 sehîd û hewqas jî birîndar hene her weha pêsmergeyên qehreman bê tirs berê xwe didan û nuha ji didin ser mirinê ji bo parastina xak û xelkê Kurdistanê, lê pir heyf bi saya serê madya xêrnexwazê kurdistanê û medya xwe Kurdî dihesîbîne ku ew ji bi zanetî an bi ne zantî ku bû alîkarê medya xêrnexwazê Kurdistanê ji bo pêsmerge di çavê Kurdan de res bike gelek propaganda serê pîskolojîk kirin ji ber vê nuha di serê gelek Kurdan de û bi teybet li bakurê Kurdistanê wek ku xwedê grabî “pêsmerge sengal histîye û revyaye, pêsmerge nakare ser bike û her weha tu tistê xerab namîne di derheqê pêsmergede nabêje”. bê guman tu gazin ji medya dujminê Kurdan nabe ew karê xwe dike û ez dikarim bêjim ew karê xwe serkeftî dike.

Gazina mezin ji medya Kurdî a ku bi serweta millî a xelkê Kurdistanê tê xwedîkirin dibe, ew ji wek medya dujminên Kurd sûna behsa qehremantîya pêsmerge bike wan jî li zurna medya dujminên Kurd dixist, munaqesa xwedê grabî” pêsmerge çima sengal histîye revyaye, pêsmerge nakare ser bike”. Her weha roportajê xwedê grabî ji cephê dide ew ji wek medya dujminatîya Kurdan dike, wek mînak, li sengalê dor 8000 pêsmerge heye dervî Pêsmerge her weha hinek grubên din ku hejmara wan ne zêdeyî 150 kesîbe hene û ew grûbana ne bi allayên kurdîstanê bi alayên grûbê xwene, medya ku xwedê grabî li ser navê wek medya kurdîye tevdigere di here sûna hêzên pêsmerge nîsan bide wan grubên ku ne zêdeyî 150 kesîne nîsan dide û li ser wan repotajê berfireh ji cephê amade dike, wekî ku ne 8000 pêsmerge dora sengalê rizgar kiribe wekî ku ev gruba ku ji 150 kesî pêk tê rizgar kiriye. her weha ew dezgeha vêrepotajê dide pistî nîv seetêli sutudyo xwedê girabî ” reva” hêzên pêsmerge sîrove dike Mirov bi îbret temase dike. (Ev di tabîra medya de navê wê serê pîskolojîke ê ku li hember kurdan û nizm xistina pêsmerge dibe) paradksa herî mezin ewe ku Evê ya kî dike ew dezgehên medya ku ku xwedê grabî medya Kurdîye û bi serweta millî a Kurdan tên xwedîkririn dikin.

Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Bazanî di hevpayvîneke xwede dibêje ” Dujminê Kurdan nuha di rêya medya de serê Kurdan dike” raste ez jî weha difikirim lê gazin ji dujmin nabe ew karê xwe dikin, gazina esasî ji medya Kurdî dibe, a ku nakare kontrpropagandayê bike ku propaganda medya xêrnexwazê Kudistanê puç derxe. Divê em berê xwe bidin mala xwe û çaksazîyê li wir bikin, an na paseroj xerabe. Tista herî balkês ewe ku gelek mirov nabîne, Nuha dujminên kurdistanê di rîya medya haziriya ”soresa rengînî” li basûrê Kurdisatanê amade dikin wek van salên dawî li Gurcistanê, Ûkrayna, Misir, Lîbya Ûhw. li hemû van welatan ”Soresa Rengînî di bin sîaratên pîroz de bûn bes encam li ortê ne. Heger em Kurd li hember van palanan û propagandan xwe bas amade nekin dikare divan demên pêsde li gelek bajarên wek Hevlêr, Silêmanî, duhok Sengal ûhw. xwepêsandanê xelkê di bin kontrola dujminên Kurdan û madya wan û dibin fikir û sîaratên piroz de dest pê bike. wek filosofekî Rûs dibê je ” rêya cehnemê ji kevirên bi nêta paqij hatîye ava kirin” dujminên Kurdistanê dixwazin ”soresa rengînî” di bin sîaratên pîroze ji bo kurdan pêk binin. li vir diixwazim bala deshilatîya herema Kurdistanê biksînim. Di medya ku xêrnexwaz a ku dujminatîya Kurdan dike mirovên profesyonal perwerdekirî ji istixbaratên welatê kurdistan perçekirine kar dikin ew karê xwe gelek serkeftî dikin. Kurd bi van kadroyên amator li medya Kurdî kar dikin nakarin serî bi vanare derxin. Medya kurdî jî divê kadroyên profesyonal bi helwestek millî bi kar bine. an na paseroja Kurdistana basûr di talûkê deye. Mînakên vê ”soresa rengînî” ji nuha de diyare sengal minaka destpêkê ye. Birayên me yên Kurdê Êzîdî ku li sengalê bûn alet ji bo lîstika dujminên Kurdan tev Kurdên welatparêzin lê dujminê kurdan di rêya medya û serê pîskolojîk ku medya Kurdî jî bi zanebûn an nezanbûn bû aletê vê propagandayê û di bin sîaratên pîroz de ew li dor xwe civandin.

Her çuqas medya kurdî amator be lê gazina herî mezin ji desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêsmerge û Parastin ‘ Zanyarî dibe

Ji ber ev dor salekêye Kurd bi ISIDê di ser dene heta nuha ji nakarin çarakê ji medya re bivînin. Her çuqas pêsmerge bi qehremanî gelek serkeftinê mezin bi dest anîye ji lê raya gistî a Kurdistan ne temam ji vêya agahdarin, bileksî wê di serê gelek Kurdên di bin teesîra propaganda medya dijayetîya Kurdan dike dene biawakî negatîv li pêsmerge dinere. Divê desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêsmerge û Parastin ‘ Zanyarî bi zanîbe di serdema mede serketina serê Eskerî tenê bi xwere serketina kamil nîne divê di warê serê medyayî de jî tu serkeftî be, an na ne bes kes qala serkeftina te nake her weha serketina te wek ne serkeftin di raya gistî de bi cîh dikin. wek mînaka nuha li kurdistanê heye.

Desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêsmerge û Parastin ‘ Zanyarî divê di destpêka serê bi ISIDê re ji tecrûbeyên welatên ku li jor min behs kirine di ber çavde derbas bikirna li gor rewsa Kurdistanê serê bi ISIDê re wan jî sîstemek ji bo medya yê çawa li cephe kar bikin ava bikirna. Wan jî rojnamevanê Kurd û biyanî dabesî grûbên ji 10 rojnamvana pêk tên û dinav her grubekê de yek ji endamên parastin an Zanyarî dinav debe û wan rê bi ber rojnamevana xista li ku çawa û bi kêre roportaja bikin . Divê wezareta Pêsmerge li gel Rojnamevanên Kurd ên profesional millî ku berya her tistî berjewendîyên Millî û eskerî li ber çav digre dezgehek ava bikra û wan hemû nûçeyên derbarê serê bi ISIDê kontrol bikra. Nuha jî ne derenge ji ber rewsa Kurdistanê her dem dikare ser bibe heger sîstemek wek li jor min behs kir ava nebe wê herdem ev pirsgirêk wê derkeve pêsya Kurdan. Her ne bes ji bo haletê ser tenê ev demeke pir eskereye medya dujminatiya Kurdan dike pir aktîv serekî medya yî li hember herêma Kurdistanê destpêkirîye ew dixwazin di bin sloganên bi îdealên paqij Kurdên basûr li hember desthilatdarîya herêma Kurdistanê û partîyên wan ên siyasî sor bikin da ku xelk bi xwe li hember wan serî hilde. Ev serê medyayî ku medya dujminê Kurdan li hember herêma Kurdistanê dike hêdî hêdî be jî isaretê ku ençam dide heye. Êdî ne bes xelk her weha gelek kadroyên partîyên siyasî ên herêma Kurdistanê jî di kevin bin teesîra vê propagandayê. Kurdistana basûr luksek wanî weha nîne ku di bin navê dmokrasîyê û toleransê de rê bidin dujminê kurdan cirîda bavêjin. Kurdistana basûr di rewseke weha de derbas dibe ku ya Kurd dibin dewlet an jî tavaya Kurdan têk diçin ji ber wê heger Kurdistana basûr dixwaze bibe dewlet divê li gor dewletbûnê jî tevbigere

Her weha yek problemek din a basûrê Kurdistanê tunebûna medyak millî profesyonale. yek ji sebebên medyak millî nayê avakirn dervî hemû problemên li jor min behs kir yekjê jî pirsa medya partîtî ye. Pirsek din ya ji bo amadekirina rojnamevanê profesîonal lazime kontrolek û perwerdeyek bas li fakultên rojnamegerîyê û ragîhandinê hebe. ji van fakultan divê rojnamevanê profesîonal ku ewlekarîya netewî herdem di ber çav de bigre, ne ku bi dîrektîf û qerarnama bê kontrol kirin dive bi perwerdeya autokontrol bên amade kirin, ku ew bi xwe zanibe çi, kengî û çawa dikere binivîse û bide rêdan. Pir heyf ev du dewre ye ku gelek rojnamevanan ev fakultên ragihandinê ên herêma Kurdistanê xelas kirine jî lê heta nuha ev pirsgirêka rojnamevanên profesîonal ne hatîye çareser kirin. Divê fakultê ragîhandinê ên herêma Kurdistanê li xwe hay bivin bê ka sasî di ku deye. Divê li Fakulte û dezgehên medya herêma Kurdistanê kesên ji Karê medya fam dikin cihê xwe bigrin ne bi awayê xal û xwarzêtîyê. Çawa yekî ne dotor nakare mirovan emelyat bike yakî ji karê medya fam neki jî nakare karê medya bike.

Li ser vêya gotinek serokê sêemîn ê DYA Thomas Jefferson di sala 1787 hat bîra min, ji Thomas Jefferson pirsîne “Tu Hukûmetek bê gazete an gazetak bê Hukûmet dixwaze bersîva wî gotîye ”gazetek bê hukûmet dixwazim”. Heger îroj Thomas Jefferson sax ba wê çi bi gota nazanim lê tistekî nuha bas zanîm ji basûrê Kurdistanê re medyak millî profesîonal ne partîtî lazime.

Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Jêder:

1) «????????????? ???????????? ?? ????? ????????????? ?????» // ??????. 2011. No 4. ?. 19.

2) Cohen-Almagor R. Media coverage of acts of terrorism: troubling episodes and suggested guidelines // Canadian journal of communication. 2005. Vol. 30. P. 401 ‘402. 3) Dyer G. How to cover terrorism: the new media rules // The Baltic Times URL:

3-Hoffman B. Inside terrorism. New York: Columbia University Press, 2006. P. 174.

4-Nacos B. L. Mass-Mediated terrorism: The central role of the media in terrorism and counterterrorism. Lanham. Md.: Rowman & Littlefield Publishers, Inc, 2007. P. 20.

5.??????? ???????. ??? ? ??????????? ?????????? ?????????????. — ?????? 1999.
6. ??????? ????????. ??????????????? ?????. — ?????? 2009.
7. ?????? ???????. «Geneation «?». — ??????, 2011

8.Medya ve savas yalanlari. Leonora Foerstel .2007

9-Utan media kan du inte starta ett krig- Jan-Olof Rönn- 2010

10-Krig och medier – Sakerhetspolitik.se

11.Rudaw TV

12.ANF

13.Kurdsat TV

14.KNN TV

15.TRT Kurdî

16.Dunya TV

17.Med Nuçe TV

18.Newroz TV

Doç. Dr. Ekrem Önen

Balkêş e ?
Close
Back to top button