Merasîma 20emîn salvegera sehîdkirina Dr. Serefkendî û hevalên wî

Îro li hola Pêsawa ya Wezareta Rewsenbîrî û Lawan yê Hikumeta Herêma Kurdistanê, 20emîn salvegera sehîdkirina Dr. Sadiq Serefkendî û hevalên wî bi merasîmeke hate bîranîn.
Dengê Azad/Hewlêr
Merasîma ku Komîteya Hewlêr yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ve hatibû amadekirin, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî, Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ Kerîm Perwîzî, Endamê Polîtburoya Yekîtî Nistîmanî Kurdistan-YNK Sadî Ehmed Pîre, Endamên ENKSê, Sînemxan Bedirxan, nunerên hîzbên siyasî, gelek rewsenbîrên Kurd û endam û kadirên PDKÎ besdar bûn.
Merasîm bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo yadî sehîdên Kurdistanê destpêkir.
Pistî rêzgirtinê, bi navê Deftera Siyasî a PDKÎ, Cîgirê Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî axaftinek pêskês kir.
Pistî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyan û xebata Dr. Serefkendî hate nîsandan.
Di merasîmê de herwisa peyama hevbes a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Xwendkarên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê hate xwendin.
Di merasîmê de ji aliyê Mamosteyê zanîngeha Selahadîn Dr. Rehîmî Surxî ve babetek li ser siyaseta terora rejîma Îranê û tesîra wê li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurd hate pêskêskirin.
Merasîm bi xwendina çend sirûd û helbestan bidawî hat.
Hejayî gotinê ye; Sekreterê Gistî yê PDKÎ Dr. Sadiq Serefkendî, Berpirsê Komîteya Derveyê Welat yê PDKÎ Fetah Ebdulî, Berpirsê Komîteya Almanya yê PDKÎ Hûmayûn Erdelan û ronakbîr û dostê gelê Kurd Nurî Dehkurdî di sala 1992an de li restoranta Mykonos ya Berlînê ji aliyê sîxûrên rejîma Îranê ve bi kiryarekî terorîstî hatin sehîdkirin.
Dengê Kurdistan