Nivîsar

MERIVÊ HERÎ ECÊB YÊ RÛYÊ ERDÊ

Fena aqrebî tu birayê min,
di nava tarîyê da tirsonekî weka wî… Weka çîvîkekî yî tu birayê min,
di nava tesqeleyê da yî fena wê.
Tu disibî mîdyeyê birayê min,
fena wê rehet û vesartîyî
weka devê volqanê sewitî
erjengî birayê min.
Ne yekî,
ne pêncî
mixabin bi mîyonanî.
Fena mîyanî tu birayê min,
dema ku sivan bilind dike çoyê xwe dikevî nav kêrîyê pez tu bi lez û bez
û him jî bi belengazî banz didî salaxaneyê.
Merivê herî ecêb yê rûyê erdê yî tu,
ji masîyên nava behrê zêdetir ecêb,
ji ber ku ev di nava avê da dijîn, lê jê bêhayin. Û li vê dinê da ewqas zulim
bi saya serê te da ye.
Birçî, westîyayî, nav xwînê da mayîna me bona ku em pêskêsê wan bikin seraba xwe
wê me bipelixînin weka hebên tirîyê,
wijdana min rê nade ku ji te ra bibêjim,
ev guneh hemî dikevin ser millên te,
lê çi bikim gunehê herî mezin yê te ne,
birayê min yê delal!
1947

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye. Ji we re wergera wê ya bi kurmancîyê diwesînim. Hêvî dikim ku ev keda min bi gora dilê we be. Heyanê careka din bimînin di nav xwesî û qencîyê da!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button