Mesa Azadiyê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dest pê kir

Serokê HAK-PAR’ê Duzgun KAPLAN, namzetên me yên parlamenteriyê û heyeta pê re dest bi mesa Azadiyê kirin. Pêsî Enqere, pasê
Li Konya Kulu û Konya Yeniceoba bi gelê me re hat in cem hev.
KAPLAN di der barê bernameya partiyê û manîfestoya hilbijartinê de agahî da:
“Partiya me maf û azadiyan kurdan diparêze û tekosîna xwe bi vî çarçoveyê de dimesîne. Pêdivî ye ku nûnertiya Kurdan di bin navê Partiya Maf û Azadiyan de bê avakirin. Ji ber vê yekê em hemû gelên xwe vedixwînin. Kerem bikin hûn jî tev li mesa azadiyê ya ku me daye destpêkirin bin.’
Ji ber eleqe û hesasiyeta wan em spasiya gelê Kulu û Yeniceoba dikin ku daxwazên xwe ji HAK-PARê re radigihînin û serkeftinê dixwazin.
Serokê Gistî yê HAK-PAR ê Duzgun Kaplan û heyeta pê re û endamên partiyê jî çûn serdana gora Serokê me yê berê Fehmî DEMÎR a li Yenîceoba.
Partiya Maf û Azadiyan
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
Dengê Kurdistan