Nivîsar

Mesqerê civatê!

Di van rojana da, peleqajî ya tirs û xofê xwe li ber û singê KCK ê da dagirtîye û wek û gurgê birîndar, her weku caran dîsa dest bi êrîsî der û doran dikin.

Bê guman ew naxwazin dengek ji dengê wana cudatir bilind be, rengek ji rengê wana cudatir ber çavan bikeve.

Her bizavek û her livînek dibê di jêr desthelatdarîya wana da be, eger ne wusa be mafê jîyan û hebûna wan deng û rengan nîne. Bi gora wan ew tawan e.

Bi gotineka dinê, vê hizra Apoîzmê, her roja ku xwe daye nasandin, destpotîzma xwe her gav, her cihê ku luleya çeka wana gihistîye, bi gef û xwîn û siza danê, fermanderîya xwe seqamgir kirine û her niha jî li ser wê rê û rêbazê ne.

Bi gotineke zelaltir, di nava civata wana da mafê kesatî û azadîyên taqe kesî û bi gistî mafê beyan kirina bîr û îrade û kiryarên dilxwezîya endama nîne. Her wusa bi kurtî, pîvanên demokratîkî û mafê mirov di nava wan da nîne.

Her wek dibêjin “Bê serok jîyan nabe. ”
Dibe bira can dibe.!!
Gelî heval´’ler, ferqa me û we di vir da ye. Pîvan di vê nuqtê da dîyar e. Serok nebe jî, bawer bikin jîyan her berdewam e.
Em dibêjin “Tistek jî Azadî û Serbixweyî bi rumetir nîne “.
Em di qada xebatê da berxwe diden jî bo jîyaneke bi rumet û azad. Loma tistên ku em wunda bikin ji bilî zincîrên bindestîyê û koletîyê zêdetir me nîne, û natirsin.

Em jî bo mirinê najin, ji bo jîyanekê bi rumet amade ne hertim bimirin.
Belê ferq di navbera me û wê hizra we ya berçavteng, ne demokratik û tirsonek wek û erd û esmana ji hev dur e.

Eve ye sedema tirsana we. Hûn bi wê zile hîza xwe û bi wan çekên xwe, mirovên rastgoyî û pastarên demokrasî û mafên mirovan ditirsin. Hûn jî pastarên astîyê û dîyalog û bi hevra jîyanê ditirsin. Ji ber kû bingehên fermanberîya we, her wekû hemû zordar û dîktatoran, li ser qehr û sidetê hatîye damezrandin. Tolerans û tehemula deng û rengên dinê civatê nakin. War û jîyana we her weku semsemekoran li sikevtên tarî da, derbaz dibe. Hûn hêj tîjîk rojê û ronahîya rastîya nakin. Bêhna we teng dibe û rexne lî we dibe jehrîmar. Armanca we jî, yêk serok, yêk partî û yêk rêbaz e.Yên ku vê durusma we ya dem di ser da derbaz bûyî qebul nekin ber bi gefên kustinê dikevin.

We gelek, deng û reng ji holê rakirin, lê we dîsan jî nikarin desthelatdarîya xwe ya derewîn di ser gel û welat da zal bikin.
Dagîrkerên Kurdistanê, her tim, li dijî bizav û tevgera azadîxwazê gelê Kurdistanê bûne û her tim li her cihekê cîhanê da berberekanî li gel tevgerên Kurda kirine û dikin.

Wan çu caran ne xwestine Kurd xudanê desthelat bin.
Lê belê PKK û KCK û filan û bêhvan, ew hizra ku sî sal e di qada Kurdistanê da bi navê gelê Kurd tevgerê digêrine çima wek wana dike gelo?

Kesê wek wana nafikirin dibê bimirin, ji ber ku ew xayîn û cahs in.
Kesê ji wana ra bibêje ne xêr, mafê wana nîne ku li Kurdistanê da bijîn.
Ew tevgerên li jêr deshelata wan da nebe, ew nabe hebe, dibê ji holê bê rakirin.

Li rojavayê Kurdistanê ( Li piska jêr desthelata BAASa Suryê da) kurd dengên xwe dikene yêk û ji bona vê jî Konferansa xwe di roja 28.01.12 li Hewlêrê da çêdikin. Her alî têda cihgîr dibe. Ew vê qebul nakin. Ji ber ku ew têda nînîn. Ew bi xwe jî naxwazin besdar bibin. Murad Qereyilan vê yêkê gelek xeter dibîne û desthelata herêma Kurdistanê û hemû Kurdên xêrxwaz tawanbar dike û gefan dibarine.

Ewan li Bakûr û Basûr û Rojhelat û Basura Rojavaya Kurdistanê da her tim bûne kosp û berpêkên ser rîya çareserîya doza pîrozê Kurdistanê.
Êrîs û gefên wan bo ser kesatîya xweragir û pir bi rumet rêzdar Kemal Burkay, gef û êrîsên wan bo ser hunermendên Kurd, ne karê evro ye.
Ew naxwazin Rewsenbîr û Hunermend serbîxwe bin. Ewan dixwazin qeyd û bendan li huner û zanist û rewsenbîrî ya civata Kurdistanê bidin.
Lê her weku me got ew peleqajî û pêkolkîya lawazkevtina wan e. Bila Hevaller vê bas bizanîbin, bi gef û êrîsan, ew nikarin ava cemên Firat û Dîjlê ber bi mala xwe biherikînin.

Her çend hindek qelemsorên fehmkor û nezan, weku serxwesan daketine orta meydanê û wana diparêzin, ewan gelek guneh in û di xewê da mane. Belengaz in, bi xasima kesên wek M. Sahînê belengaz û reben, ku xwe kiriye mesqerê civatê.

Belê dengê mirovên bi hîmet û rumet, li hemberî vê kiryara wana ya kirêt da bilind dibe. Wek camêran singê xwe kirine mertal ji bo demokrasî û mafê mirov.

Her wek hunermendê navdar û xweragir Sivan Perwer di pistgîrîya bangewazîya hunermandê dilsoz Feqîyê Teyra ( Nizametîn Arînç) da, dike û dibêje:

“… Bila hêz û rêketinê Kurd bas bizanibin ku heke ta kuderê herin ewê mecburî li gor sert û mercên Cîhanê û mirovantiyê bêtin guhertin. Divê gele Kurd û hêzên Kurdan ji mentalîta Stalinist, Baasî û Kemalî durbikevin. Ma gelo ev çi elamet e, dê Kurd herdem kevnesopiya xelkê bimesînin. Vê gavê ereban bi buhara xwe dest pêkirine, lê yên me bi zihniyeta dij demokratîk, yekrengî, çavsorî, pasverû û têkçuyî hîn dimesînin. Tawanbarîya rewsenbîr û hunermendên Kurd bi nizmitî û xayîntî çawa bi hêsanî tên gotin? Ger em rejîm û sazumanên dijî demokrasî, dijî wekhevî, dijî civata rengînî sermezar dikin, divê em nesibin wan!’

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button