Mesrûr Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê

Îro (11.06.2019) parlamena Kurdistanê ji bo hilbijartina serokwezîrê nû civîya û Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê nû yê Kurdistanê hilbijart. Mesrû Barzanî ji 97 dengan 87 dengê wergirtin û bû serokwezîrê Kurdistanê.
Parlamena Kurdistanê pistî ku duhê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hilbijart, îro jî bi xebateke bi rêk û pêk hilbijartina serokwezîr jî bi cî anî. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wextekî pir nîzîk de kabîneya xwe pêk bîne. Bi vî awayî kar û barên rêvebiriina welat dikeve ser rêyeke ewlettir û hêvîdartir.
Di nav du rojan de hilbijartina Serok û Serokwezîr di nav tevaya miletê kurd de bû cîyê dilxwesî û sanaziyê.
Em wek Malpera Dengê Kurdistan, serokê nû Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê nû Mesrûr Barzanî pîroz dikin, ji wan re serkeftinê dixwazin.
Dengê Kurdistan