Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de helwesta xwe derbarê kirîza seroaktiyê de ragihand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de helwesta xwe derbarê kirîza seroaktiyê de ragihand.
Li 29.06.2016 di derbarê rewsa siyasî ya Herêma Kurdistanê li peyamekî xwe da ji bo xelkê Kurdistanê min ragihand ku eger li ser meseleya Serokayetiya Herêmê hemû alî berî 20.08.2015 negihîstin sazan û li hevkirinê ezê helwesta xwe radigihînim. Wekî diyare hê jî aliyên siyasiyan li ser vê pirsê negihîstine sazanê û hinek jî sûrin li ser awayê kudetayê û projeya wan ji bo dirustkirdina qeyranê heye lê belê projeya wan ne ji bo çareserkirin û parastina Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê helwesta xwe di derbarê qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bi we yên xwesdivî radigihînim.
Cemawerê serbilindê Kurdistanê …
Spas ji bo xwedayê mezin ku li hemû qonaxên xebat û li hemû rûdawan û hemû berpirsiyariya soresgerî û hîzbî û fermiyan da li gel gelê Kurdistanê û neteweya Kurd rastgo bûme. Hemû demek li ber berjewendiya gistî hemû rastî nayên gotin, lê belê herdem min xwe li bin wê berpirsiyariyê dîtiye pêwîste her tistekî ku ji gelê xwe re bibêjim, rastgoyane be.
Gelek mixabin ku rewsa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê gihîste vê asta niha. Di derbarê van qeyranên ku niha gelê Kurdistanê pêve mijul kiriye, dixwazim hinek rastiyê ji bo gelê Kurdistanê eskere bikim û rûnbikim. Berî hemû tistekî jî dixwazim behsa hinek qonaxên siyasî ya pistî raperînê bikim, ku min bi xwe têda rol dîtiye.
Soresa Kurdistanê bi navê azadî û demokrasî û dadperweriyê da rabûye. Bi vê nêrînê ve jî pistî raperînê li girseyekî cemawerî ya berfireh da li bajarê Koyê li Adara 1991 min bi xelkê Kurdistanê ragihand ku divê hilbijartin bê kirin û ser’iyeta soresgerî cihê xwe bide ser’iyeta hilbijartin û demokrasî û destûrê. Sanaziyê jî bi wê yekê dikim ku min xebat bi navê demokrasiyê da kiriye û bangewaziya min a yekem jî hilbijartina demokrasiyane bûye li Kurdistanê da. Bi qurbanîdan bi encamê rasteqîne jî, me wiha kir ku gelê me li yekem hilbijartina Kurdistanê da keda wî bi xisar nebê, bi vî awayî jî yekem Parlemen û Hikûmet li rêya hilbijartinê ve li dîroka Kurdistanê da dirustbûn. Ji bo wê yekê ku hukma yasa cîgîr bibê û Kurdistan bibê welatekî damezraweyî. Sanaziyê dikim ku min gotiye nabê kes li Kurdistanê da ji yasa bilindtir bê û bi dirêjahiya karê fermî ya xwe de girêdayî wê bûm û min hewl da bingehên baladestbûna yasa bêne çespandin. Li dema kêse û tûndutîjiyên navxweyiyan de jî herdem min hewl daye Kurdistanê ji ser dûr bixim, ku ser jî hilgîrsa min hewla dirustkirina astiyê daye bo ku proseya demokrasiyê li welatê me da berdewam bibe. Li vî warî de nikarim rola birayê xwe yê birêz cenabê Mam Celal ji bîr bikim, ku ji bilî rêgîriya wan kesên ku hez ji astiyê nedikirin, hewl da ji bo astiyê û spas ji bo xweda me karî pêkve astiyê li Kurdistanê da dirust bikîn û li rêya rêkkeftina stratejiyê ve, carekî din dirêjiyê bi proseya demokrasiyê bidîn. Her çende gelek kes û alî ketine dijayetîkirin wê, lê belê rêkkeftina li navxo û Iraq û li asta navdewletî da ji bo gelê Kurdistanê gelek pêsketinê pêkanî.
Li sala 2005 li dema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê li nav Parlemena Kurdistanê da, me tu kêseyek nebû ku Serok li Parlemen ve bê hilbijartin yan ji aliyê xelkê ve. Her çende herdem li gel hilbijartina raste rast ya Serok bûm ji aliyê xelkê ve. Lê ji aliyê min ve eve girîng bû ku damezraweya Serokayetiyê li Kurdistanê da dirust bibê û Serokek bê bikarê xizmeta gel û nîstîman bike. Ji ber ku Kurdistan li rewsek da bû pêwîst bû payeyên deshilatdariya xwe bi hêz bike. Lê belê wê demê gelek ji wan kesên niha rondik ji bo hilbijartina Serok li Parlemen dirêjin, ji xelkê re digotin “ku Parlementer li hilbijartina Serok tûsî îhracê dibin û nawêrin bi azadî tevahî û bi basî deng bi Serok bidin. Ji bo wê yekê ew Serokê ji aliyê Parlemen ve bê hilbijartin, Serokekî ne ser’î ye, û zadeya rêkkeftina partiyane û digotin divê Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê gel ve bê hilbijartin”. Eve û hinek babetên din wiha kir li sala 2009 ku berpirsiyariya Serokayetiya Herêma Kurdistanê bigrim ser milê xwe û min pêdagîrî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê raste rast ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin. Bi vî awayî hilbijartin hate kirin û hemû aliyek jî dizanê ji bilî hemû çewasekariyan, encama wê çawa bû.
Her çende niha dibînîn bi awayê xwesepandin û dûrî li bingeh û rûhiyeta tewafuq û pêkvebûnê ku Serokayetiya Parlemen û kabîneya Hestem li ser damezraye û desthilat pê tê birêvebirin, hinek alî dixwazin awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û desthilatên wî biguherin, û eve jî mebesteke sexsî û siyasî li piste.
Gelê xwesdiviyê Kurdistanê sahidiya ewe ji bo min dide ku bi dirêjahiya dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê de, min hewl daye aramiyekî siyasî navxweyî li Kurdistanê da hebê. Partî nekevin uzeya hevdû, belku uze û enerjiya xwe li pêsxistina welat da bikarbînin. Me hewl daye partî li ser giriftên navxweyiyan da zal bin bo ku li Iraqê da bi hêz bîn û bikarîn yarmetîderê besxorên din jî bîn. Ji bilî wê qeyrana dasepane jî me karî rûbirûyê Da’îs bibîn. Her wekî çawa berê jî me karî li ber hêza Dîcle û leskerkêsiyên din da jî rawestîn.
Ew nefesa li 23 ê hezîrana îsal da xwest li Parlemena Kurdistanê da xwe bisepênê li niyaza têkdana sazanê helqula bû. Ji ber ku pês hemûyan li 16/07/2013 min daxwaz kir ji Parlemen û hemû aliyan ku sazan li ser projeya destûr bikin. Eve jî belgeye li ser amadeyî ya me ya ji bo li berçav girtina têbînî û daxwaza hemû aliyan. Ji bo wê yekê destûrek deynîn ku tewafuqa hemûyan li ser bê û sîstema welatê me rêkbixe. Bi awayê hilbijartin û desthilatan Serokê Herêma Kurdistanê ve jî ku ew jî besekin ji projeya destûr. Ji bo rûnkirina rastiyan û bi bîranîna jî, teksta wan dêran wekî xwe li vir da bi bîr tînim ku min li peyama min da hebûn: “Daxwaz ji Serokayetiya xula dahatûya Parlemena Kurdistanê dikim ku li bin ronahiya wê nameya min ku li 12.06.2013 da min pêskêsî Serokayetiya xula niha ya Parlemenê kiribû, pistî hilbijartinên 21/09/2013 destbicê li kombûna destpêkiyên Serokayetiya Parlemenê da bi zûtirîn dem mekanîzmek peyda bikin bo ku li maweyeke kêmtir li salek da bigihin tewafuqa li ser hemwarkirina projeya destûr û aliyeta hilbijartina Serokê Herêmê. Wê demê hilbijartina Serokekî nû yê Herêma Kurdistanê encam bide û wê emaneta li destê me daye bidîn her birêzekî din ku baweriya gelê Kurdistanê bi dest tîne” Gelo ev daxwaz wateya wê ewe buye ku ez dixwazim li ser kursî bimînim? yan bi wê wateyê bû ku welatê me bibê xwediyê destûr û proseya siyasî li dengê gel û sazan da berceste bibê? Dixwazin rastiyan berevajî bikin û wiha pêsanê xelkê bidin ku em dijî bingehên demokrasî û yasaya ne û ew bi xwe parêzerê yasa û demokrasiyê ne. Ewe li halêk daye ku min bi rûnî daxwaza hilbijartin û sazan û çareseriyê ji aliyan kiriye û amade jî bûme ji bo cîh bi cîhkirin û pabendbûna bi yasa.
Me dixwest bi vî awayî bi guftûgo û sazanê li ser hemû yasayan rêk bikevîn. Mezintirîn belgeya wê helwest û nêrîna me, ewe bû ku di derbarê projeya destûra Herêma Kurdistanê de me nîsanda.
Resnûsa destûra Herêma Kurdistanê bi komdengiya 36 partiyên Kurdistanî li kombûna partiyên Kurdistanî li Koye rêkkeftin li ser hatibû kirin. Pasê li Parlemena Kurdistanê da bi dengê 96 Parlementeran ve hate pesend kirin. Tenê ewe mabû gelê Kurdistanê li referandumek da deng li ser bide. Lê belê bi navê gesepêdana wê sazanê dirust bibû, razî buyîn projeya destûra Herêma Kurdistanê neçe referandumê. Lê belê mixabin helpeya sepandina îradeya dûrî li tewafuq û hewldanê ji bo rûsandina hêz û kesayetî û remzê siyasiyan li pês çavê xelkê Kurdistanê, wiha lê kirin tewafuqê têk bidin. Ewê me pês dû sal daxwaz dikir li ser rêk bikevîn û bi ruhiyeta sazanê me reftar kir û me nermiyê nîsanda li nesandina projeya destûr ya referandumê de. Li demek da hemû alî mijul bûn li ser pirsa Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hevdû diçûn pêsve bo guftûgokirinê, ewên bi rik û kînê ve bîr dikirin, daxuyaniyan didan û digotin: “Çawa me projeya destûrê pê hilwesand bi heman awayî jî wan naçar dikîn mecbur bin ji bo guherîna yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, eger na divê wan ji Hewlêrê jî der bikîn”. Di demek da ku hemû rews gelek asayî bû û pêwîstî bi wê alozkirinê jî nebû…
Hewla têkdana yekrêziyê bi eskere li nav Parlemenê de jî kar li ser hate kirin, bi pêskês kirina projeya hinek ji partiyan ji bo guherina yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, ji bo eweye bi zêdehiya yek deng bikarîn yasayan biguherîn û dirusma xwe de digotin: “Divê ew hemû yasayên ku rehenda wan ya nîstimanî heye bi sazan biryar li ser bê dayîn neku bi zorîne û kemîne”, ku yasaya Serokayetiya Herêmê yek ji wan yasayane. Li gel ewe da jî dîsa me hewl da tewafuqê biparêzîn û li 18.05.2015 li gel partiyên besdarên Hikumet û Parlemenê da kombuyîn û me daxwaz ji wan kir bi sazan û bi awayeke yasayî wê pirsê çareser bikîn. Lê belê bi sedema wê kesûhewaya bi riq û kînê ve hatibû dirustkirin, hengav ji bo wê hate avêtin.
Wekî erk û pabendbûna me ya bi yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û li 13/06/2015 me daxwaz ji Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan kir ku rêwsuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bikin. Lê belê bersîva komîsyonê ewe bû ku nikarin hilbijartinê bikin.
Hemwelatiyên xwesdivî…
Sanaziyê dikim ku besdarekî serekî yê danîna bingeha demokrasî û astiyê me li welatê xwe da, sanazî dikim her li xortaniyê ve Pêsmergeyê azadiya gel û welatê xwe me. Ew welatê min xebat ji bo wê dikir Serokê heta hetayî têda nebûye û niha jî dijî eweyîn ku Serokê heta bi mirinê hebê. Her wekî ku dilniyame gelê Kurdistanê rê nade bikevê bin barê sepandina îradeyekî xwesepêner. Niha gelê Kurdistanê li ber metirsiyekî mezin daye. Ewên dibêjin eve xolkirine çavê xelk û pasaw anîne, ew bi xwe dizanin ewan rastîn û bi vî awayî gelê Kurdistanê berev hildêr ve dibin.
Kombûna Parlemen li 23 ê hezîran hilgeran bû ji bingeha wan sazanên ku çendîn sale me peyrew kiriye û li ser rêkkeftî buyîn. Hemû daxwazeke wan ji bo pasxistina kombûnê û derfetdanê tewafuqê retkirin û eve jî têkdanekî tevahiya wê bawerî û sazanê bû ku ewan bi xwe jî çend sal bû bangeseyê ji bo wê dikir. Her çende post û lîjneyên Parlemena Kurdistanê û Iraq li ser bingeha wê tewafuqê hatine dabeskirin. Yek ji wan jî posta Serokê Parlemena Kurdistanê her çende niha bê alî û mîsdaqiyeta xwe ji dest daye. Eger tewafuq jî nemîne divê pêdaçûnê bi wan hemû rêkkeftinan bê kirin ku li ser bingeha tewafuqa li navbera aliyan de hatine encam dan.
Roja 16/04/2015 me peyamek pêskêsî gelê Kurdistanê û Serokayetiya Parlemen û Encûmena Wezîran û hemû aliyên siyasiyan kir. Li wê da me wan agahdar kir ku hewlekî metirsîdar heye ji bo dirustkirina dû berekî û dû îdareyî ya li Herêma Kurdistanê da, wê demê hinek kesan ji xelkê re digot ewe ji bo tirsandin û çewasekirine. Niha pistî 23ê hezîranê, cemawerê Kurdistanê dizane ew metirsiya me wê demê xistiye rû, mixabin bi awayeke gelek zeq derket. Her wekî li çend daxuyaniyek de jî wan kesan bê pêç û pena heza xwe ya ji bo perçekirina Kurdistanê venesartin. Me li 2004 de rê bi federaliya parêzgehan û perçekirina Kurdistanê neda û niha jî rê bi perçekirina ax û gelê Herêma Kurdistanê nadîn.
Gelê xweragirê Kurdistanê ya bi hemû pêkhatan ve…
Di demek da em li serekî berfireh û demdirêj dane li gel Da’îs, em hemû matembar û xemgînîn ji bo sedan Pêsmergeyên sehîd û birîndar, sedan keç û jinên me yên ku hatine revandin, besekî zêdeyê koçberê mîlletê me li bin çadir da dijîn. Ji bo wê yekê birastî min nedixwest tu peyamekî bi vî awayî li vê demê da belav bikim. Lê belê ji ber ku rewsê gihandin vê asta nexwes, ku welatên cîran û dost ji me re dibêjin dirustbûna vê qeyranê sase û ziyanê bi we digihîne. Her wiha ji ber ku mesele bi sexsê min ve hatiye peywistkirin, min bi pêwîstî zanî vê peyamê bi we yên xwesdivî ragihînim.
Ez xwe bi xwendekarê, xwendingeheke pîroz datînim. Ji Sêx Abdulselam Barzanî fêrî kultûra pêkvejiyan û qurbanîdana bi navê serbixweya Kurdistanê buyîn. Ji Sêx Ahmedê Barzanî fêrî ewe buyîn ku dîn pês hemû tistekî exlaqe û bîr û bawer ji kot û zîncîran bi hêztire. Ji Mela Mistefayê Barzanî fêrî jiyana Pêsmergayetî û cangoriyê buyîn. Yekem tist jî ku ji dûrî bav û malbata xwe ve fêr bûm, dayika min ez fêr kirim ku ew jî rastgoyî bû. Li terîqet û Mewlana Sêx Xalidê Neqsebendî fêrî tehemmulê buyîn. Li partî û soresa Eylûl û soresa Gulanê fêrî Yan Kurdistan Yan Neman bûm. Her wekî ku fêr bûm bi hêviyê ve berev pasarojê ve biçim. Ji dayika sehîdan ve fêrî berengariya berdewam û xweragiriyê bûm û ji Pêsmerge jî fêrî berxwedan û retkirina hemû îradeyeke sepandinê bûm. Min baweriyeke tevahî jî bi wê yekê heye serkeftina gelê Kurdistanê li yekrêziyê daye û raperîna 1991 nîsan da ku yekrêzî merca serkeftinê ye.
Li meha adara îsal li pistî wê yekê li gel sandekî ku me seferê Amerîka û Ewrupa kir, asoyekî ji berê rûntir li ber pirsa serbixweya gelê Kurdistanê pêkhat. Lê belê bi dirustkirina vê qeyranê ev aso dikevê bin herese û metirsiyê. Ew asoya ku gelê Kurdistanê çendîn sale xebatê ji bo wê dike, xelkek heye wiha dibêjin eger li ser destê Mesûd Barzanî pêk bê em ewe naxwazîn, lê belê ez memnûnê wî kesî dibim ewê hêviya gelê Kurdistanê pêkbîne û her eve jî cûdahiya di navbera min û wane.
Kurdistaniyên azîz, Pêsmergeyên qehreman…
Hevrê li gel we rêz li serweriya hemû yasayên welatê xwe digrim, sum’eya Pêsmergayetiya xwe jî bi hîç tistekî naguherim, Pêsmergeyê serbixweyî me û ez wê jî ji hemû postekî mezintir dizanim û her kes baweriya wê armancê hebê heval û birayê meye. Hemû Pêsmergeyên Kurdistanê bi kur û keç û kesê xwe dizanim. Hemû gelên navçeyê jî bi cîran û dostê xwe datînîn. Pabendbûna xwe jî bi kultura pêkvejiyan û astî û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan dûpat dikîn.
Di derbarê sîstema siyasî jî sîstema Kurdistanê Parlemeniye û eve gelek bi rûnî li maddeya 1 ê resnûsa projeya destûr da jî hatiye. Dibe ku nêrînên cûda li ser awayên hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê hebê. Li ser awayê hilbijartina Serok pêsniyara ewe dikim ku vê babetê bila gel yekalî bike û li ser awayê hilbijartina Serok jî rapirsî bê kirin. Ji ber ku xelkê Kurdistanê hemû ne hizbî ne û nabê mafê xelk bê zeft kirin.
Heta li jiyan da mabim ez xwe bi Pêsmergeyê nîstîmana xwe û hemû gelê Kurdistanê dizanim. Hemû gelê Kurdistanê li cem min xosewîste, hemû temena xwe jî min ji bo gel û welat terxankir û herdem eve min bi erk temase kiriye û li hemû tistek jî zêdetir sanaziyê pêve dikim. Ewê ji bo min girînge helsengandina Pêsmerge û xêzana sehîdan û xelkê xwedî wîcdana welatê mine.
Di dawiyê de nêrîna xwe ya ji bo derketina ji vê qeyranê ji bo we yên xwesdivî derdibrim:
Yekem: Ji bo çareserkirina kêseyan xwesepandin û awayê kudetayê hîç encamekî xwe nabê û nayê qebûl kirin.
Duyem: Hemû hizbên li nav Hikûmet û Parlemen lezê bikin li rêkkeftina li ser çareseriyeke bi sazan ku li berjewendiya gel û nîstîman da bê.
Sêyem: Eger negihîstîn sazanê divê berev hilbijartina pêswext biçîn.
Li dawiyê de divê em hemû dilsozane li parastina yek perçeyî ya axa Kurdistana Iraqê û zemînesaziya zêdetir ya ji bo mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û pasarojeke bastir ya ji bo xelkê Kurdistanê de berdewam bîn.
Daxwazê ji Pêsmergeyên xwesdivî dikim qeyrana siyasî û kêseyên navxweyiyên Herêmê bi hîç cûreyek bandorek li ser moral û xweragiriya we yên qehreman neke û çawa heta niha bi wêrekî li beranber dijmin rawestane û we terorîstan têk biriye her wiha jî bi moraleke polayî bimînin û ez jî li gel we yên xwesdivî me û palpistê we me.
Daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê jî dikim hisyar û agahdar bin û rê nedin yarî bi çarenûsa we bê kirin.
Silav li giyanê pakê sehîdan
Silav li Pêsmerge
Serkeftin ji bo gelê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.08.2015
http://www.presidency.krd/kurdil/
Dengê Kurdistan