Nûçe

Mesûd Barzanî: Hêvîdarim sala nû bibe sala astî û xwesîyê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xusk û birayên xwesdivî

Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim sala 2016 bibê sala nemana ser û teror û pêkanîna astî û xwesiyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê da.

Li sala 2015 da Pêsmerge ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve qurbanî û xwînekî zêde da û bi navê parastina bihayên mirovayetî û jiyana medenî ya li cîhanê da li beramber mezintirîn hereseya serdem da cangoriyeke kêmwêne nîsanda. Her wiha sala sikestdan û rawestandina Da’îs û sala serkeftinên mezin jî bû, li heman demî de salekî pir bi qurbanîdan û dijwar bû ji bo gelê Kurdistanê. Bi sedema berdewambûna birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê ve û daketina nirxê neft û zêdehiya xerciyên serê berengarbûna terorê û mîhvandariya milyonek û hest sed hezar koçber û penaberan, evan hemûyan jiyana xelkê Kurdistanê gelek dijwar kirine.

Lê belê Kurdistan xwediyê gelekî bihêz û zîndiye û dikarê bi bastirîn awayî sûd ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê pistrastim pasarojeke gelek ges li benda wî dike. Li gel ewe da jî derbaskirina vê rewsa niha, tehemulekî zêdetir dixwazê û li vir da bi pêwîstî dizanim spasî bê payan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta wan berpirsiyarane. Her wiha Kurdistan pêwîstî bi yarmetiya welatên dost û hevpeymanane bo ku gelê Kurdistanê û hemû cîhan li serê terorê da serbikevin, ji bo wê yekê daxwaz ji wan hemû dewletan dikim yarmetiya Pêsmerge û gelê Kurdistanê bidin.

Hemnîstîmaniyên delal

Bi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêmê da hatine pês, li destpêka sala nû da li gel hizbên besdar li Hikûmet û Parlemen û bi navê berjewendiya gelê Kurdistanê hemû hewlek didim bo ku ew girift nemînin û kêmasî û kêse dûbare nebin û Parlemen û Hikûmet li ser bingeheke nû destbikar bibe. Di derbarê babeta Serokayetiya Herêmê jî carekî din daxwaz ji hemû partiyên muhlet wergirtî yên Herêma Kurdistanê dikim ku li gel hevdû da kombibin û dawiyê bi vê babetê bînin, yan biryar li ser sazdana hilbijartina Serok bidin, yan li ser destnîsankirina rêzdarek rêkbikevin ku heta hilbijartinên sala 2017 erkê Serokayetîkirina Herêmê bigrê stûyê xwe û ez jî bi hemû siyanek palpistiyê dikim, yan jî biryar li ser ewe bidin heta ku hilbijartinên 2017 rews bi vî awayê niha bimîne, eve jî li ber ser û wê rewsa taybete ku Kurdistan têda derbas dibe. Daxwaz dikim dawiyê bi îstîxlalkirina babeta Serokayetiyê bînin û êdî ji bo westandina xelk û kûrtirkirina kêseyan bi kar neynin. Ewê ji aliyê min ve girîng û pîroze Pêsmergayetiye û eger li her post û pile û payeyek da bim hemû hewlek ji bo parastina Kurdistanê didim û li serê Da’îs û karkirina ji bo serbixweyiya welatê xwe de berdewam dibim.

Li rewsa niha de eve ji me hemûyan tê xwestin li sûna rikeberî û dijayetiya siyasî, hewla baskirina jiyana xelkê Kurdistanê bidin û sûd ji derfetên niha werbigrîn, bi taybetî ku navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziya me dike.

Her bi vê helkeftê ve daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim plana serkeftiyane deyne ji bo derbaskirina hemû dijwariyan û çaksaziyekî bingehîn encam bide. Pistrastim gelê Kurdistanê dikarê li ser dijwariyên niha pasarojl zal bibê û berev jiyaneke xwestir hengavan bavêje. Hemwelatiyên xwesdivî ji wê yekê pistrast dikim ku avadanî û gesbûna Kurdistanê destpêdike û kar ji bo bingeke aboriya bi hêz tê kirin.

Li vir da serê rêzgirtinê li ber bîranîn û ruhê paqijê sehîdên Pêsmerge ditewînin û tehemmula birîndaran dikim û hêviya basbûnê ji bo wan dixwazim. Spasî gedeyên xwebexsan dikim ku li seran da qehremanane mil bi milên hêzên Pêsmerge li sengerê bergirîkirina Kurdistanê ne. Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê serê dijwar da pistevaniya hêzê Pêsmerge bûn û her wiha bi pêwîstî jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li serê dijî terorîstan da palpistê Pêsmerge bûn.

Hêvîdarim sala 2016 sala dawî hatina kêse û qeyranan û sala serkeftina gelê me bê. Hêvî dikim li sala pês da astî û aramî li ser navçeya me da xwe bikêsê û dawî bi hizra serangêziya teror û tundrewiyê û înkarkirinê bê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
http://www.presidency.krd/kurdil/

Dengê Kurdistan

Back to top button