Nûçe

Mesûd Tek; ‘Hikûmeta Tirk dive ji bo diyalogê gavên lezgîn bavêje’

Peyamnerê Aknewsê Masallah Dekak, hevpeyvînek bi Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek re pêkanî. Mesûd Tek di hevpeyvînê de bal kisand ku hikûmeta Tirkiyeyê hêj siyaseta xwe ya li hemberî kurdan neguhertiye û ji bo diyalog û astiyê xwest hikûmeta Tirk gavên lezgîn bavêje. Tek, ji partiyên kurdan jî xwest ji bo astiyê zimanekî nerm bi kar bînin.

Masallah Dekak/AKNEWS
Sekreterê Gistî yê PSK’ê Mesud Tek, bal kisand ku hikûmeta Tirkiyeyê hêj siyaseta xwe ya li hemberî kurdan neguhertiye û ji bo diyalog û astiyê xwest hikûmeta Tirk gavên lezgîn bavêje. Tek, ji partiyên kurdan jî xwest ji bo astiyê zimanekî nerm bi kar bînin.

Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek, derbarê pêvajoya dawî ya li Tirkiyeyê, PKK, hikûmeta AK Partiyê û fikrên cuda yên di navbera xwe û Kemal Burkay de ji Aknews’ê re axivî.

PSK rewsa niha ya li Tirkiyeyê çawa dinirxîne?

Li Tirkiyeyê aloziyeke mezin a siyasî heye. Diyar e ev alozî berhema pêvajoyeke dûr û dirêj e. Sedema eslî siyaseta rejîma dagirkeriya dewleta tirk e. Bêçaresermiyanî kêseya kurd e. Helbet gelek kêseyên din jî hene. Lê kKêseya sereke kêseya kurd e. Kêseya kurd jî bandora xwe datîne ser kêseyên din ên li Tirkiyeyê.

Siyaseta dewleta kurd a derheqê kurdan de hinek sîlo dixuye. Hûn jî di vê baweriyê de ne?

Nexêr. Siyaseta dewleta tirk a derbarê kurdan de zelal e. Mirov dikare bêje di navbera siyaseta niha û ya berê de tenê ferq heye. Siyaseta berê li ser înkarkirin, asîmîlasyon û tunekirina kurdan hatibû avakirin.
Ev siyaset ji bo netewe, ayîn û mesebên din jî derbas dibû. Wexta ku mesele tê ser maf û azadiyên kurd, dewlet dixwxaze tenê bi nasandina mafên takekesî vê kêseyê çareser bike. Recep Tayîp Erdogan gelek caran gotiye, tistekî bi navê ‘kêseya kurd nemaye û tenê kêseya sexsî ya kurdan heye’. Ev ne rast e. Di nava sînorên Tirkiyeyê de 20-25 milyon kurd dijîn û kêseya kurd heye. Heta ku mafên bingehîn ên sereke neyên nasandin, ev kêse jî dê her berdewam bibe.

Ev mafên bingehîn û sereke çi ne?

Mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Mafê nasandina damezrandina partî û dezgehên kurdî ye û divê ev yek li ser nasnameya xwe bê avakirin. Rakirina hemû astengî, zilm û zordariya li ser çand û kultura kurdî ye. Vegera gundan a kurdên ku di dema ser de hatine koçberkirin e. Tenzîmkirina zirarê wan, çêkirina gundên ku hatine xirakirin, nehistina sîstema castiyê, nehistina saziyên weke JÎTEM û yên din ên milîtarîst. Ev hemû daxwazên kurdan e û divê bê bicihkirin. Ev ne daxwazên sexsî ne, daxwazên miletek
in, daxwazên neteweyek in. Heta ku ev tist neyên cîbicîkirinê, kêseya kurd çareser nabe.

Hikûmeta Tirk dibêje ‘êdî kurd nayên înkarkirin û polîtîkaya asîmîlasyonê nayê mesandin’. Tu jî wisa difikirî?

Ev stratejiya hikûmeta AK Partiyê ye. Li gorî bîr û baweriya min, ev tistên ku hin kes pêbawer e, hikûmeteke soresger nîn e. Eger tu hêviyeke mezin bi AK Partiyê ve girê bidî û hikûmet vê cîbicî neke, ev dibe sikestina xeyalan. Divê em bizanibin ku sînorê AK Partiyê heta ku derê ye, dikare heta ku derê ji bo çareseriya kêseya kurd gavan bavêje. Divê em vê bas bizanibin. Rabirdûya xebata demokrasiyê li AK Partiyê nîn e. AK Partî vê gavê dixwaze tenê bi naskirina hin mafên seretayî kêseya kurd çareser bike.

Divê li hemberî vê yekê kurd çi bikin?

AK Partî em bibêjin du mafên me daye. Divê em van du heb mafên ku daye bistînin û ji bo hestên mayî jî kar û xebatên xwe bidomînin. Ev gavên ku AKP ji bo çareserkirina kêseya kurd davêje em p istgirî bidinê lê divê em ji hikûmetê bixwazin ku gavên din jî bavêje. Lê ger hikûmet gavên din jî navêje, wê çaxê divê em li dijî siyaseta hikûmetê derkevin û jê re muxalefet bikin. Bi baweriya min siyaseta kurd a ‘yan hezar yan jî hîç’ ji bo kurdan zerar e.

Binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd a di nava siyaseta legal de, gelo peyama ‘hûn çima naçin çiyê nîn e’?

Belê ev tê wê maneyê. Berê tirkan xebata siyaset, ferhengî, komelgeh û civakî qedexe kiribûn. Tenê riyek vekirî histibû, ev jî riya çiyê bû. Wan nedikarî pêsî li riya çiyê bigrin. Tirkan ev siyaset mesand. Lê divê em kurd çi bikin? Deriyê ku dewlet ji me re histiye em di vî deriyî re biçin, yan deriyên nû biafirînin? Ez bawer im divê em deriyê duyan biafirînin. Êdî xebata çekdarî û serê gerîlayî, tu qezancek nade kurdan. Ez bawer dikim zirarê dide. Pêsiya xebata legal a kurdan dibe asteng. Helbest asteng tenê ev nîn e. Dewlet jî bi sedan astengî li pêsiya xebata legal derdixe. Lê belê serê çekdarî û çalakiyên gerîla jî dibin astengî û hincet. Xebatên çekdarî di pêsiya diyaloga di navbera PKK’ê û dewletê de jî dibe asteng. Di rojname û medyaya tirkan de jî derket, KCK û MÎT ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hevdîtin kirine. Abdullah Öcalan dibêje em gihistine wê noqteyê ku mezintirin peymanê îmze bikin. Bi askera radigihîne ku êdî wexta soresa gelî nemaye. Di vê heyamê de PKK dest bi çalakiyên çekdarî dike. Ev jî tê wê maneyê ku hêviya ji bo çareserkirina kêseya kurd a bi riyên diyalog û astiyê nemaye û sikestiye.

Di nava ser de jî hikûmetê bi rêveberên PKK’ê re hevdîtin pêk aniye. Li gorî baweriya we hevdîtin hê jî dewam dikin?

Vêga dike nake nizanim. Ev tistên ku tu behs dikî jî xebata serê teblîgatê, propagandayê ye. Serê medyayê ye. Di pirtirîn merhaleya ser de jî ev hevdîtin çêbûne. Divê ev peywendî hebin jî. Ev ne xirab e. Divê her hebin. Wexta ku em dibêjin êdî ev kêse bi ser, tundiyê çareser nabe, divê deriyê me her tim ji bo diyalog û guftûgoyê vekirî bin. Lê di demeke ku hêviyên diyalogê û çareseriyê xurt bûne de, di demeke ku Öcalan behsa peymaneke mezin dike de, destpêkirina ser, van hêviyan dikuje. Êdî ev tist hemû vala dimînin, girîngiya wan namîne.

Dixwazî bêjî di navbera Öcalan û PKK’ê de nakokî hene?

Nizanim. Ev tistên ku ew dibêje, nîsanên vê yekê ne. Lê ez nizanim ev nakokî çend kur e. Dema mirov li wêneyê dinêre, ev tê ber çavan. Di navbera tistên ku Abdullah Öcalan dibêje û gotiye de û stratejiya PKK’ê ya ‘serê gel’ de, nakokî heye.

Derheqê Konferansa Kurdistanê de çi pêzanînên te hene? Tu li Hewlêrê dijî û van pêsveçûnan bastir dizanî…

Eger jiyana li Hewlêrê bê vê wateyê ku ez her tistî dizanim, ne rast e. Jiyana li Hewlêrê nabe dermanê hemû tistan. Gava ku ev yek kete rojevê, me her tim pistgiriya vê konferansê kir. Ya ku Kak Mesûd pêsniyar dike, ne kongreya neteweyî ye. Kak Mesûd pêsniyar dike ku partiyên Kurdistanî bên ba hev û ji bo bîr û raya gistî peyamek bidin. Kurd dixwazin kêseyên xwe bi astiyane çareser bikin. Lê belê kongreya neteweyî tistekî cuda ye. Pêsniyara Kak Mesûd Konferansa Kurdistanê bû.

Çima pêk nehat?

Kak Mesûd bi askera got; heta ku ser hebe, ev yek nikare pêk bê. Ev yek hate pasxistin. Îptal nebûye lê belê hêj wextê wê nediyar e. Lê behs heye ku ev konferans bê çêkirin. Çendek berê PDK û YNK’ê civînek çêkirin. Li gorî medyayê herdu mektebên siyasî yên herdu partiyan ji bo pêkanîna konferansê pistgiriya xwe nîsan dane. Kurd li ser hemû xalan li hev nekin jî, silavdayîna hev, rûnistina bi hev re çêtir e ji nedîtina û nehatina ba hev.

Ji bo ku zemîna diyalog û astiyê ava bibe û careke din çareserkirina pirsgirêka kurd bê rojevê, berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê hikûmetê?

Beriya her tistî divê operasyonan leskerên tirk bên sekinandin. Divê girtiyên ji doza KCK’ê ku nûnerên xelkê ne û tevli karên tundutûjiyê nebûne, bêne berdan. Hikûmet divê li ser amadekirina destûrê nesekine. Çimkî amadekariyên destûrê pêvajoyeke dûr û dirêj e. Hindek gavên lezgînî heye ku divê dewleta tirk bavêje. Ji bo bikaranîna zimanê kurdî di perwerdehiya bi kurdî de, sert nîn e destûr bê guhertin. Ji bo serbestberdana tîpên bi kurdî ne sert e ku destûr bê guhertin. Navê gund û bajaran dikare bê vegerandin. Ev yek zemînê nerm dike. Mirov dikare behsa tistên din bike. Wextê ku tundutûjî hebe, guh nedin qiseyên hev, diyalog û astî zehmet e. Di vî warî de erkeke mezin dikeve ser milê hikûmetê. Lê belê divê em bizanibin ku erkên dikeve ser milê rixistin û partiyên Kurdistanê jî hene. Divê zimanê me jî zimanê diyalogê be, zimanê nerm be. Ger em astiyê bixwazin û zimanê me ne li gorî astiyê be, ev jî miskule ye.

Em niha jî bên ser mijarên bi partiya we ve girêdayî ye. We di hilbijartinê de pistgiriya xwe ya ji bo ‘Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê’ askera kir. Lê Kemal Burkay li dijî vê hevbendiyê derket. We bi israr pistgirî da bolkê. Nakokiya di navbera we de çi ye?

Di navbera me de nakokî tune ye. Rast e, hinek guherînên siyasî di nava xebatê de hene. Tistekî gelek normal e ku di nava partiyeke sosyalîst de baweriyên cuda hebin. Ev tistekî gelek normal e. Eksê vê ne normal e. Bîr û baweriya me azad e. Rast e Kak Kemal dixwest HAKPAR bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê. Lê belê siyaseta partiya me ev nebû. Siyaseta partiya me, pistgiriya bloka siyasî bû. Kak Kemal bîr û baweriya xwe askera kir. Ev nîsaneya vê yekê ye ku PSK partiyeke dîktatorî nîn e. Ev ji bo kesên ku digotin ‘PSK partiyeke stalînîst e û tê de demokrasî nîn e’ re, bersiveke pir bas bû.

Hin derdor di wê baweriyê de ne ku tu û Serokê Gistî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel ‘alîgirên yekîtiya partiyên kurd in’ lê Kemal Burkay ‘li dijî vê yekê’ ye. Ev nêrîn çiqas rast e?

Ne rast e. Ez nikarim bi navê Bayram Bozyel biaxivim. Ji ber ku partiya wî cuda ye. Ez dikarim tenê li ser partiya xwe bibêjim. Kak Kemal jî wextê xwe ji bo yekîtiya hêzên kurdan gelek xebat kiriye. Ew bi xwe çûye ba Abdullah Öcalan û pê re protokol kiriye. Du salan ji bo yekgirtina cepheya kurd xebat hatiye kirin. Pistre Platforma Neteweya Kurd hatiye çêkirin. Partiya me pêsengê vê xebatê bû û serokê partiya me jî Kak Kemal Burkay bû. Yekîtî siyaseta bingehîn a partiya me ye. Li gorî bîr û baweriya me, partiyek tenê nikare temsîliyeta kurdan bike û xebata siyaseta kurdan bibe serî. Miletê kurd jî weke miletên din ji çîn û tebeqe û baweriyên cuda cuda pêk hatiye. Tistekî normal e ku her çîn, her tebeqe û her bîr û bawerî rêxistinên xwe çêbike. Ji bo çareserkirina neteweya Kurdistan divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Heta yekîtî pêk neyê, rizgarî û azadiya gelê me zehmet e.

Kevnesopiya partiya we ji ya PKK’ê kevintir e. Lê pistî derketina PKK’ê, ev tevgera we qels bû. PSK û partiyên legal ên nêzî PSK’ê difikirin, çima nekarîn ji PKK’ê xurtir û bihêztir bibin?

Wextê ku li welatek ser hebe, dengê top û keleskofan hebe, dengê astîxwaz û demokratan nayê dîtin. Mesele ew e. Li Tirkiyeyê pistî sala 1984’an ku PKK’ê dest bi ser kir, Kurdistan û Tirkiye li ser vî serî hate dîzaynkirin. Tu bivê nevê, di vî welatî de ser heye û însan xwe li gorî vî serî bi rêk û pêk dike. Ji bo dewletê jî, ji bo kurdan û tirkan jî ev yek wisa ye. Ji ber vê yekê jî dengê top û keleskofan ji dengê me yê astî û demokrasiyê zêdetir bi ser ket. Ev nayê wê maneyê ku ev tistên ku em dibêjin û diparêzin li dijî
berjewendiyên kurdan e. Lê mixabin ev baweriya me ji ber dengê tang û topan neçû guhê gelê me. Milet li gorî ser xwe birêxistin dike. Ji ber vê yekê jî milet li pista PKK’ê sekiniye.

Mesud Tek – Portre

Di sala 1954’an de li Elezîzê hate dinyayê. Malbata Tek ji kurdên Dêrsimê ye û eleweyî ye. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li Elezîzê kuta kir. Di sala 1972’an de ji bo perwerdehiya bilind çû Diyarbekirê. Heta sala 1980’an li Diyarbekirê jiya. Pistî cuntaya leskerî ya 12’ê îlonê, neçar ma ku derkeve derveyî welat. Di 1975’an de bû endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û di hin qedemeyên vê partiyê de cih girt. Di 2003’an de di kongreya PSK’ê de weke Sekreterê Gistî yê PSK’ê hate hilbijartin. Mesud Tek, ev demeke dirêj e li Paytexta Herêma Federal a Kurdistanê Hewlêrê dijî û hê jî Sekreterê Gistî yê PSK’ê ye.

Dengê Kurdistan

Back to top button