Mesud Tek: Em siklê tekosînê diguherin

Dema Nû-Koln / Lezgin Aydogmus
Di roja 26.10.2014’an da Komiteya PSK (Partiya Sosyalista Kurdistan) ya NRW li ser rewsa dawî ya Kurdistan û legal bûna PSKê civînek li darxist. Civîn di salona KOMKAR-Koln bi rêvaçû. Gotarvanê civînê Sekreterê PSK Mesud Tek bû.
Civîn, ku endam, aligîr û dostên PSK yêr dewrûberê Kolnê têda besdar bibûn, ji du bes pêk hat. Besa yekem axaftina mesut Tek, ya duwem jî pirs û bersiv bû.
Mesud Tek, bi dirêjî behsa rewsa siyasiya Tirkiyê û Kurdistanê di sala 75’an da kir, ku PSK di vê salê da hatibû damezrandin. Mesut Tek berdamiya axaftina xwe da usa got: ‘Em bi dilwazî xwe partiya xwe jêrzemînî(illegal) danemezrand, em mecbur bûn. Lê belê me di her derfetekê da xebata xwe ya legalî pêsve bir. Bona vê armancê kovar û rojname belav kir, rêxistin damezrand û di rêxistinên da, ku hêbûn kar û xebatê kir.’
Mesut Tek her usa behsa gengesiyên naxweyiya partiyê kir, ku li ser mijara legaliteyê dihat kirin û usa got: ‘Kongra 10’an a PSK biryar daye, ku êdi xebata xwe di warê legali de berdewam bikin.
‘Me, li ser biryara hanê naxse reyek amade kir. Çend xalên giring a vê naxse rê heye, ku ev in: Em nexwazin ci be ci kirina biryara hanê zirar bide rêxistinên legalê, em dixwazin vê biryarê bi parastina yêkitiya xwe ci be ci bikin û em dixwazin bi nirxên, ku nasnameya partiya me nisan didin, bibine legal û biryara hanê di heyamên diyarkiri de ci be ci bikin.
‘Em partiyeka sosyalist in. Lê belê armanca me ya yekan bi dest xistina mafên netewi û domakratik e. Ji bona vê yekê ji em amade ne ligel hemû rêxistinên welatparêz Kurdistan kar û xebat û yekbendiyê bikin.
‘Bila sas neyê fêm kirinê em partiya xwe belav nakin, naçine nav partiyeka dinê, partiyeka nu ava nakin, Tenê siklê xebata xwe digorin û dixwazin biryarên kongra xwe bi gor naxse rê ci be ci bikin.’
Pisti axaftina Tek, besdarvanan him pirs kirin û him ji ditin, fikar û rayên xwe anin ziman.
Hêjayi gotinê ye ku, di navberê de zarokên bi navê Berfîn, Berzan û Aldar daxuyaniya ku wan bi xwe li ser rewsa kobanê amade kiri bun xwendin û daxwaz ji PSKê û besdaran kirin ku alikariya xelk û berxwedana Singal û Kobanê bikin.
Dengê Kurdistan