Nivîsar

Min Dît Hûn Nebî nin…

Cîh hotêla Saratonê û Hîltonê bû.

Memo xwedîyê malê bû, û du hotêlê wî hebûn yek jê Hîlton bû, ya din jî Saraton bû.

Lê xwdê mala Memo xerabike, ewqas hotêla wî bihabû, bêhna meriva ji mesrefên wî ku ji meriv dixwst teng dibû. Ji ber ku hotêl ne hotêl bû, cîhê razanê ne xwes bû.

Xwedê mala Memo û cîhê sersustinê, edebxana wî xerabike, bêhnik ji edebxana wî dihat bêhna mirovan teng dikir û meriv dikarîbû bi qulêra biketa na, meriv jêre çi digot, Memoyê serhisk û bêvil pelixî weke xwe dikir, li meriv guhdarî nedikir, xwedê histî.

Ji xwe meriv li cîhê ku nan û razanê û axaftinê dinerî qelsê li dîwaran, meriv ji hundur derve didît, derbna gimgimok dinavre duçûn û di hatin, çûkên beytik û têlvîkê di refika xurfê de, hêkên xwe çêkiribûn û di ser hêkên xwe de, hêkê xwe diqerimand û derbna jî ji ser hêkên xwe derdiket û diçû derve û dihat. Têlvîlkê, têlvîlk cûreyek teyîrikîye ku disibe kevokaye, wextê ku diket ser hêkên xwe, derbna di salona gengesîyê de, dengên bilind derdiket, têlvika reben vediceniqî dihat ku ji ser hêkê ku diqerimand bi fire, lê ewjî fêrî civînê weha bibû xuyanî dikir…

Dibû êvar mistirîyê herdû hotêlan ji hotêla hîltonê bazdidan diçûn hotêla saratonê ji bo sersustinê, bi kêfxwesî serên xwe disustin û rîya xwe kurdikir in, ji bo ku bêhna xwes ji wan bê û rûyên wan xwesik bibe.

Bi serê we dikim min di jiyana xwe de, û belkî ew mistirîyên ku li herdû hotêla bûn jiyaneke weha lê rast ne hatine, yanî meriv dikare bêje, ku Memo û hotêlên Memo weha berdewam bike di pêserojê de, wê herin îflasê, tê xuyanî ku wê Memoyê bêvil pelixî îflah nabe.

Îca li vê hotêlê, tistên balkês min bi çavê xwe dît, hingî xwarin pirbû, nava meriv pê diçû, Memo rojikê anos kir, gelî mistirîyên minî dilsoz û berkeftî, li min bibihurînin, sevê çûyî min ji mistirîyên xwere çend sebes û petêx standibû, ji bo em festikê çêkin, lê vê sibehê ez rabûm ku çend sebes windane, yên ku xwarine, ez dibêjim nosî canê wan be, lê ewkesên ku ew sebes xwarine bêjin me xwarîye, tenê ez bizaninim basdibe.

Mala Memo ava ku rojik ji rojan sê çar pezan ji mistirîyên xwe re wê serjê bike, û wê wan dewetî xwarinê bike. Lê fen û fûtên Memo hene, ket nav mistirîyan û bi dilkî tenik û devliken ji mistirîyên xwere gote heger hûn alîkarîya min bikin, her yekî çi jê qedîya destên xwe bavêjin bêrîka xwe, perakî bidin bas dibe. De mistirî jî ji xwe fedîdikin, her yekî ji mistirîyan jî, ji xwe razîne, xwedî mal û milk û qûnaxan û bazirganin…

Êdî mistirîyên herdû hotêlan perakî bas di nav hevdû dan hevdû, û ew pere dan Memoyê bêvil-poz pelixî, tu mesrefa wî wî neçû, hemû mesrefa xwe ji pista mistirîyên xweyî herdû hotêlan derxist, ox ox çiqas bas bû lo.

Bû êvar wê xwarina êvarê hemû mistirî bi hevre gost û birincê û nanê semûn, tirska fasolîyên teze sihîn bixwin. Lê tu çi bibînî tistek tune, wê gost têra ewqas merivan neke, çi sê-çar pez, di di distê-berosê de, ne gostê nerm û ne jî parsoyên pez, meriv dikere bêje pezek tenê ye, gelek jî ji mistirîyan bê gost man. Mistirîyan bang li mamo yê bêvil palixî kirin, bavo em birçî man hey mala te ne ava be, Memo û ne tubî û ne jî hotêla tebe, te em ji birçîna kustin.

Memo ha, ha ha dikene li qusûrê nener in, ev gost êvarê wexta ku me haymûya destpê kir, pisîkan gost revandîbû ji hotêlê. Yekî jêre got pisîkên çarling yan jî pisîkên duling, wexta weha jêre hate gotin, Memo yê bêvil pelixî dîsa dikenîya, weleh herdû jî ‘çarling û duling’ jî dibin k xwaribin.

Nava mistirîyên hotêlê bi xwarina ku li hotêlê didan diçû-zikêsî bûn, rebena taqet di wan de nemabû, hingî ku nava wan emel bi wan re çêbûn. Hey her ji çend deqan direvîyan edebxanê, med û mirûsên wan kesên weha zer bibûn, bibûn weke qusûfa hinarê. Di nava kesên ku zikêsî bibûn zêde bi navê Salo bû, salo hîngî nava wî diçû ji halde ketibû, wextê diçû edebxanê ku wê ya ‘mezin’ bike weke ku meriv mîzbike nava wê weke mîzê dihat abdesta wî ya mezin, ku salo ketibû rewseke xerab. Xwedê mala xwedîyê hotêlê û bi teybetî jî mala memoyê bêvil palixî wêran bike, lê xwedê temenê wî jî dirêj bike.

Yek ji mistirîyên Memo yên hotêlê hebû, navê wî kalê Hilato bû, Hilato heger çayê venxwarina bêhna wî teng dibû û bûyer derdixist. Îca misterîya herkesî ji hêla- hindava xweve çayê jêre dibirin, ji bo bêhna Hilato teng nebûna, bi vî hawayî jî bêhn bireh dibû…

Rojek mabû ku mistirî serî hildin – ihsyan bikin. Ewqas pere heroj didin, roja hotêla hiltonê û saretonê bi sedûpêncî dolarî bû xwedêgiravî ji nan û vexwarin tastê jî tê debû. Lê hotêl ne hotêle, xwarin ne xwarine, cihê sersustinê û edebxane jî ne tu cih bû, hemû jî yek ji yekê xerab tir bû. Heta xwarinê li ser betonê mistirî dixwin. Memoyê xwedîyê hotêlê bang kir gelî mistirîyan, bi kerema xwe çi ji we qedîya ji bo hinik masa û kursîyan û kaxezên ser masan herkê çi jê qedîya bidin, mistirîyan dinavxwe de ew jî danhevdû û ew pere dan, Memoyê bêvil pelixî, werhasil mistirîyan hotêla Memo jêre nuh kirin û xemilandin, bi perê xwe.

Îca hingî ji mistirîya hotêl tije bibû rê di hotêlê de ne mabû. Hotêl hate bû kirê kirin, ji wan merivên peyabilind jî li hotêlê randizan cîhê wan tunebû. Li hotêlên cîran radizan, êvarê diçûn, sibehê dîsa dihatin, cîhê gengesîyê hotêla hîltonê û saretonê. Cîhê razanê gelek xwesbû, hema meriv digot xwezîya ku herdem li ser vê erda oda-xurfa li ser wan betanîyên nerm û germ razê. Ji xir xira merova derbna meriv tilîyê xwe dixist guhê xwe ku meriv razê.

Cîhê hîltonê û saratonê deverek xewle bû, li destikê bû, bi dar, çîmen û bê av bû. Tenê pêsî-kelmês tunebûn ewjî sensê mistirîya bû. Lê li der û dora van hotêlan, hinik gundên biçûk hebûn, wexta ku nîvroj meriv derdiket derve, ji germa meriv dihat birajtin weke ku meriv gost bavêje ser sêla li ser êgir, ji erdê rewrewk dida xwedê hevza meriv bike ji wê germa wê herêma ku hotêl lê bûn.

Lê rojikê di cîhê gengesîyê de, kalpîrik rabû û gelekî bêhna xwe teng kir. Hemû kesên ku di salona gengesîyê de, heybet mayî man, bê dengîyeke sar û cemidî kete nava salonê, hemû kesên li wir li ber xwe ketin. Erê kalê jî di hiniktistên xwede heqlî bû, lê ne bi wê sosretê ku kalê weha xwe aciz kir. Ez bawerim çaya wî nedabûnê kalê heqlî bû.

Li salonê gengesîyê de, teazîyek jî hebû, xwedîyê teazîyê jî di nava salonê de bû, gel tên û dirin fatîha xwe dixwînin, lê weha we dîtîye ku xwedîyê teazîyê ne di tezîyê debe, çûye teazîyek dinê, xelkê ku têne teazîyê dipirsin ka mezinê malê li malêye çûye, teazîya mala dinêye, kî tê ku fatîhê bixwîne ew jî ne li cîhê teazîyê ye, ev jî wilo…herwaha teazî bi dawî hat û hûn sax bin û silamet bin.

Kurdo, derbna bi xwe nikarî bû, bang Memoyê bêvil pelixî dikir, bavo ma tu li mistirîyên xwe nanerî, ma çiqas memela te nexwese lo. Memo jî ha ha dikenîya ne xema wî bû jî. Weke ku meriv ji vî dîwarî re digot, qet di ne xemawî wî bû, di eyînê xwede dernedixist weke ku meiv ji diware bêje, Memoyê bêvil pelixî weke xwe dikir.

Xwedê bide yên ku li nav hotêlê de kar dikirin bi navê ‘ diran res û serres ‘ ku virviroka bayê av berdidanê salon û hundur hênik dikirin… hundurê salona gengesîyê gelek germ bû, ji xwe derve meriv nikarî bû du deqa bisekinyana hingî germbû, dereca germê dibû çelûpênc û pêncî meriv hêk danîna derve wê hêk bi hatina pirajtin…

Serwîsa kesên ku li hotêlê kardikirin camêr bûn, ‘Diran res û Serres’. Tistê ku ji destê wan dihat dikirin. Lê Memoyê bêvil pelixî gelek çirûk û xesîs bû…

Îca em bêne ser yê peya bilind, wî jî ji xwere digot, xwedêgiravî ‘ez li vir û xelfê li bexdê’. Tu dibêjî qey rûçikê wî hersim dibare ‘hersim berî ku tirî bibe,hersim jêre tê gotin û ew hersim tirse’. Rûçikê wî jî gelek tirs û girtî bû zêde nedikenîya, ji xwe kesên peya bilind zêde nakenin, heger bikenin ferqa wan û hevala ji hev namîne û dibe wilo ji be. Divê gelek cidî bin yên peyabilind.

Midbexa hotêlê neûzûbilah wexta ku meriv diket yê jî mêsa bêhna genî û herderê jî qilêrî û bê mêrêz bû… Yanî xwdê meriva ji wê midbaxê biparêze, ji nexwesîya ji qolêra û gelek nexwesîyê dinê. Lê dîsa jî bi qîma herkesî bû ku rewswehaye… ‘dibên, meriv ji mecbûrî gostê mirîska dixwe’.

Bas bû ku di hotêlê de, ya herî bas ava wê hebû, av gelek xwes û zelal bû û ava ku meriv serê xwe disusit jî gelek bû, feyda mistirîyên hotêlê jî we bû…

Berî ku mistirî herin hotêlê bi mal, bi mal çend rojan hatin gerandin, li wan malan xerabtir bû, jiyan. Li hinik malan meriv nikarîbû xwe bidana vîyalî û wîyalî, hemû toz û qirêj û ne paqij bû, tu dibê ew mistirî ji sefera Yemenê vegeryan e, bê taqet û bê halbûn. Germa wan xanîyan hem sibehan û hem jî êvaran yek ji yekê xerab tir bû, xwedê xera bike mala vê jiyana hana û yên ku organîze kiribûn. Di talî de, xwedê temeneke dirêj û çend kura û keçan bide Memoyê bejin dirêj û çeleng.

Di talî de, li salona gengesîyê de, bi yek dengî hate gotin, bijî doza me bijî, bijî warê me. Bimre qirêjî, qelsê dîwaran, bimre edebxana genî û herdû sersustina hotêla hîltonê û saretonê, xirxira merivan, midbexa bêmirêz û Memoyê bêvil pelixî. Hûn sax û ez jî bi silamet, gelî xwendevanên ezîz û bi rûmet. 2011.07.05

Sala 2012 an, li hemû gelê Kurd û dostê gelê Kurd pîroz dikim. Bi hêvîya sala 2012 an, bibe sala azadîyê, xwesîyê û demoqrasîyê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button