Nameya komek rewsenbiren Kurd ji Sekretare Yekitiya Netewan ra ji bo hale Ezdiyen Sengale

Bang ji bo Sekreterê Yekitiya Netewan
Heja Sekreterê Yekitiya Netewan Ban Ki-Mun,
3e meha Tebaxe sala 2014 heza terorist e fanatik , ku xwe nav dike ‘ Dewleta Islami ya Iraq u Same’ (DAIS), komkujike hovane, ku minake we cihane de degme tene ditin anine sere civaka Kurden Êzdi. Kesi bawer nedikir, ku ew heza çekdar, ku ji musulmanen radikal pek te, ji her qulçe cihane li dewleta Suryaye de kom bune, bo diji rejima Beser Esed ser bikin, bi alikariya dewleten musulman we ewqas bi hez bibe, ku nive Suriye u Iraqe zevt bike, dewa çekirina dewleta Xelifet ya Islame bike, be bikeve Sengale u fermana Ezdiyan rake.
Ji pey dagerkirina bajare Musile u der-dorê we, artesa dewleta Iraqe çek u cebirxane xwe be ser u astengi wan re histin, ji wur banz dan. Temamiya çek u sîlihên we artêse, ku yen here modêrin, giran u pesketi bun, ketin deste DAISan. Wan ji bere ewlin wek gure har hicumi li ser ci u ware Ezdiyen Sengale kirin.
Dewleta Iraqe u hezen di yen deshilatdar, ku borcdar bun xelke Sengale biparezin, xelk be xwedi, destevala di nava lepe wan debeye hov de histin u be ser pasda vekisyan. Dest bi kereseteke ne isani bu. DAISe du re danine ber Ezdiyan; yan musulmanbun yan mirin. Sedsala 21’an de Ezdi disa qetlyameke zulm, neheqike be wijdan re rê bi ru man. Hema dema ewlin de çeten DAISe li ber çavên xelke Sengale jin, mer, zarok, kal-pire wan serje u gulebaran kirin, birindar, saxe-sax kirin çel. Dest bi talankirin-werankirin, sewitandina gund u senan bu. Sengal evde Êzdi ra kirin goristana tirse u sawe. Evde ku pera negihandin birevin, yan hema ci da gulebaran kirin kustin, yan bi hezaran jin û zarok, zilam berev kirin, wek hesir bere wan dane gund u bajare ereban, eceb anine sere wan. Pireken êzdiyan suke musulmaniye da wek dewranen pexemberan derxistin firotane. Namus hate binpekirin.
Bi sedhezaran ezdi ji bo canê xwe xelas bikin, mal û milk, keda xweye sala berdan û koçber bûn.
Zêdeyî 100.000 ezdiyan xwe li Çîyayê Singalê girtin, di kele kele germa havînê de, di dorpeça hezen DAI S e de bi hefteyan bê nan û av man. Bi sedan zarok, kal-pira ji tunebuna derfeten jiyane, jiyana xwe dest dan.
Eger di wê deme de kooridorik berbi Rojavaye Kurdistane venekirana we ew keresete he mezintir bibuya. Gelkujiya gunde KOÇO bi sere xwe weneki Genosiyideyi zendi ye. Hesabe bineliye wi gundi digihiste 1800i.
DAISe gund dager kir, du rê dan ber bineliya, yan bibin misilman, yan jî bêne kustin! Êzîdîyan sertên wan qebul nekirin, DAISê zêdeyî 600 mêrên gund qetil kirin û bi sedan jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî revandin li gel xwe birin, gund talan u weran kirin.
Di heman demê de DAISê êrîs bir li ser herêma Kurdên Êzîdî li Basîka û Bahzanê jî. Li vira jî bi dehhezaran Kurdên Êzîdî dest ji mal û milkên xwe berdan û koçber bûn.
Berîya ku DAIS, êrîsî Singalê bikê, li gor texmînan sênîyên (nifûsa) Singalê, di ser 450.000 kesî re bû. Îro tenê derdora 10.000 kes li serê Çîyayê Singalê mane û li wir jîyana xwe di bin çadir û konan de derbas dikin. Bi sedhezaran li Basûrê Kurdistanê, 10.000’an li Rojavayê Kurdistan’ê û zêdeyî 20.000 Kurdên Êzîdî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û li wir gelek gund û kampan de dimînin û jîyanek pir dijwar de dijîn.
Bi hezara zaren sewi bexwedi-bexudan kuça de mane, seda hezara bin çadiren neylon de be guman u be hiviyen pasiroje nizanin we çi be sere wan. Hejmareke zede evden Êzdi deste DAISe de hesir in, piraniya wan keç u jin in.
Zaroken Êzdi top kirine, bi zore kirine musulman, mejuye wan dison, ji wan xwe ra bo pesiroje servana hazir dikin. Ji ber ku Kurdên Êzîdî ne misilman in, ewana herdem bii çavên Îslamên radîkal û fanatîk wan dinherin. Êzdi di alye wan da wek neyar û dijmin tên hesibandin û dibin hedefa êrîsan.
Erebên hereme, ku cinare Êzdiyan ye bi salan bun, paye wani pire DAISe ra bune heval u reber, bune sirik u sebebe we qetliyame. Gelek mela-miftiye cihana islame, çawa demen fermanen dewranen bere fitwa helalkirina kustina, serjekirina zar-zeç u evden Êzdiyan, talankirin-werankirina ci u waran, xwe ra wek hesir birina keç u buka dan.
Wek ku tê zanîn, rews gelekî xerab e û xetereka mezin he ji li ser jîyana Kurdên Êzîdî, bîr û bawerîyên wan yê olî û netewi heye. Kurden ezdi civakeke cihane ya xweye bir u baweriye here kevnar e, hole rabuna ve civake, zirareke mezin e ji bo dirok u kultura Rojhilata Navin u cihane. Ve tragediya mezin dî ware nefsî / pskolojîyê/ de ji ev civaka sikesti serûbinî hev kiriye, pêwîstî alîkarîke bi lez heye! Nezkaya deh meha li ser we tiragediyaye re derbas buye. heta vê gavê jî herêma Singalê bi gisti nehatîye rizgar kirin, Êzîdî hê jî ji ber tirsa DAISê, newêrin vegerin herêmên xweye rizgarkirî. Hale civake çiqas diçe xirabtir dibe. Dewleta Iraqe çawa bere usa ji niha xweyi pirsgireke ve civake dernaye.
Civaka Ezdiyan ber qeziya undabune sekiniye. Em wek rewsenbiren Kurd ye neziki ve civake bangi we, Netewe Yekbuyi dikin bi lezgini xwedi we civaka besuc derkevin, ku buye sahide qetilyama neheqa, ketiye hale undabuneyi pir xeter. Bi sert u merce xwe, ev komkuji ya DAISe ani sere ve civaka be suc bi hemu sert u mercen xwe weke wan kiriteren qebulkirina GENOSIDE ne ku Konvensiya Asanbileya Yekitiya Netewan de sala 1948a hatiye qebul kirin. Em hivi dikin ve komkujiya ser Ezdiyan hatiye kirin, wek GENOSID be pejirandin, sucdare we keresete bene cezakirin u bo berdewama jiyana civaka êzdiyan alikariya anegor be dayin.
Kesen ku ev name imza kirinê:
Dr. Eskerê Boyok (Niviskar), Ali Haydar Koc (Lekolinvan-Niviskar), Niazamettin Aric (Hunermend), Delil Dilaner (Hunermend), Murat Dagdelen (Niviskar-Siyasetvan), Seref Xoce (Melle), Salih Omeri (Niviskar-Siyasetvan), Bubê Eser (Niviskar), Prof. Knyazê Ibrahîm Mirzoyev (Nivîskar, Zanyar, Qazaxstan), Suleyman Sêlêvani (Niviskar), Temurê Xelil (Niviskar), Huseyin Habasch (Niviskar), Sakir Epözdemir (Niviskar), Husen Duzen (Niviskar), Salihe Kevirbiri (Rojnemevan-Niviskar), Piriske Mihoyi (Rojnemevan- Nivîskar- Rusya), Dr. Temmur Hesenyan (Aborizan), Nawaf Miro (Niviskar), Yilmaz Camlibel ( Niviskar -Siyasetvan), Emerikê Serdar (Rojnemevan-Niviskar), Prof. Feyzoyê Egit Samoyan (Zanyarê matêmatîkayê, Rusiya), Dr. Ezîz Gerdenzerî (Nivîskar, Danîmarka), Haluk Oztürk(Nivîskar, Swed), Hejarê Samil (Rojnemevan- Nivîskar, Qirqizstan), Kone Res (Niviskar, Suriya), Yurî Nabiyev (Rojnemevan-Siyasetvan, Rusiya), Kereme Anqosi (Niviskar, Gurcistan), Bella Sturki (Rojnemevan, Gurcistan) Bekir Topgider (Niviskar-Siyasetvan), Dr. Golmorad Moradi (Lekolinvan,Niviskar,Berdevikê rexistinên Mafe Mirovan NGO di YN), Aziz Zahter (Calakvana heqqe Mirovati), Kovan Amedi (Niviskar-Siyasetvan), Mustafa Birden (Mamoste), Newroz Bawer (Niviskar Siyasetvan), Cetin Tasci (Sosyal pedegog), Seyidxan Kurij (Lekolinvan Niviskar) Fettah Timar (Niviskar-Siyasetvan ), Baran Hemze (Niviskar-Siyasetvan), Dr.med. Sükrü Güler (Doxtor), Prof. Muhammedê Misto (Zanyar-siyastmedar-Qazaxistan), Shewqieddin Isa (Niviskar-Lekolinvan)
Dengê Kurdistan