Nivîsar

Nameyek derengmayî

Yilmaz Çamlibel
Dayê can, ev cara yêkeme ku ji te ra name dinivîsînim. Ez dizanim tê nûha bêjî ‘Kuro lawo! Çi bûye, çi qewimîye ku 50 sal pistê mirina min, tu ji min ra name dinivîsî?’ Belê, pirsa te li cî ye. Ji kerema xwe piçek sebir bike, ez jî dixwazim qala vê meseleyê bikim.
Ji bo name sandin û sitandinê, du sertên bingehî henin. Yek, divê herdû alî jî xwendin û nivîsandinê bizanîbin. Du, divê herdû alî jî, xwedanê zimanek misterek bin.
Tu jî bas dizanî ku di dewra berê, di nav civata Kurda da, pir kesan keçikên xwe nedisandin dibistanan. Ji bo vê sedemê, xwendin û nivîsandina te tune bû.
Min di sala 1943 an da dest bi dibistanê kir. Pistê sala 1950 î êdî ez ji te dûrketim. Ji bo xwendinê, ez berê çûme Qersê, pasê jî çûme Istenbolê.
Di xerîbîyê da min gelek bêrîya te dikir. Min, her roj te di xwena xwe da dît. Min, carcaran ji xwe ra digot „ji lenet were xeribîyê ra, ez dev ji xwendinê berdim, herim cem dîya xwe.’ Lê, piçek sunda min digot „Na Yilmaz, rev ne karê mêr û camêra ne. Divê tu sebir bikî û bixwinî.’
Di xerîbîyê da ji hinek xwendevanan ra name dihatin. Her kes ji hev dipirsî „Nama te ji kê hatî ye? Tu ji kê ra name dinivîsî?’
Gava yekî digot „Name ji dîya min hatîye, Dîya min dibêje ku min gelek bîrîya min kirîye’ Vêca agir dikete kazeba min. Bîhna min diçikî û ez diricîfîm. Min ji wan kesan dexesî dikir. Min ji xwe ra digot „Ma çi dibû dîya min jî, ji min ra nameyek bisanda?’
Gelek sevan xewa min direvîya. Min ji xwe ra digot „Feqîrê dîya min çawa ji min ra name bisî ne? Xwendin û nivîsandina wê tune ne. Ew nikare ji min ra name bisîne.’
Vêca min ji xwe dipirsî „Tu çima ji dîya xwe ra name nanivîsînî?’ Ji sedema vehseta sazûmana Kemalîstan, min nedikarî bi zimanê kal û bevên xwe bixwînim û name binivîsînim.
Tê bîra te, gava min dest bi dibistanê kir, min bêjeyek Tirkî nedizanî. Ez bi zimanê Tirkî bi zor hatim perverdekirinê. Ez gor zimanê Tirka, mirovek mihendiz û rewsenbîr bûm. Lê, gor zimanê kal û bavên xwe, mirovek cahil, nezan û ummî bûm.
Gelo xeynê me Kurdan, ev rewsa ecêp, di nav kîjan miletê da heye? Bi gotinek din, gelo dijminên kîjan miletî, wek yê me bêînsaf, hov û zalim in?
Dayê can! Li ser mirina te 50 sal derbas bû. Di nava van salan da, ez ji xortanîyê derketim, bûm kalekî porsipî. Êdî ara min û Ezraîlê da, buhustek mesafe maye. Ez naxwazim, hesreta name nivîsandina dayka xwe, bibim goristanê.
Ez qurban! Îro roja dayîkan e. Ji bo vê roja pîroz, min ji te ra vê namê nivîsand. Ji kerema xwe, min bibexsî ne.
Sêxzade Gulê! Te min neh meh, di nav malzarûka xwe da xwedî kir. Te min bi zalûlî, zor û zehmet mezin kir. Te zimanê Kurdî hînê min kir. Li ser her babetê te her daîm li min sîret kir.
Ez bi saya mamostatîya te, bûm mirovek zana, pispor, dilovan û welatparêz. Cara pêsîn min ji devê te, serhildana Agirîyê bihîst. Min cara pêsîn ji devê te, navê Îhsan Nûrî Pasa, Biroyê Hesikê Têlî, Ferzende Beg, Sêx Zahar, Seyîdxan, Xalis Begê bihîst. Ez çi bikim, tu car nikarim bin keda te derkevim. Ji kerema xwe, heqqê xwe li min helal bike.
Ax daya ax! Ma çi dibû, a nûha tu li cem min bûyayî. Min gulek sor bida te û destê te ramusa. Te jî min hembêz bikira. Serê min danîya ser singê xwe. Porê min mizda. Bi avaza xwe yê dilovan, biloranda, bigota ‘Lorî lorî karê min lorî. Lorî lorî berxê min lorî’
Wek rojên berê, ji bo serbilindî û bextewarî û serfirazîya min, te ji min ra bigota ‘Lawo lawo! Mîr Hesenê Welî, Evdilqadirê Gêylanî alîkarê te be. Lawo! Bila per û baskên Ehmedê Xanî li ser serê te be.’
Gula Sêx Ozman! Tu ne tenê dîya min î. Tu mamostaya min ê ewil î. Tu nûra çavê min î, quduma çokê min î. Tu delalîka dilê min î. Tu taca serê min î. Tu evîna dilê min î.
Dayê can! Ev gelek saline em êdî hev nabînin. Lê dengê lorika te guhe min da ye, bihna te ya xwes pozê min ra naçe. Îro roja dayîka ne. Ez nikarim gulek bidime te û destê te ramûsim. Ez di nav keserek mezin da me. Dil û kezeba min disewute. Dayîka min a delal ez te pir hesdikim.
Lawê te Yilmaz

Yilmaz Çamlibel

Balkêş e ?
Close
Back to top button