Nivîsar

NAMEYÊN MEHKÛMÊ, KU DI HEPSÊ DA TÊNÊ HATÎYE HISTIN

Yekseme ev roj.
Cara ewil e wan ez derxistim ber tava rojê.
Û ez di emrê xwe da teze pêdihesim, ku ezman ji min ewqas dûr
ewqas sîn
ewqas fireh bûne wî re metel dimînim.
Lewra di cîhê xwe da mame fena kevirekî.
Dûvre bi hurmet rûnistim li erdê,
pista xwe min da dîwêr,
gava hanê da ne xem û ne jî xeyal,
ne tekosîn û ne jî doza azadî,
ne jî jina min tê ji ber bîra min.
Erd, tava rojê û ez…
Bextewarim.
1938

MEKTÛB MEHKÛMOG,
HEPIS DI TÊNA AMO VINDARNAYIS

Êr ruejê yowsemî ya.
Raya verîna ko yin ez berda teber, vêr tîjê ruêj.
Û ez emir xwi di newi pê hesîyena ko, azmîn mi ra hend dûr
hend kueho
hend herayê yi rî sas bena monena.
Cueka herûndê xwi di menda in sê yow kerra.
Cuya pê bi hurmet a erd ser di nistarue,
pastê xwi mi sa diyês,
hela naterîn di nîe xem û nîe zî xeyal,
nîe xwiverdayis û nîe zî dawayê azadî, nîe zî cinî mi yena mi vîr.
Erd, tîjê ruêj û ez…
Bextewar a.

Wendox zon ma yê delal, helbesta cuarîn yê Nazim Hîkmêt a û mi açarnaya kurmancî û zazakî ser. Wazena semêd wendisa sima rî nesir bîk. Ina helbesta cuarîn di qîmêt erd, tîjê ruêj, rindê û herayê azmîn amo nûstis. Helbet merdim ko hepis di mon hesrêt erd, tijê ruêj û yê azmîn ken. Wazen yow ruej cuyaver serbest û azad bo, hepis ra vêj teber. Heyanê rayna xêr û wesîyê sima rî wazena.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button